Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

Ehmedê Xanî û dewleta Kurdî

Ji aliyê Besam Mistefa 14-9-2017
Rûdaw
Hewlêr (Rûdaw) - Xewn û daxwaza dewleteke kurdî kevin e. Ronakbîr û helbestvanên Kurd berî sedan sal girîngiya dewletê û pêwistiya hebûna wê ji miletê xwe re diyar kirin û di nav dîwan û berhemên xwe yên edebî de bicih kirin.

 
Bi taybetî Helbestvan û fîlosofê Kurd yê neteweyî Ehmedê Xanî berî nêzîka 400 salî, behsa dewleta kurdî kir û bi awayekî eşkere û vekirî pêdiviya dewletê ji gelê Kurd re anî ziman.

 
Helbestvan û zanyarê Kurd yê mezin, kurdperwerê bêhempa Ehmedê Xanî dabû pêşiya dema xwe û berî belavbûna bîr û baweriyên netewperwerî û dirustbûna dewletên neteweyî, ji gelê xwe wateya dewletbûnê bilêv kir û xwest ku Kurd şiyar bibin û hizr û ramanên neteweyî û evîna welat û niştimanperweriyê di nav wan de belav bibe.

 
Dema Kurdistan ji bo cara yekem bi riya Peymana Qesra Şîrîn hat parçekirin, Xanî ew peyman şiband tarîbûna roja Kurdan û bi peyvên watedar derd û hawara Kurdistanê wiha vegot: "Tasek ji vê ava zelal, nadim bi hewza kewserê. Levhatina Qesra Şîrîn, jê nabînim tu meferê. Piştî roja me bû tarî, mirin xweş e ji emberê."

 
Di demekê de ku hê jî fikir û ramanên neteweyî li dinyayê baş zelal û belav nebûbûn, Xaniyê mezin û bîrbir pêşbînî kir wê Kurd ji ber nebûna dewleta xwe ya serbixwe çi êş û zehmetiyan bikişînin. Bi taybetî bi hebûna dijmin û neyarên pir li çarmedor û nebûna yekîtî û tifaqê di nav Kurdan bi xwe de.

 
Xanî tifaq û yekîtiya gelê Kurd dike mercê sereke yê avabûna dewleta serbixwe ya kurdî û wiha dibêje: "Lew pêk ve hemîşe bêtifaq in. Daim bi temerrud û şiqaq in. Ger dê hebûya me ittifaqek. Vêk ra bikira me inqiyadek. Rûm û ereb û ecem temamî. Hemiyan ji me ra dikir xulamî. Tekmîl dikir me dîn û dewlet. Tehsîl dikir me ilm û hikmet."

 
Xanî destana xwe ya nemir Mem û Zîn jî kir behaneyek da tê de fikir û hizrên xwe yên neteweyî bîne zimên. Armanca wî ew e ku Kurdan ji tamara xewê rake û berê wan bide rizgarî, serxwebûn û ronahiyê. Zîn sembola heyvê, azadî û Kurdistanê ye. Mem gelê Kurd e û Zînê di roja Newrozê de nas dike. Mem dixwaze bigihe Zînê, ango Kurd dixwain bigihin azadiyê, dixwazin bigihin Kurdistanê.

 
Xanî dibêje: "Şerha xemê dil bikim fesane. Zînê û Memê bikim behane. Nexme we ji perdeyê derînim. Zînê û Memê ji nû ve vejînim."


Şîrove

 
kardox | 15-9-2017
Xwedê mala hewe hezar caran ava bikatin kako Besam ê pir hêja u zana. Ez nemirdim u bînî ku kes u kesayetyek a delal u rêzdar peyda bû u kurdan ji vê rastî agahdar kir ku me kurdan Xanî ê mezin hebû ku bery sedan salan u bery her kesek gengeşe êd mijara serxwe bûna Kurd u Kurdistanê kirî ye. Ditina ev peyamê kurdênî a resen ji fêrkarek ji fêrgeha kurdênî a rojava pir bi pir ji chê xwe da ye u ji we re pîroz bit, ezbenî. Ba min ev çend êk ji nîşan u hêma ên nezanî u bê emegî ye ku Xanî u felsefe êd wî ji mer serwery ya neteweî u dewlet hatye ji bîr kirin. Xanî sedan sal bery azar u êş u bêbextya sed salên dumahy u ji demek de ku dema teratênî xêleky turk u tatar u megul bû, dewletê neteweî ji kurdan re dexast. Hivî dikim, ji dil re, ku peyamên we ser kurdênî a rasteqîne bihête pêzanîn u bang u dad u xwistinên neteweî ên Xanî, Xana, Hacî, Qania, Bêkes, Qedrî can, Cigerxûn, Hejar, Ahmed Moxtarî Caf htd bihêt bistin. Şahî u zemawendê serxwe bûn dibe ku de jêr ala u xame u hizrên pêşrewên serxwe bûna Kurdistan bit sazkirn u rêkxistin. Weky din be bextê ye ji dirok u meznên me u mirandina gringî u barê mêjûî a mijarê serbexoî ya kurdistanê ye.
1798 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
0.343 seconds