Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

Stranbêjê kurd bi rêya Rûdawê peyamekê dide Anne Marie

Ji aliyê Emîn Aba 16-9-2017
Rûdaw

Stenbol (Rûdaw) - Mehmet Elî Şulan, bi navê xwe yê hatiye nas kirin Mehmedê Cizîrî, ku bi rêya bernameyekê telefonî li gel stranbêja navdara Brîtanî Anne Marie, duetek drist kiribû gihaşt hêviya xwe û li stenbolê beşdarî konserta wê bû. Vîdyo klîba Mehmed Elî û Marie bi milyonan car hat temaşe kirin.


Stranbêjl kurd Mehmet Elî Şulan peyama xwe dawiyê bi rêya Rûdawê ji Marie re dişîne.


Mehmed Elî Şulan ango bi navê xwe yê naskirî Mehmedê Cizîrî, jiyana wî bi strana 'Rockabye' ku bi rêya bernameyek telefonî bi hunermenda navdar a Birîtanî Anne Marie re got hat guhertin. Ev strana wan tenê di youtubê li ser 12 milyon carî hate temaşe kirin.


Piştî belavbûna vidyoya vê stranê, Anne Marie û Mehmedê Cizîrî bi rêya medyaya civakî dikevin têkiliyê. Medmed dibêje min ne zanî dê wusa belav bibaya.


Şulan wiha got: “Ev deh sal e ez vî karê muzîkê dikim. Jiyana min li Cizîrê ye, ez li Cizîrê ji dayik bûme û li Cizîrê mezin bûme. Şeva wê rojê ez li kafê bûm me muzîka xwe çêkir. Paşê ez vegeriyam malê seat 10.00aan de şiyar bûm. Tu kes li malê nebû min jî got ezê taştêyekî bo xwe amade bikim. Dema min taştê dixwar bi telefonê min temaşeyê Facebookê dikirin û ew bernameya bi navê Simule ket pêşiya min. Min sah kir ku tiştek cuda ye kêfa min jê hat. Dema min ceriband min lê nerî ku yekser Klama Anne Marie hat pêşiya min. Min jî stranek nivîsandî bû min lê nihêrî ku gellek bi ser hevûdu diçin û min jî dest pêkir got. Pişt re min avêt ser medyaya civakî û pir zû belav bû. Min texmîn nedikir wisa belav bibe."


Piştî ku ev strana wan ewqas nav da Anne Marie ji Mehmed re sipasiyê xwe  pêşkêş dike. Mihemmed dibêje Marie, gellek henûn bû nêzikatiyek xweş nîşan da.


Mehmed Elî Şulan wiha domand: “Piştî wê çar rojan di hemû qenalen de derket wê jî di hesabê xwe yê Twitterê 3-4 caran RT kiribû. Min peyamek jê re avêt lê mixabin bersiv neda. Stêrka cîhanê ye normal e peyama min nebîne. Piştî 10 rojên din peyama min dibîne û spasiya min kir. Min jî spasi kir û wusa sekinî. Ji bo konserê peyam ji hesabên min yên  sexte (fake) re şandi bû. Min nezanî. Paşê kesên wan hesaban vekirine bi min re ketin têkilîyê û gotin: "Brayê Mehmed wa ye ji te re peyam şandiye dixwaze bi te re konserê saz bike." Min bawer nekir. Ez kenîm lê duvre min vekir min lê nerî ku ji hesabê min ê Înstegramê jî şandiye. Paşê min bawer kir.”

 

Merie, bi peyamek li gel Mehmed dikeve têkiliyê jibo bi hev duetek li Stenbolê saz bikin. Mehmed,cara pêşî teklîfa Anne Marie reddike ji ber ku bilêta balafirê nikare peyda bike. Lê piştre dikeve yedekê di rêza bilêtan de û di jiyana xwe de yekem car li balafirê siwar dibe û berê xwe dide stenbolê.


Stranbêjê cizîrî got jî: “Ez çawa ji balafirê peya bûm-em heftê êvarî gihiştin- me prova mrova nekir. Em yekser çûn ser sehnê. Helbet berî wê em bi hev re hine axivîn. Me sohbet kir. Lê me prova nekir got ne hewce ye. Got: 'Ji xwe tu amadeyî.' Em wisa yekser derketin ser sehnê û me strana xwe bi hev re got. Ez berê derketibûm sehna lê ne wisa yê mezin. A rastî xweş bû."


Mehmedê Cizîrî, dibêje piştî ev sitran belav bû xelkê dît ku zimanê Kurdî çi balkêş e û li gel îngilîzi çiqas xweş li hev dike. Mehmed, peyama xwe ya dawiyê jî bi rêya televîzyona me ji Anne Marie re radigihîne.


Şulan wiha peyama xwe da: “Min û Marie bi hev re klibek çêkira dê gellek başba. Mirov xeyal dike û li du xeyalên xwe diçe. Ezê jî dê li du wê xeyala xwe herim. Ev daxwaza min ya dawiyê ye. Eger çêbibe ew jî ji me re straneka Kurmancî bêje hê çêtir dibe. Ez îngilîzî ew kurmancî pir çêtir bibe."


Mehmed Elî, bavê du zakon e, li Cizîrê dijî û debara xwe bi stranbêjiyê birêve dibe. Ew vê xebata xwe wek xizmetek ji zimanê Kurdî jî dibîne û pê re serbilind e.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

MAJEED | 2017-10-23 10:38:57 AM
Bre kafirler
Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Mafên kurdan nedane
| Duh vî demî 10:18 | (1)
mardinov | 2017-10-23 8:29:49 AM
bi çi wijdan, bi çi ahlaq, bi çi rumetî? Gelo li tevahîya dinyê xiyanetek bi vî rengî heye?
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-23 10:15:49 AM
Bi Xwedê te Sêdarê ji bidin her kême Bavilê Xaîn...piştî van hemû şehîdbûna Pêşmerge û Kurdên Sivîl çewa tû dibêjî Rêkeftin bi rûmet bî hey Xwêrî!...
Pavel Talebanî: Rêkeftineke birûmet bû
| Duh vî demî 10:39 | (2)
cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
kürd | 2017-10-23 8:23:52 AM
hasaooooooo playzi her kürde bı namus u bı şeref daykete nasbıke küre kahpe beji iraniye Humeyni nağleti hatıbı malave dı harba 81 de beji ...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| 22-10-2017 | (2)
Adalet | 2017-10-23 5:18:03 AM
Waaaaaaaa, we cirand bavo. 600 CE???? Dewleta Irakê und Hedda Sabi kesi nakûje. EV agahdari derewin!!!!!!
Zêbarî: Heşda Şeibî 600 Kurd li Kerkûkê û Xurmatoyê kuştine
| Duh vî demî 12:17 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.328 seconds