Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

Li Amedê 2 destbirayan hunerên def û nîgarkêşî kirine yek

Ji aliyê RÛDAW 11-9-2017
Rûdaw

Amed (Rûdaw) - Li Amedê 2 destebira, yek resam e û yek jî li defikê (erbaneyê) dixe. Wan herdu destebirayan hunera erbane û resamiyê kirin yek. Yek li erbaneyê dixe û yek jî bi performansa zindî resim çêdike. Cara yekemîn e ku li Bakurê Kurdistanê li ber erbaneyê resim tê çêkirin. 

 

Mustafa Dogan û Weysel Taştekîn destebirakên hev in. Herdu jî bi beşên cuda yên hunerê re eleqedar dibin. Lê wan hunera xwe kir yek û bi hev re şêwazeke nû afirandin. 

 

Mustafa Dogan resam e. Lê ew ji resamên din cudatir e. Ew li ber erbaneyê resim çêdike û bi vê şêwazê hunereke sûr realîst diafirîne. Rîtma defikê û firçeyên destê resamê Amedî, ahengeke bêhempa derdixe holê. 

 

Mustafa Dogan ji Rûdawê re axivî û derbarê karê xwe de got: “Ji ber ku ez bi erbaneyê diçim cîhaneke din, wê kêliyê xwe pir azad hîs dikim. Tu rastî bixwazî resam zêde dernakevin derveyî xetên xwe. Lê ez vê red dikim. Li gorî min hunermend divê tim xwe nû bike û tim tiştên nû biafirîne. Me jî bi erbaneyê şêwazeke nû ceriband.”

 

Li gelek cihên cîhanê li ber dengê muzîkê çêkirina wêneyan weke şêwazek heye. Lê li ber dengê erbaneyê xêzkirina resimê cara yekemîn e tê ceribandin. 

 

Defikvan ango Erbanevan Weysel Taştekîn ji Rûdawê re axivî û got: “Bêyî ku li resimê binêrim, hest pê dikim. Jixwe huner jî ew e. Dema tu hunerek çêkî, divê tu qîma xwe bi xetek tenê neynî. Huner weke rayên di bedena me de ne. Ji hev vediqetin û li cihekî digihijin hev. Me jî erbane û resimê gihand hev.”

 

Şêwaza herdu destbirakan di nava hevalên wan de jî bi kêfxweşî hatiye pêşwazîkirin. Lewre ew di wê baweriyê de ne ku ev şêwaz dê li Amedê û bajarên derdorê zêdetir eleqe bibîne. 

 

Hevalê Mustafa Dogan, Salih Gunduz  jî dibêje: “Def li aliyê Rojhilat derketiye. Ji ber vê yekê def ji bo me pir girîng e. Ji ber vê yekê hevalên def û hunera resimê kir yek. Ev ji bo çand û hunera me gelek girîng e.” 

 

Hunermendê resimê Mustafa Dogan niha li Navenda Çanda Cegerxwîn kursa resimê dide 20 şagirdan. Ew dixwaze têkiliya beşên hunerê di pratîkê de bi hev ve girê bide û ahengeke serkevtî derxe holê. 

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| Duh vî demî 01:12 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| Duh vî demî 08:20 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
0.515 seconds