Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

WÊNE - 12. Şanoya Ser Cadeyan li Merîwanê

Ji aliyê RÛDAW 11-9-2017
1519 hatiye dîtin

Merîwan (Rûdaw) –  Danzdehemîn Festîvala Şanoya Ser Cadeyan a Merîwan li Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya 400 hunermendên şanoger dest pê kir.

 

Di festîvala îsal de, 42 komên navxweyî yên ji Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û herwiha komên ji 8 welatên cîhanê beşdar bûne.

 

Festîvala îsal berfirehtir ji festîvalên salên bihorî birêve diçe û 400 şanoger di çarçoveya 36 komên navxweyî yên ji Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, 6 komên cîhanî beşdarî têde kirine, ku yek ji wan komek ji Başûrê Kurdistanê ye.

 

Festîvala Şanoya Ser Cadeyan a Merîwanê ji sala 2004ê ve di dawiya Havîna her salekê de birêve diçe. Merîwan weke paytextê Şanoya Ser Cadeyan tê naskirin.

 

Festîvala îsal a Merîwanê ji pênc beşên, azad, olî, pêdeçûn, zarok û nûciwan û navdewletî pêk tê.

 

Merîwan bajarekî Rojhilatê Kurdistanê yê ser bi parêzgeha Sineyê ye, ku dikeve ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê. 

0.172 seconds