Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

Xelatên Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê hatin parvekirin

Ji aliyê RÛDAW 17-9-2017
Pêncemîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê

Duhok (Rûdaw) – Êvara roja Şemiyê 16-09-2017, Pêncemîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê bidawî bû û xelatên festîvalê hatine parvekirin.

 

Pêncemîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê, ku roja 09-09-2017, dest pê kiribû, duh êvarî 16-09-2107, bidawî bû.

 

Di festîvalê de bi giştî 131 fîlm hatin temaşekirin lê 48 fîlm ketin pêşbaziyê. Festîvala îsal di dema ahengên mezin ên giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê de çêbûn.

 

Fîlm û derhênerên ku xelat wergirtin ev in:

 

- Xelata Parêzgeha Dohokê ji fîlma “Havîbûn” a derhêner Hekar Ebdulqadir.

 

- Xelata Baştirîn Kurtefîlma Kurdî,  ji bo fîlma “Tama kevroşkê” a derhêner Kardo Mensûr.

 

- Xelata Pelê Mêwa Zêrîn ji bo baştirîn kurtefîlma “Alan” a derhêner Mistefa Xandumkat.

 

- Xelata Baştirîn Fîlma Dokûmentarî ya kurdî ji bo “Birayên bê deng” a derhêner Hekar Ebdulqadir.

 

- Xelata Pelê Mêwa Zêrîn a ji bo Dokûmentarî ji bo “Radyoya Kobanî” a derhêner Rêber Doskî.

 

- Xelata Pelê Mêwa Zêrîn a ji bo Baştirîn Dokûmentarî cîhanî “Zeart of Muvîng” a derhêner Lîlyana Marînhu.

 

- Xelata bîner ji bo “Xewna beriya mirinê” a derhêner Fikrî Berojî.

 

- Xelata Baştirîn Kameraman ji bo Turac Aslan a wênegirê fîlma 14ê Tîrmehê.

 

- Xelata baştirîn aktrîsta jin Evîn Ehmed.

 

- Xelata baştirîn aktora zilam ji bo 5 aktorên fîlma 14ê Tîrmehê.

 

- Xelata baştirîn senaryo ji bo fîlma “Bêdengiya Şîn” a derhêner Bulent Ozturk.

 

- Xelata baştirîn derhênerî kurd  ji bo Cemîl Mefaxrî bi fîlma “Ez ji bo we hinaran berhev dikim”

 

- Xelata baştirîn fîlma kurdî ji bo fîlma “Beyond dreamis” a derhêner Rojda Şekersoz.

 

Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê bi awayekî serbixwe, her sal di meha Îlonê de tê pêkanîn. Festîval di heman demê de li Rojhilata Navîn weke “pêşbaziya sînemayê ya herî giring” tê dîtin. Ji Kurdistan û cîhanê gelek fîlm beşdarî festîvalê dibin.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Festîval, Fîlm, Duhok, Xelat
1200 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| 13 demjimêr berê | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| 16 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| Duh vî demî 02:39 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| Duh vî demî 10:25 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.438 seconds