Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Di nav 2 mehan de tevahiya parzûngehên neyasayî li Herêma Kurdistanê tên girtin

Ji aliyê RÛDAW 29-10-2018
Li Herêma Kurdistanê nêzikî 200 parzûngehên neyasayî hene, ku 40 ji wan di nav sînorên Silêmaniyê de ne

Silêmanî (Rûdaw) - Encûmena Bilind a Neft û Gazê ya Herêma Kurdistanê biryar da ku di nav 2 mehên bê de tevahiya parzûngehên neyasayî bigirin. Ji bo vê jî bi serokatiya Wezareta Navxweyî lîjneyeke bilind hat pêkanîn û nûnerên Wezareta Bazirganî û Desteya Jîngeh û Rêveberiyê têde ne. Ew lîjne plana cîbicîkirina wan biryaran amade kiriye û dê hefteya bê dest bi cîbicîkirina wan bike.

 

Rêveberê Fermangeha Jîngeh a Silêmaniyê bo Rûdawê ragihand: “Ew biryar xemxwarî ne bo jîngeh û tenduristiya xelkê û cîbicîkirina wan maye. Ji ber ku ew biryar piştî rênumayiyên Wezareta Çavkaniyên Siruştî hatin girtin ku 21 xal in.”

 

Li Herêma Kurdistanê nêzikî 200 parzûngehên neyasayî hene û 40 ji wan parzûngehan dikeve nav sînorê Silêmaniyê, ku ew jî nefta spî ya malan, neft, gaz, rûnê gazê û rûnê reş berhem tînin û beşeke wan bo navxweyiya Kurdistanê û piraniya wan jî bo welatên cîranan dişînin.

 

Cîgirê Serokê Lîjneya Sotemenî ya Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê ji Rûdawê re got: “Me bo rêveberiê nivîsî ku dive nûnerê me jî di wê lîjneyê de hebe, bo em bêguman bin ji cidiyeta cîbicîkirina wan biryaran.”

 

Hewldana piraniya parzûngehên neyasayî yên Silêmaniyê dikeve nav sînorê navçeya Tanceroyê, ku li rojhilatê wê parêzgehê ye. Ji ber pirbûn û nêzikbûn wan li wan gundan debara piraniya xelkê wê navçeyê dijwar bû.

 

Gundiyekî bi nave Ebubekir Reşîd dibêje: “Min bi destê xwe îmzaya 10 kesên vî gundê me şand bo Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê û ji roja 20ê Îlona 2018a heta niha wan ti tiştek nekiriye.”

 

Li gor Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê 3 cûre parzûngeh hene, cûreyek ji wan ew e ku kêşeyên wan tune, cûreya duyem, miamele û mercên tenduristî û jîngehê temam nekirin û cûreya din jî even ku hikûmetê bo wan biryara girtinê daye.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 21 demjimêr berê | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 23 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.687 seconds