Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Karsazên Sûriyeyî li Hewlêrê xwaringehan vedikin

Ji aliyê Rengîn Şero 30-9-2017
Hewlêr

Hewlêr (Rûdaw) - Ji destpêka kirîza Sûriyê ve hejmareke ji hemwelatiyên wî welatî berê xwe dane Başûrê Kurdistanê. Gelek karsazên Sûriyeyî li Hewlêrê xwaringehên taybet ên xwarinên Sûriyê vekirine. Ew dibêjên ku Herêma Kurdistanê gelek hêsankariyan ji wan re çêdike, di demekê de ku welatên erebî astengiyan ji wan re peyda dikin.

 

Agirê şer li Sûriyê hîn jî nevemiriye, lewma xelkê wî welatî neçar in di nava agir de pariyê nanê xwe peyda bikin.

 

Memûn yek ji welatiyên Sûriyê ye, ku ji bo peydakirina derfeteke baş ya kar, sînorek di navbera xwe û agirê welatê xwe de daniye, hewl daye heta radeyekê xwe biparêze û nebe qurbaniyekî bêdeng.

 

Ew dibêje ku Hewlêr jê re ji gelek welatên erebî baştir e. Bi gotina wî, vî bajarî derî û dilê xwe ji xelkên Sûriyê re vekirine.

 

Şefê Xwaringeha Narinc Memûn Elcasim diyar dike: ''Weke ku tu bêjî Hewlêr welatê min yê duyemîn e. Min zarokên xwe jî anîn û ew niha li vir dixwînin. Spas ji Xwedê re em hest bi ewlekarî û xweşiyê dikin. Xelkên Hewlêrê gelek dilpak in û nêzîkî dil in û piraniya kesên ku berê xwe didin xwaringeha me xelkên vî bajarî ne.''

 

Di bin siya Ala Kurdistanê ya rengîn de, pêkvejiyana aştiyane bi rêve diçe. Bi gotina hemwelatiyên Sûriyê yên ku li vir dijîn, hemû reng têne qebûlkirin û rêz li wan tê girtin. Berovajî piraniya welatên erebî û herêmî, Herêma Kurdistanê ji bo anîna karkeran li hember xelkê Sûriyê ti astengî dernexistine. Ji bo vê yekê xwediyê Xwaringeha Narinc karkerên xwe hemû ji Sûriyê bi xwe re anîn Hewlêrê.

 

Rêveberê xwaringehê Eyhem Elxetîb dibêje: ''Em di sala 2014ê de hatin Hewlêrê. Hêsankarî gelekî hebûn, zehmetî bi yekcarî nebûn, bi taybetî ji bo Sûriyan. Stafê me hemû hat, zehmetî ne di vîzeyan de ne jî di îqame û ne di danûstandina bi xelkê re hebû, ango weke kesekî nû hatibe gerek e me zehmetî dîtiba, lê berovajî hemû hêsankarî bû.''

 

Cemîleya endazyar, bi mebesta peydakirina dahateke baştir ji parêzgeha Tertûsê ya beravî ya Sûriyê berê xwe daye Hewlêrê. Ew niha li Xwaringeha Narinc kar dike û êdî navê wê bi kurdî bûye Ciwane.

 

Cemîle Elerqan dide xuyakirin: ''Li Sûriyê ez endezyara mekanîk bûm,  lê min kar li vir dît bi riya stafê kar yê li vir, ji min re gotin were rewş baş e, ez hatim. Bi rastî bi peydakirina vî karî, êdî ez dikarim jiyana xwe berdewam bikim û alîkariya malbata xwe jî bikim. Kesekî ji mêhvanên xwaringehê navê min kir Ciwane, kêfa min jê re hat ji ber ku Hewlêrê bajarê kurda ye û ev nav jî kurdî ye.''

 

Li herêmê xarinên mitbexa Sûriyê pir tê hezkirin û bi reng û tamên xwe yên cuda jî naskirî ye. Bi xwarin û şîrîniyên xwe Sûriyeyî devê xelkê bajarê Hewlêrê şîrîn û xweş dikin. Li beramber jî xelkên Başûrê Kurdistanê bi dilê xwe yên pak û fireh wan qebûl dikin, ji ber ku niha gelek derî li ber xelkên Sûriyê hatine girtin û mitbexa wan jî bûye qurbaniya rewşa welatê wan.

Nîşankirin : Hewlêr, Sûriye, Xwaringeh
959 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erdogan û Ebadî li Enqerê civiyan 10 demjimêr berê |

Erdogan û Ebadî li Enqerê civiyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi serdaneke fermî Zêdetir
Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê 9-8-2018 |

Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê

Erdên Kurdan ji wan distînin û didin erebên Zêdetir
Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin 9-8-2018 |

Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin

Komêteya Hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û Zêdetir
0.468 seconds