Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

Pêşangeha dîroka xiristyanên li Rojhilata Navîn nîşan dide vebû

Ji aliyê RÛDAW 1-10-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parîsa paytexta Frensa pêşangehek nû hat vekirn û tê de dîroka xiristyanan li Rojhilata Navîn nîşan dide.

 

Pêşangeha bi navê “Xiristyanên Rojhilat - Dîrokek Du Hezar Salî”  300 parçeyên hunerî û çend tabloyên ku li sedsala sêyem vedigerin li xwe digire.

 

Ew tabloyên hunerî, dîwarên Peymangeha Cîhana Erebî li Parîsê dixemlînin.


Tablo weke sembolên olî di pêşangeheke dîroka dramî ya xiristyanan de li Rojhilata Navîn hatin nîşandan.

 

Li pêşangeha nêzîkî 300 parçeyan ji Sûriye, Urdin, Iraq, Misr û Lubnanê hene.

 

Serokê Peymangeha Cîhana Erebî Jack Land wiha got: “Ev yekem pêşangeh e li cîhanê , taybet ji bo xiristyanên Rojhilat. Du hezar sal ji dîrokê, ew tiştekî seyr û cuda bû. Çima ti pêşangeheke mezin taybet bi olekê ku ji pêkhateya cîhana erebî nebû. Me xwest em vê kêmasiyê çarser bikin.”

 

Di nava parçeyên pêşangehê de parçeyekî fuseyfusayê ji kenîseyeke Urdinê heye. Herwiha guldanek û peyalên ku xiristyanan ji demeke dirêj ve bikar anîne tê nîşandan. Kevintirîn parçe jî tabloyeke cebsînê ye, ku vedigere sedsala sêyêm. Ew parçe li kenîseyeke kevin li bajarê Dêrezorê li rojhlatê Sûriyê hat dîtin.

 

Kordînatora zanistî ya pêşangehê Rafaela Ziyade jî got: “Em li pêşiya beşê herî bibandor in li pêşangehê. Ew nîşan dide ku mesîh nexweşekî rehet dike. Em dibînin ku mesîh li vê derê ji wî kesê nexweş re dibêje: Rabe û bimeşe. Ev tablo ji bajarê Dora Yorobos yan jî Dêrezorê niha hatine dîtin.

 

Di pêşangehê de parçeyên ji serdemên kevin û navîn û serdema Osmaniyan jî hene. Em bi şens bûn ku me karîbû van tabloyan nîşan bidin.”


Pêşangeh parçeyên ji serdemên kevin û serdema navîn û serdema Osmaniyan ligel çend karên nû jî li xwe digire. Ew parçe bi awayekî demkî ji mezintirîn mozexaneyên cîhanê weke mozexaneya Mitrobolîtan û Mozexaneya Brîtanî û Lover jî hatine dan û pêşangeh dê heta 14ê çileya sala bê berdewam bike.

Nîşankirin :
940 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.437 seconds