Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

Romana Cihûyên Kurdistanê hate nivîsandin

Ji aliyê RÛDAW 14-11-2017
Romama Şûrê Mûsa ya Sabîr Reşîd
Romama Şûrê Mûsa ya Sabîr Reşîd

Hewlêr (Rûdaw) – “Şûrê Mûsa” navê romana nû ya nivîskar Sabîr Reşîd e û biryare di demekê nêzîk de bigihe bazaran.


Romanivîs Sabîr Reşîd ji Rûdawê re ragihand, roman ji çar beşên sereke pêk tê û di nava her beşekî de de beşên cuda hene.


Sabîr Reşîd amaje bi wê yekê kir, ku temaya sereke ya romanê li ser jiyana Cihûyên Kurdistan û Iraqê ye û bûyerên di romanê de hatine behskirin jî di navbera salên 1947 û 1951ê de li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û navçeyên Koyê û Şeqlawa derbas dibin. Lê dema romanê bi flaşbak û vegotin heta roja me ya îro dirêj dibin.


Romana Şûrê Mûsa 192 rûpel e û biryare di demekê nêzîk de ji aliyê Rêveberiya Ragihandin, Çap û Belavkirinê ya Hewlêrê ve tê çapkirin û belavkirin.


Nivîskar Sabîr Reşîd, di sala 1957ê li navçeya Şeqlawe ya Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1981ê de  Koleja Yasa û Ramyarî ya Zanîngeha Bexdayê xilas kiriye. Di sala 1981ê de dest bi nivîsînê kiriye.

 

Sabir Reşîd sernivîserê kovara "Mem" û endamê desteya nivîskarên kovara "Dengare" bû ku li Şeqlawe derdiketin. Herwiha rêveberê nivîskarên kovara "Herêma Kurdistan" û endamê desteya nivîskarên "Nivîskarên Nû" ye.

 

Romanivîs Reşîd heta niha 15 pirtûkên lêkolîn û rexnekirinê nivîsîne û çend pirtûkên wê yên roman, çîrok û lêkolîna wêjeyî jî ji bo çapê amade ne.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Roman, Sabîr Reşîd, Cihû
173 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.203 seconds