Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

Fotomodêla bejnkurt dê di fîlmekî nû de bilîze

Ji aliyê Diman Burhan 13-9-2017
Niyan Ezîz
Niyan Ezîz

Hewlêr (Rûdaw) – Xanima aktrîsta sînemayê û fotomodel Niyan Ezîz eşkere kir, ku ew dê di fîlmeke nû de bilîze.

 

Aktrîst û fotomodel Niyan Ezîz, ji Rûdawê re got, ku ew dê di fîlmeke nû de rol bigre. Niyan Ezîz 27 salî ye, ji malbateke 5 xwîşk û birayan e û zaroka tenê ya malbatê ya bejnkurt ew e.

 

Sala ku Niyan ji dayik dibe, bavê wê şehîd dibe. Herçend nizane ka soza bavê çawa ye û nedîtiye jî lê ew dibêje dayika wê nehiştiye Niyan hest bi valatiya bavê xwe bike. Lewma dibêje: “Dayika min ji bo min bavînî jî kir, lewma ez wê qet ji bîr nakim.”

 

Aktrîsta ciwan dibêje, ti tiştek nikare sînoran ji xewnên wê re çêbike û dibêje: “Ez di zarokatiya xwe de beşdarî çalakiyên dibistanê dibûm. Min şanogerî dikir.  Paşî min berdewam kir heta gihiştime karê sînemayê.”

 

Yekemîn car di fîlma Klasîko de beşdarî karê sînemayê bû, ku derhênerê vê filmê Helkeft Mistefa ye. Fîlma Klasîko li 56 welatên cîhanê hate nîmayîşkirin û li Norveçê xelata “Baştirîn fîlma salê” wergirt.

 

Li ji ber lingê wê şkestibû, Niyanê nekarî beşdarî rêwresma xelatê bibe. Niha dilê wê xweş e, ku li ber destê derhêner Şivan Etûfî senaryoyeke fîlmê heye û daxwaz ji Niyanê jî kiriye, ku tê de rol bilîze.

 

 

 

 

Bi fotomodelî torên civakî deng vedaye

 

Wêneyên Niyan Ezîz torên civakî dagir kirine. Di van çend rojên dawîn de wêneyên xwe yên nû li ser torên civakî parve kirine û bala hemû kesan kişandiye. Ew bi vê yekê navdar bûye, ku yekemîn car e li seranserê Kurdistan û Iraqê jinekê bejnkurt fotomodeliyê dike.

 

Niyan dibêje: “Fotomodelî xewna min a zarokatiyê bû. Herdem min dixwest ku rikberiya fotomodelên cîhanê re bikim. Lewma min karê fotomodeliyê kir. Ez serbilind im, ku malbata min bi temamî piştgirî didin min. Ev bûye sedem da ku ez pêngavên baştir biavêjim. Bi wêrekî ser astengiyan de diçim. Min qet hest bi nbejnkurtiya xwe kekiriye. Ji ber ku malbata min ez fêrî baweriya bi xwe kirim. Piştî malbatê jî heta hetayê ez xwe deyndarê Komeleya Bejnkurtan dibînim, ku wan ez fêrê hêvî, geşbînî û gelek tiştên din kirim. Wan ez fêr kirim, ku armancên me ji kesên asayî gelek zêdetir e. Vê jî deriyê kilîla xewnên min li pêşiya min vekir.”

 

Kejan Hesen jinekê fotomodel e û Niyan li cem wê fotografer e û karê modelîstiyê dike. Niyan dibêje: “Ez pir ji karên Kejan asûde me, hez dikim li cem wê kar bikim.”

 

Daxwaza nîmayîş û reklaman jê dikin

 

Niyan behsa wê yekê dike, ku li gelek deveran jê re daxwaza reklam, nimayîş û wênegirtinê tên. Lê ew naxwaze her der bibe cihê karê wê. Lewma diyar dike: “Ez hez nakim her roj li ser ekranan bim. Dixwazim kêm û pûxt derbikevim. Ji xwe hema kî xwest nabe ez ji bo karê wân amade bim. Divê mirov seng û giraniya xwe bizene û her derek jî ne hêja ye mirov tê de kar bike.”

 

Fotomodêla kurd heta niha di çend reklaman de cîh girtiye. Li ser van jî dibêje: “Ez hez nakim cilên li dûrê çand û civaka me li xwe bikim. Ji ber ez takekesekê vê civakê me û ew jî bi çavên rêz û heskirinê li min dinerin.”

 

Niyan Ezîz pir ji hunerê hez dike, lê ew amade ye di oxira zewaceke bi eşq û evîn de dest ji karê hunerî berde. Lewma dibêje: “Eger hevjîniya min bi mercê dest jê berdana karê hunerî be, dest jê berdidim. Ew jî eger pileya xoştivitiya ji bo min di pileya eşqê de be û rêz û heskirinê bide min, lê niha heta niha jî zewac di bernameya min de nîne.”

 

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
944 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-09-26 7:40:51 AM
Sipas ji Cenabê te Kak Mislim...mixabin ta niha we Sîyasetek xelt hember PDK û Başûrê Kurdistanê bi rêve dibir, lê Şokra Xwedê niha hûn jî bi...
Namdar | 2017-09-26 9:10:51 AM
Dest Xwesh Kaka Saleh Muslim... Ka gelo li kîjan dewletên îro de Partîyên navxoyî ne dijberî hev in... Li Fransa Gelo PS û FN û RP û hemû yek...
Salih Muslim: YPG amade ye li kêleka gelê kurd li Başûrê Kurdistanê be
| 5 demjimêr berê | (2)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-09-26 7:44:58 AM
@Rudaw...Rudaw çima Silêmanî têda nîye?! Qey ji Silêmanî Rêfêrandum bi rêve neçû?! Ji kerema xwe di Warê Sîyasî û Rojnamevanî de bêlayen bin, Dinya...
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-09-26 7:54:34 AM
@Rudaw...Rudaw ev gişt Amarên Destpêké ne...Amarên Destpêkê ne ew qas giringin...kengî wê Rêsultat (Encam, Amarên dawî) wê belav bibin?!
Başûrê Kurdistanê ‘Serxwebûn’ hilbijart!
| 5 demjimêr berê | (2)
Mir | 2017-09-25 9:01:59 PM
Nabe, "… di referandumê de çawa dixwazin wisa deng bidin.". Va tê wateya bê berpirsîyarî ye,ku bê axlakîye. Mîrovekî serokpartî û Kurd bi êrkên xwe...
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-09-26 6:08:23 AM
Gotinek heye dibêje: Eger Tirên (Qîtar) bi Rê ket, divê mirov xwe bi lez pêxe, nexwe êdî derenge û mirov nikare sîwarê Tirênê bibe, weca Rewşa...
Serokê Giştî yê Tevgera Goran dengê “erê” da
| Duh vî demî 11:07 | (3)
Namo | 2017-09-25 8:58:47 PM
Gelo ji ber çi we rêz li ber referandome Scotland girt wek camêr, inca ^ew tirs li dil we ji bo me Kurdan e... Gelo Piccot-Sykes û darizandina gelê...
Tori | 2017-09-26 5:47:33 AM
Îngiliz en teres we carekê em parçe kirin. Helbet hun bi vè guhertinê nerazîne. Serxwebun u 100 cara serxwebun
Brîtanya: Me pêşniyar kir, Kurdan qebûl nekir
| 15 demjimêr berê | (2)
0.39 seconds