Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Girtina deriyê sînor ziyanê dide bazirganiya herdu aliyan

Ji aliyê Yûsif Mûsa 30-9-2017
Zaxo

Zaxo (Rûdaw) – Piştî encamdana giştpirsiya Başûrê Kurdistanê, Tirkiye gefa girtina sînorên xwe yên li gel Kurdistanê dixwe. Li gorî datayan ji sedî 45ê şîrketên biyanî yên li Herêma Kurdistanê kar dikin yên Tirkiyê ne. Ji ber vê yekê jî eger Tirkiyê hewla daxstina sînoran bide dê zirareke mezin bigihe şîrket û bazirganan.

 

Ti dîn û ayîn û mezheb û neteweya bazirganiyê nîne.” Bazirganî bi vî têgehî rêka xxwe dibîne. Di demekê de ku girtina deriyên sînor ên Başûrê Kurdistanê di rojevê de ye, herî zêde mijara bazirganiyê tê gotûbêjkirin. Ji sedî 45ê şîrketên biyanî yên li Herêma Kurdistanê yên Tirkiyê ne. Ji lewra rojeva bazirganan deynên wan e.

 

Bazirgan Sîrwan Celal dibêje: “Em zêdetir deyndarê Tirkiyê ne. Hinek bi 70 milyon dolar û hindek bi 50, 40 milyon dolaran denydar in. Kojmeyên xeyalî ne. Tirkiye nikare derî bigre. Eger bigre dê bixwe ziyanê bike. Bazirgan dê îflas bikin û dê bankeyên wan destvala bin.”

 

Bazirganên Başûrê Kurdistanê nêzîkî 4 milyar dolaran deyndarê bazirganên Tirkiyê ne. Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê jî milyarek û 800 milyon dolar deyndarê belînder û bazirganên Tirkiyê ye.

 

Berpirsê Jûra Bazirganiyê li Duhokê Eyad Hesen diyar dike: “Beşek ji kargehên Stenbolê ji sedî 70 heta 80 yê berhemên xwe dişînin Başûrê Kurdistanê. Li Mêrsînê jî gelek kompanya hene, ku ji bo veguhestina kelûpelan deny ji hikûmeta Tirkiyê wergirtine û kar dikin.”

 

Piraniya şofêrên barhilgirên Bakûrê Kurdistanê bi riya bazirganiya li gel Başûrê Kurdistanê nanê mala xwe bidest dixin. Eger Deriyê Îbrahîm Xelîl were girtin dê bi hezaran şofêr bê kar bimînin.  

 

Şofêr Casim Ebdullah dibêje: “Em dixwazin b,pirsgirêk bi aştiyane çareser bibin. Pêdiviya herdu aliyan bi hev heye. Em jî pêdiviya vê yekê ne û nanê me li ser vê rê ye.”

 

Li gorî datayan hezar û 350 şîrketên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê ne. Eger sînro werin daxistin dê bazirganiya herdu aliyan jî zirarê bibîne.

 

Şîrove

 
Viya tembeliya me dide ni$andan | 30-9-2017
Biburin! Kú li gori hún divéjin "Bazirganên Başûrê Kurdistanê nêzîkî 4 milyar dolaran deyndarê bazirganên Tirkiyê ne. Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê jî milyarek û 800 milyon dolar deyndarê belînder û bazirganên Tirkiyê ye"" Víya té wé mané ku li Kurdistané bi salane ti produksiyonekí bi ser u pak tunebuye. Gelo viya ji tembeliya me Kurdan bíye ku me nikarbiye fabrike u kargehén mezin ava bikin ango me bi xwe xwewn u xeyalan kiriye ku ewé ciranén me ligel me ba$ bin u emé pere upulé xwe bidine wan? Karé 1350 şîrketên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê ciye gelo?? Hadé 100-200 şîrketên giran me fém kir,lé 1350? Em kurd jibuy ci şîrketên xwe bi xwe ava nakin? Ji buy ci 1350 şîrketên me Kurdan tuneye li Kurdistana me??
703 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| Duh vî demî 01:12 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| Duh vî demî 08:20 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
0.422 seconds