Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

Xwezaya min wiha ye, ez gelek derewan dikim

Ji aliyê Darbaz Younis 13-1-2018
Dalîda Xelîl
Dalîda Xelîl

Hewlêr (Rûdaw) – Ew bi rêzefilmên bi navê "Hilwe Kizabe" an ku Ciwan û Derewker li Lûbnanê bi navûdeng bû. Herwiha di rêzefîlma dawîn de li gel aktorê navdar Ramî Eyaş rol lîst û navê wê li welatên erebî belav bû. Dalîda Xelîl yek ji akrîsta herî diyar a Lûbnanê ye û zêdetirî 20 zincîre dramayan de rol girtiye. Aktrîsta lûbanî Dalîda Xelîlê di hevpeyvînekî de bersiv da pirsên Rûdawê.

 

Tu di sala 2003ê de beşdarî pêşbirka şahciwaniya Lûbnanê bûyî û te wiha dest pê kir. Destpêkirina te ya vê ezmûnê çawa bû?

 

Belê, ew ezmûna herî xweşik a jiyana min bû. Ez 13 salan şahciwana bakurê Lûbnanê bûm. Li Lûbnanê şahciwaniya bakur û başûr heye. Wê demê temenê min 18 sal bû. Bavê min ê Xwedê rehma xwe lê bike, wê demê li cem fermangeha dadnivîsînê kaxizek ji min re nivîsî û bi vî awayî ez başdarî pêşbirkê bûm. Heta sala 2016ê jî ez şahciwana bakurê Lûbnanê bûm. Sala 2016ê rêûresma şahciwaniyê hate kirin û keçekî din bû şahciwan.

 

Tu him aktrîst û him jî stranbêjî. Lê çima dixwazî navê te bi aktrîstiyê û sînemayê derbikeve?

 

Ez aktor in û min di beşa derhênerî ya zanîngehe Lûbnanê de xwendiye. Ez semayê jî dikim û stranan jî dibêjim. Xwedê zêde bike, behremendiyên min pirr in. Lê bi nêrîna min divê hunermend foksa xwe bixe ser aliyekê. Ez jî giringiyê zêdetir didim karê fîlman û aktrîstiyê.

 

Zêdetirî 20 rêzefilmên dramayî de rûyê te tê dîtin. Te bi dramaya bi navê “Pêncî bi pêncî” dest pê kir. Ev çawa bû?

 

Rêzefîlma Pêncî bi Pêncî filmeke komediyê bû. Fîlmên komedî zêdetir nêzîkî jiyana min in û dikarim baştir rol bilîzim. Komedî di vê jiyana pir bi strest de jiyana mirovan xweş dike û dihêle mirov bikene. Lê ev nayê wê wateyê ez nikarim rolekê din jî bilîzim. Min gelek caran rolên trajedîkî jî lîstine.  


 




Te gelek xelat bidest xistin. Lê gelek şanaziyê bi xelata Moreks Dor dikî, çima?

 

Moreks Dor li tevahiya welatên erebî û Lûbnanê jî yek ji xelata herî giring e. Min karî ez vê xelatê werbigrim. Ev ji bo min serbilindiyeke mezin e. Ev xelat yeke rêzgirtinê ye û ji aliyê komîsyoneke pispor ve her sal didin kesên di karê hunerî de serkeftî bûne.

 

Tu dikarî bêjî dramaya "Hilwe û Kizabe" (Ciwan û Derewker) navûdengê te zêdetir belav kir, bi taybetî jî weke kesekê pir derewîn?

 

Ez rastiyekê ji te re bêjim; bi rastî ez gelek derewan dikim. Xwezaya wiha ye, ku gelek derewan dikim. Derhênerê wê rêzefilmê jî zanî, ku ez her roj gelek derewan dikim lewma ev hizir li cem wî peyda bû, ku dramayekî bi navê “Ciwan û Derwker” binivîse.

 

Her roj çend derewan dikî?

 

Li gorî rojê diguhere. Lê divê misoger her roj derewan bikim.





 

Di rêzefilma dawîn a “Amir Lîl” de te li gel Ramî Eyaş rol lîst. Tu ji vî karî razî bûyî?

 

Ramî Eyaş serkêşê filmê bû û ez jî aktrîsta sereke bûm li cem wî. Bi rastî jî karekî pir ciwan û taybet bû. Hemû kesên ku tê de kar kirin serkeftî bûn.

 

Em hinek jî behsa ezmûna te ya sema û reqsê bikin. Te li gel stêrkên hunerê sema kir. Ev ezmûneke çawa bû di jiyana te de?

 

Min li gel Ebdo Delûl sema kir. Ew semakarekî pir bi navûdeng ê Sûriyê ye. Heta bernameya fînalê jî em çûn. Lê me nekarî bibin yekem û em bûne duwemîn. Ew bername di jiyana min de ezmûneke pir xweş û ciwan bû.

 

Herwiha ezmûna te ya sînemayê jî heye?

 

Min di fîlmeke sînemayî de rol lîst, ku me serkeftineke mezin bidest xist. Ew jî temamkirina dramaya Ciwan û Derewker bû ku me kire fîlma sînemayî. Navê wê jî “Ciwanekê pir derewker bû.” Dikarim bêjim ku xewneke min ê din jî ew e, ku bibim stêrka sînemayê.

 

Niha li Lûbnanê hejmareke zêde ya koçberên Sûriye û Iraqê hene. weke hunermend, ji bo koçberan ti bernameyeke te heye?

 

Rewşa berhemanîna dramayan li Lûbnanê ne pir baş e, ku em weke aktor bikarin di projeyên xizmetkirinê de kar bikin. Wate aktor pareyekî pir kêm werdigrin. Pêwîstiya wan bixwe bi alîkariyê heye ji bo debara jiyana xwe. Çawa bikarin alîkariyê dibin mirovên din?

 





Nivîs: Necmî Salih

599 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Aragorn | 2018-04-21 5:18:10 PM
Dike cend usd xalo?
Alîkariya Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge gihişte Kurdistanê
| Duh vî demî 03:09 | (1)
Kurdo | 2018-04-20 8:31:07 PM
Xudanên Partîyên Kurdên Bakur pêwîste berî her tiştî,zani bin ku nikarin sîstema Dewleta Turk bi çi awayî be biguhrin.Ji Kurdên Bakur tê xweztin ku...
AMED – Biryara hilbijartinên pêşwext partiyên Kurd xiste tengasiyê
| Duh vî demî 09:31 | (1)
lolozano | 2018-04-14 2:23:38 PM
Ronakbîrê Hêja Ako!Destêwerdana PKKê di Kurdistana Suryê de,li detpêkê de,xizmet bo Rijîmê bû qezenc ji bo tedbîq kirina Felsefa Apo bû.Hîngê di dema...
Şer li gel hemûyan
| 11-4-2018 | (1)
rastgo | 2018-04-13 4:24:16 PM
Kak Romano, bi ya min cenabê te ev gotar bi shêwekî bêlayen û herwiha objektiv nivîsiye. Lê divê ez bêjim, wekî Amerika hertim azadiyê di parêze,...
Gelo xiyanet li Kurdan hat kirin?
| 12-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
0.484 seconds