Rûpelê serekî | Cîhan | Los Angesel Timese: Li Tirkiyê 100 rojnamevan girtîne

Los Angesel Timese: Li Tirkiyê 100 rojnamevan girtîne

Guhertina qebareya nivîsînê: Decrease font Enlarge font
image

Hewlêr (Rûdaw) – Girtina rojnamevanan a li Tirkiyê belgeya wê yekê ye ku azadiya rojnavaniyê pir teng e. Yek ji weşanger û çalakvanê mafê mirovan ê Tirkiyê niha di girtîgehê de ye û li benda dosyeya dadgehkirinê ye.

Weşanger û nivîskar Ragip Zarakolu 1’ê Mijdara sala borî ligel 44 kesên din di çarçoveya operasyonên li dijî KCK’ê hatibû girtin.

Di demek ku Zarakolu li girtîgehê ye û rêbazên ewlekariyê yên dijwar li bakurê rojavayê Tirkiyê hene, bi dehan rojnamevanên din li seranserî Tirkiyê bi fermana dadgehê hatine girtin. Hinek dibêjin, hêjmara rojnamevanên hatine girtin zêdetirî 100’an in.

‘Hemû tiştek ji despêkê ve bi awayekî dramatîk tê veguhestin’

Zarokolu (63) kanûna borî di nameyek ku ji rojnameya Hurriyet a Tirkiyê re nivîsandî de wiha dibêje: “Ger derew wekî rastiyê derbas bibe û mikurhatin cihê lêborînê bigre, tê wê wateyê ku hemû tiştek geniye.”

Piraniya caran Tirkiye bi çavê Amerîka û Ewrûpa, welatên Misilman ji bo mamelekirina ligel demokrasiyê wekî mînak tê dîtin. Lê çend çalakvanên mafê mirovan dibêjin, girtina rojnamevanan a li tirkiyê azadiya rojnamevanan binpê dike û di van salên borî de bi berdewama azadiya rojnamevanan dadikeve.

Zarokolu çavdêrekî kevin ê Tirkiyê ye. Ji despêka salên 70’an ve dest bi belavkirina babetên derbarê Kurd, Ermen û Yûnaniyan de kiriye. Di sala 1981’an de bi bihaneya ku peywendiyên wî ligel rêxistinekî komînîst heye, 3 salan hat girtin û heta sala 1991’an çûyîna wî ya derveyî welat hatibû qedexekirin. Herwiha li sala 1995’an ofîsa wî hatibû teqandin.

Zarokolu ne kesê yekemîne ku di çend mehên dawiyê de hatiye girtin. Gelek rojnamevanên din jî hatine girtin, ji wan jî Nedîm Şener ku 20 sale li ser gendeliyên hikûmetê dinivîse.

Girtina rojnamevanan a li Tirkiyê bala Yekîtiya Ewrûpa jî rakêşaye ku Tirkiye bi salane hewl dide bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa.

Subscribe to comments feed Şirove (0 posted):

total: | displaying:

Nerîna xwe binivîse comment

Tika ye koda li ser wêne binivîse:

  • email Şandina nûçeyê bi e-mail
  • print Çap bike
  • Plain text Tenê bi tekst
Çavkanî
Hîç çavkaniyek bo vê nûçeyê nehatiye diyarkirin
Rate this article
0