Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

Koma Niştiman muzîkpakêtek belav kir

Ji aliyê RÛDAW 11-7-2018
Tora Medyayî ya Rûdawê her ji destpêka damezrandina Koma Niştiman ve, alîkar û piştevanê sereke yê vê komê bûye û bi sponsoriya Rûdawê du albûmên stran û muzîka Kurdî yên bi navên Kurdistan û Kobanî hatin belavkirin
Tora Medyayî ya Rûdawê her ji destpêka damezrandina Koma Niştiman ve, alîkar û piştevanê sereke yê vê komê bûye û bi sponsoriya Rûdawê du albûmên stran û muzîka Kurdî yên bi navên Kurdistan û Kobanî hatin belavkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Koma muzîkê ya Niştiman bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê muzîkpakêtek bo hemû berhemên xwe, bi navê "Projeya Niştiman" belav kir.

 

 

 

 

Di muzîkpakêta Projeya Niştiman de sê albûmên vê komê yên bi navên "Kurdistan, Kobanî û Improvisations" hene.

 

Hunermend û serperiştyarê komê Hejar Zehawî li ser vê muzîkpakêtê ji Rûdawê re ragihand: “Em di vê muzîkpakêtê de awazên xwe yên niştimanî ji bo wan kesên ku niştimana wan heye diyarî dikin, niştimana me hêj li ser nexşeya cîhanê tine ye, lê li cihekî giringtir e, ew jî di huner û dilê me de ye.”

 

 

 

 

Li gor hunermendê Kurd Hejar Zehawî, huner wateyeke din dibexşîne Kurdan, ji ber ku huner ziman û nasnameya Kurdan diparêze, Zehawî dibêje: “Huner ji bo her kesî dîtina cîhanê û jiyana bi xweşî ye, lê huner ji bo Kurdan ne tenê sebra dilê mirov ê birîndar û niştimana Kurdan bûye, herwiha bi dirêjahiya bi dehan sal ziman û nasnameya qedexekirî ya Kurdan parastiye.”

 

 

 

 

Tora Medyayî ya Rûdawê her ji destpêka damezrandina Koma Niştiman ve, alîkar û piştevanê sereke yê vê komê bûye û bi sponsoriya Rûdawê du albûmên stran û muzîka Kurdî yên bi navên Kurdistan û Kobanî belav kirine. Hejar Zehawî li ser vê mijarê eşkere kir: “Projeya Niştiman, projeyeke berdewam a pêşxistina hunera Kurdî ye bo cîhanê, ku bi piştevaniya Tora Medyayî ya Rûdawê ev proje tê pêşkêşkirin.”

 

 

 

Koma Niştiman ji aliyê hunermendê navdar ê Kurd Hejar Zehawî ve tê birêvebirin, ku damezrîner û rêveberê komê ye. Koma Niştiman heta niha beşdarî bi dehan festîvalên navdewletî bûne, çendîn muzîkjenên navdar di vê komê de endam in, weke Suhrab Pûr Nazirî. Koma Niştiman xwediyê sê albûmên muzîk û stranan e, Tora Medyayî ya Rûdawê sponsoriya hersê albûman kiriye.

 

 

 

 

 

 

 

Ji berhemên Koma Niştiman albûma Kobanê

 

1-Şîrîn

 




2- Kobed

 

 

 

3- Eman Eman

 

 

4- Genc Xelîl

 

 

 

5- Rojhilat

 

 

 

6- Kobanê

 

 

 

7- Hewlêr

 


 



Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Koma Niştiman, Muzîkpakêt
940 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.172 seconds