Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

Li Duhokê festîvala çandî û hunerî ya Şingalê hate sazkirin

Ji aliyê KARWAN ELÎ 1-7-2018
Şarya

Duhok (Rûdaw) – Li Komelgeha Şariya ya li bajarê Duhokê Sêyem Festîvala Folklorî û Hunerî ya Şingalê birêve çû. Di festîvalê de grûbên dîlan, dengibêj û çîrokbêjên taybet ên devera Şingalê, hunerên xwe pêşkeş kirin.

 

Beriya êrîşên DAIŞê yên li ser Şingalê, du festival hatibûne sazkirin. Ev ev festival weke berdewamiya wan festîvalan e, ku li komalgeha Kurdên Êzidî ya Şarya tê lidarxistin.

 

Enwa Qewal keçekê Kurd a Êzdî ya Şingale ye. Ew endama Koma Şingalê ya Hunerî ye, ku bi koma xwe ya govendê di festîvalê de dîlaneke milanê ya devera Şingalê nîmayiş kirin.  

 

Enwa Qewal dibêje: “Wek hûn jî dibînin ka em rojane çawa dijîn. Çavê me li vegera keç û jinên Êzidî yên hatine revandin e lê dîsa em dest ji hunera xwe bernadin. Em  ê çand û hunera xwe bidin jiyankirin.”

 

Hunermendên milî yên Şingalî jî di gotina peyv, çîrok û destanan de jêhatî ne û resenatiyê diparêzin û di vî warî de dewlemend in. Ew xwe wek hunermendên milkê hemû gelê Şingalê dibînin.  

 

Hunermend Xelef Şingalî diyar dike: “Ew ê ku xeletî li min kir, heman awayî xeletî li xwe jî kir. Wî xeletî li axa xwe, nanê xwe û kirîvaniya xwe kir. Ev hemû ji xwe re heram kir. Nexwe ti ferq di navbera êzdî, misliman û xiratiyanan de nîne. Em hemû bira ne û em Kurdistanî ne.”

 

Organîzetorên festîvalê dibêjin divêya ev festival biba ya heftemîn, lê piştî êrîşa DAIŞê wan heta niha ti festîval nekirine û ew dixwazin êdî festîval û çalakiyên ji bo danasîna çanda herêma xwe bidomînin.

 

Endamê Tîpa Şingalê ya Hunerî Nacî Hecî jî dibêje: “Divê em rêzê li hunermendên xwe bigrin. Her ew hunermend bûn, ku dîroka me veguhestine nifşên nû. Divê em rêzê ji wan re bigrin.”

 

Nêzîkî sed dengbêjên devera Şingalê hene, ku stran, serpêhatî û dastanên hunermendên çerxên borî vedibêjin.

 

 

 

 

 

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
1206 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.172 seconds