Kobanî bi berxwedan û wêraniya xwe derbasî sînemayê dibe

17-01-2017
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çîroka Kobanî bi dawê nehatiye, çîroka bajarekî ye, ku li seranserê cîhanê dengvedaye, kes tine ye Kobanî nas neke, Radio Kobanî yek ji bgelgefilmên yên navdar e ku di festîvala belgefilmên navneteweyî ya Amsterdam ligel belgea filma keçên Êzdî di navbera 16 û 27ê Mijdarê beşdar dibe

 

Kobanî, di dema êrîşa DAIŞê de, rastî felaketeke mezin hat. Bajar wêran bû, xelkê wê ku tu caran nizanibû koçberî çi ye, koçber bû, malbat ji hev ketin, her yek bi aliyekî de çû, bûne penaber.

 

Bajar, di encama berxwedaneke mezin a Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê de û şervanan  û bi alîkariya hêzên hevpeymanan, hate rizgarkirin û xelk hêdî hêdî vegeriya malên xwe.

 

Kobanî bû fîlm, Kobanî bû stran, bû helbest, bû roman. Romanivîsê Kurd Jan Dost romanek bi navê Kobanî nivîsand, û niha li ber weşanê ye.

 

Yek ji derhênerên Kurd Rêber Doskî ye, du dokumenterên gelekî hêja li ser Kobanî çêkir, yek ji wan bi navê Radio Kobanî û ya din li ser Qenasekî ye ku nêçîra çekdarên DAIŞê dike.

 

DAIŞ li Kobanî nema, lê êşeke mezin li dû xwe hişt, ew êş çiqasî kûr be, lê Kobanî dizanin çawa birînên xwe derman bikin, dengê stranên wan li damarên wijdana mirovan dixe, ev stran ji dil derdikeve û xwe ber dide nava dilên mirovan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst