Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

803 navdarên Kurd di pirtûkekê de

Ji aliyê Sîna Soma 12-2-2019
Nivîskar Kerem Serhedî ji Rûdawê re behsa naveroka pirtûka xwe ya bi navê Navdarên Kurdan kir.

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê, Kerem Serhedî pirtûkek derbarê navdar û kesayetên dîrokî yên Kurd de bi navê “Navdarên Kurdan” nivîsandiye, ku têde zanyarî li ser zêdetir ji 800 kesayetên navdarên Kurdistanî hatine berevkirin.

 

Pirtûka bi navê Navdarên Kurdan ku têde behsa serkirde û kesayetiyên navdar û dîrokî yên Kurd tê kirin, ji aliyê nivîskarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Kerem Serhedî hatiye nivîsandin.

 

Beşek ji pirtûka Navdarên Kurdan, ku ji 296 rûpelan pêk tê, zanyariyên derbarê serkirde û kesayetiyên navdar û dîrokî yên Kurd de ye û beşeke din jî wêneyên wan kesan e. kesaywetiyên Kurdan e.

 

Derbarê pirtûkê de, nivîskar Kerem Serhedî ji Rûdawê re axivî û ragihand, di vê pirtûka de wî hewl daye, li gor îmkan û derfetên heyî zanyariyan li ser navdarên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê berhev bike û bigihîne xwandevanan.

 

Kerem Serhedî got, wî di heyama 5 salan de pirtûka Navdarên Kurdan berhev kiriye û bo komkirina zanyariyan li ser kesayetên ku di pirtûkê de nav û zanyariyên wan hene, wî gelek çavkaniyên bi zimanên Tirkî, Erebî, Farsî, Kurdî û herwiha arşîva serdema Osmaniyan bi kar aniye.

 

Nivîskar Serhedî da zanîn, ku di pirtûkê de zanyarî li ser 803 navdarên Kurd hene û tekez kir, ji wan kesan, 750 navdar zilam in û 53 kes jî jin in.

 

Kerem Serhedî herwiha amaje bi wê yekê kir, ku pirtûk ji aliyê Weşanxaneya J&J a li Amedê hatiye çapkirin û weşandin û Tora Medyayî ya sponsoriya çapkirina pirtûkê kiriye.

 

Di derbarê armanca xwe bo amadekirina vê pirtûkê de, Kerem Serhedî destnîşan kir, pêwîst e gelê Kurd bi giştî û nivşê nû yê Kurd bi taybetî dîroka xwe bizanin û kesayetên xwe yên navdar û niştimanperwer nas bikin, lewma wî hizir li komkirina zanyariyên li ser wan kesayetan û çapkirina wan zanyariyan di pirtûkekê de kiriye.

 

Serhedî herwiha da zanîn, ku wî  pêştir pirtûkek din li ser gotinên pêşînan nivîsandiye û got, ew mijûlî berhevkirin û nivîsandina pirtûka xwe ya sêyem e, ku li ser darizandina Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî ye.

 

Kerem Serhedî


 

Xelkê herêma Serhed a Bakurê Kurdistanê ye

 

Di sala 1946an de li bajarê Wanê ji dayik bûye

 

Li zanîngeha Dîcle ya Amedê jimêryarî xwendiye

 

2 pirtûk bi navê Gotinên Pêşînan û Navdarên Kurdan nivîsandine

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
768 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2019-02-18 11:36:08 AM
Ma gello Tirk nabêjin Kurd birê meine??
Tîma Cîzresporê li Antalyayê rastî êrîşeke nîjadperestî hat
| Duh vî demî 11:28 | (1)
Alan Kerkûkî | 2019-02-11 9:28:12 AM
A qenc ew e ku hukumeta Kurdistanê bi Turkmenîstanê ra peymanek mubadelekirina turkmanên Başûrê Kurdistê û kurdên Turmenîstanê îmze bike, da ku her...
Eniya Tirkmenî li dijî vegera Pêşmerge bo Kerkûkê derket
| 11-2-2019 | (1)
Cemal | 2019-02-10 9:12:29 PM
Kurd çıma Navîn yek millet?binêrin TURK çava dıbın yek deng. Em tu caran weha nabînin. Êdî Besê. Sîyasetmedarên Kurdan milletê Kurd hak nake. Dîsa...
Mirza Akar | 2019-02-11 6:19:34 AM
Li Wanê tu namzetê Tifaqa netewî Åu demokrat tune ye. Bajarên ku namzetên Tifaqa Netewî û demokrat hene: Amed, MÅerdÅin, Mûs û Batmanìn.
Du partiyên Kurdî bi awayekê serbixwe tevlî hilbijartinê dibin
| 10-2-2019 | (2)
Kurdistan | 2019-02-10 12:15:59 AM
ka Tirk hevalên Kurdan û Kurdistanê bûn?!
Derbarê PAK,  PDK-T û  PSKê de doza girtinê hat vekirin
| 9-2-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin 24-1-2019 |

Îlham Ehmed: Em dewleteke yek partî qebûl nakin

Hevseroka Enccûmena Cîbicîkar a MSDê dibêje, divê Zêdetir
0.172 seconds