Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Aborî

Cîgirê Rêveberê Îş Bankê: Em naxwazin têkiliya me bi Herêma Kurdistanê re xerab bibe

Ji aliyê Emîn Aba 30-9-2017
Rûdaw

Stenbol (Rûdaw) - Komeleya Geşepêdana tê Berdewamkirin, li Stenbolê bi beşdarbûna Cêgirê Serokwezîrê Tirkiyê Mehmet Şîmşek forûmek bi navê "Fînansê ya Tê Berdewamkirin" saz kir.

Di Forumê de gellek berpirsên pile bilêndên bankeyên nêwdewletî jî nîgeraniyên xwe yên alozîyên li herêmê pêşkeş kir. Cêgirê Midûrê giştî yê Îş Bankê Murat Bilgiç diyar kir ku bazara Kurdistanê ji mezintirîn û giringtirînên herêmê ne.

Komeleya Geşepêdana tê Berdewamkirin, li Stenbolê, forumek bi navê "Fînansa tê berdewam kirin" saz kir. Di vê forûmê de li ser bandora kişwerê ango îklîmê ya li ser aboriya cîhanê hat rawestandin.

Gellek rêvebirên bankeyên cîhanî di vê panêlê amade bû. Cêgirê Serokwezîrê Tirkiyê Mehmet Şîmşek, ku yek ji beşdarbuyên vê panêlê bû diyar kir ku ji bo rûberûbûna guherîna kişwerê  divê enerjiya tavê li gor potansiyela xwe bê bikaranîn.

Cîgrê Serokwezîr Mehmet Şimşek wiha got: “Dahata tevahiya cîhanê 75 trilyon dolar e. Divê 10 ji sedî vê dahatê ji bo ruberubuna guherîna kişwerê bê terxan kirin. Şîrket û kompanyayên cîhanê, di meseleya zerar kirinê de herî zê de ji karesatên xwezayî û egerên polîtîk ditirsin."

Bandora Şer û pevçûnên herêma Rojhelata Navîn a li ser aboriyê û bazara bankevaniyê jî mijarek germ bû. Seroka Komeleya Geşepêdana tê Berdewamkirin Canan Ercan Çelik, dibêje: nabe têkiliyên li herêmê aloz bimeşe.

Seroka Komeleya Geşepêdana tê Berdewamkirin ji Rûdawê re got: “Li gor raporek Neteweyên yekgirtû ku di sala 2014an de ragihandi bû, Tundrewî û şerê bi çekî, 9 ji sedî dahata dunyanê dikişîne ji xwe. Ev gellek zêdeye û bi taybet vê herêma em lê dijîn bandorek xerep jê dibîne."

Li Hermêma Kurdistanê gellek bankên Tirkiyê, şûbeyên xwe vekirine. Cêgirê Midûrê giştî yê Îş Bankê Murat Bilgiç, amaje dike ku wan karên xwe li herêmê ne rawestandin e.

Cîgirê Midurê Giştî yê Îş Bankê Murat Bilgiç jî wiha axivî: “Şubeya me ya li Hewlêrê karên xwe berdewam dike. Em jî geşepêdanan dişopînin. Li gor politikayên welatê me emê jî helwesta xwe nîşan bidin. Em Wek Îş Bank ji bazara herêmê gellek razîne. Hêvî dikim ev têkilî xera nebe. Ji ber ku Herêm, yek ji giringtirîn û mezintirin bazara ne. Bankeya me giringtîrîn şirîk e li bazara Herêma Kurdistanê. Hêviya me ew ku ev şirîkatî berdewam be."

Piştî roja dengdana giştpirsiya serxwebûnê, hikûmeta Tirkiyê gefên aborî li hember Kurdistanê xwar. Lê kiryarên bi vî rengî li her qadek tên redkirin.  

Nîşankirin :
913 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.235 seconds