Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

Helbestvanên Rojava piştgiriya giştpirsiyê dikin

Ji aliyê Besam Mistefa 7-9-2017
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Bi nêzîkbûna roja giştpirsiya serxwebûnê re li Başûrê Kurdistanê, dilê nivîskar û helbestvanên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê coşiya. Helbestvanên Rojava nivîs û helbestên xwe diyarî roja giştpirsî û serxwebûna Kurdistanê dikin û bi tîn û germî û bi dilekî tijî şadî û bêhedanî li benda wê rojê ne ku xewna her biçûk û mezinekî Kurd e.

 

Roja 25ê Îlonê ango roja encamdana giştpirsiya serxwebûnê nêzîk dibe. Wê rojê li Başûrê Kurdistanê giştpirsî tê encamdan. Li parçeyên din ên Kurdistanê jî serxwebûn û rizgarî hertim bûye xewna gelê Kurd. Helbestvanên Rojavayê Kurdistanê jî bi nivîs û helbestên xwe roja gişpirsî û serxwebûna Kurdistanê weke rojeke pîroz û dîrokî binav dikin.


Konê Reş li jêr navê “Strana Serxwebûnê” hestên xwe yên kelegerm li ser roja referandûm û serxwebûna Başûrê Kurdistanê dinivîse û wiha dibêje: "Kurdno Rabin bilezînin. Nasnameya xwe bistînin. Bi yek dengî bilîlînin. Bijî bijî serxwebûnê. Hewlêr û Dêrsim û Batman. Mehabad, Amûd û Botan. Ew in dayikên niştiman. Bijî bijî serxwebûnê. Serxwebûn şêrîn û xweş e. Welî bibe rengê reş e. Kurd tev ê bibin rûgeş e. Bijî bijî serxwebûnê. Îlon meha me Kurda ye. Ala engîn va li ba ye. Dilê Kurdan pir pê şa ye. Bijî bijî serxwebûnê."


Kasî Yûsif jî roja giştpirsiyê, herwiha serxwebûna Kurdistanê wek derketina ji bin dest û nîrê neyaran dibîne û dibêje: "Rezber e, çaxê şimamokên zer e. Îlon e, payîz pê re xeber e. Destpêka payîzê ye. Bayê nû jî diqulibe, payîza temenê bêdewletiyê ye. Havîna me ya germijî konê xwe bar kir, ma ne bes e? Me sed sal ji sirr û sermê bihurand. Jiyan li me bûbû dojeh. Lê ev serxwebûna di piştî referandûma 25ê Rezberê dê me bike şêwirmendê her kesekî û her lehengekî cîhanê. Gelo wê kî di Îlonê de biserkeve? Bêguman biryara gel wê biserkeve."


Lezgînê Dêrûnî jî bi navê “Serxwebûn Jiyan e” behsa wê roja geş û çaverêkirî dike û dibêje: "Bîst û pêncê meha Îlonê deng bidin bo serxwebûnê. Ser xwe rake koletî û deyne azazdî li şûnê. Ev hezar sal em li bendê vaye derfet bo me hat. Bernedin vê çareyê bo serfirazî û hebûnê. Miletê Kurd kevn e dîrok hem xwedî xak û ziman e. Ma ne şerm e em tenê bê dewlet in bin vê stûnê? Bes bikin lavlav ji dijmin ew biratî qet me navê. Ger dixwazin em bira bin bes bikin kuştin û xûnê."



Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
0.515 seconds