Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

Helbestvanê Kurd Xelîl Sasonî hate bibîranîn

Ji aliyê RÛDAW 13-1-2018
Xelîl Sasonî

Hewlêr (Rûdaw) – Li holeke nav bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê, bi maresîmekî taybet helbestvanê Kurd yê koçkirî Xelîl Sasonî hate bîranîn. Keça Sasonî dibêje, daxwaza bavê wê ew bû ku bi zimanê Kurdî bê nivîsandin û xwendin û folkolora Kurdî bê parastin.


Ji gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê rewşenbîr û nivîskarên li bajarê Qamişlo ji bo bîranîna helbestvan Xelîl Sasonî merasîmek saz kirin.


Di bîranînê de belgefilma jiyan û berhmên Xelîl Sasonî hat nîşandan. Di belgefîlmê de hate bibîrxistin, ku wî gelek dîwanên çapkirî û yên neçapkirî li pey xwe hiştine, Sasonî bi helbestên xwe bersiv daye nexweşiyê.


Helbestvan û parêzerê Kurd Xelîl Mihemed Elî Yûnis, an ku Xelîl Sasonî, ku di jiyana xwe de bi nivîs û helbestên xwe dijatiya sînoran dikir, bi mirina xwe jî sînor derbas kirin.

 

Ew di sala 1944ê de li Qamişlo ji dayik bibû û roja 3ê Kanûna 2017ê, di 73 saliya xwe de, ji ber nexweşiyeke giran, li Êliha Bakurê Kurdistanê jiyana xwe jidest da.

 

Xelîl Sasonî ji ber nexweşiya penceşêrê ku dora 7 salan bû pê ketibû, wefat kir. Ew li gundê bav û kalên xwe yê bi navê Gundê Nû ya Êlihê, li kêleka gorên kesûkarên xwe hat veşartin.

 

Helbestvanê Kurd Xelîl Sasonî yek ji stûnên helbesta klasîk û kêşsaz a kurdî li Rojavayê Kurdistanê bû û yek ji dostê herî nêzîk ê helbestvanê mezin Seydayê Cegerxwîn bû.

 

Sasonî di jiyana xwe de gelek dîwanên helbestan weşandin û hê jî çend berhemên wî nehatine weşandin. Ristên Sasonî bi evîndarî û eşqa Kurdistanê tije bûn û gelek ji helbestên wî yên neteweyî bûne stran û li sar zar û zimanan geriyan.

 

Di sala 2009an de Xelîl Sasonî Xelata Cegerxwîn a Afirandina Helbestê wergirt, herwiha di sala 2016an de xelata Helbetsvanê Nemir Ehmedê Palo ya Helbestê wergirt.

 

Lêkolînvanê Kurd Îbrahîm Mehmûd li ser koçkirina Xelîl Sasonî wiha dibêje: "Ez nizanim niha helbestvanê me Sasonî li ku ye yan jî erdnîgariya gewdeyê wî û seqaya canê wî ya hundirîn çawa ye! Gelo ew li ser kîjan tixûbên jiyanê tevdigere, dilê wî bi kîjan jiyanê lêdide û laşê wî dilerize. Xelîl Mihemed Elî Sasonî, bi wê êşa ku te li jiyanê dihêle bijî. Gelo ewê vê êşa min bi rabûneke din a giyan bixwîne?"

 

Nivîs: Necmî Salih


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.5 seconds