Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

Akademîsyenên kurd kovarek bi ingilîzî weşandin

Ji aliyê RÛDAW 17-11-2013
 Damezrêner û kordînatorê KSNê Welat Zeydanligolu
Damezrêner û kordînatorê KSNê Welat Zeydanligolu

 

Ergülen Toprak 

New York (Rûdaw) - Tora Lêkolînên Kurdî (Kurdish Studies Network) ku toreke bi rêya têkiliyên li ser emailê ye û derdora hezar akademîsyenên kurd danûstandinan li ser dikin, kovareke zanistî ya bi navê “Kurdish Studies” bi zimanê ingilîzî weşand. Hat zanîn ku dê ji bo hejmarên pêş yên kovarê bi hevkariya zanîngehên kurdan werin weşandin, wê têkilî werin danîn.

 

Damezrêner û kordînatorê KSNê Welat Zeydanligolu ji Rûdawê re diyar kir ku ev cara yekemîn e ku bi zimanê ingilîzî bi şêweyekî zanistî kovarek derbarê Kurdan de derdikeve. Zeydanlioglu herwiha destnîşan kir ku hemû babetên di kovarê de destpêkê ji hêla pirsporan ve li ber çavan re têne derbaskirin û kovar dikare li ser înternetê (kurdishstudies.net) jî were xwendin. 

 

Welat Zeydanlioglu bi bîr xist ku wan par meha cothemê li Hewlêrê di dema Kongreya Kurd ya Cîhanî de biryar wergirtine ku kovareke bi vî şêweyî derînin û piştî salekî ew gihiştine encama vî karî.

 

Nivîsa destpêkê ya hejmara yekemîn ya kovara Kurdish Studies kurdologê navdar Martin van Bruinessen nivîstiye. Herwiha 4 nivîsên babetî derbarê Kurdan de jî hene. Ji bilî wê, 6 nivîsên derbarê pirtûkên di dama dawî de derbarê Kurdan de hatine nivîsandin jî dikarin werin xwendin. Kurtiya van nivîsan ya bi zaravayên kurmancî û soranî jî di kovarê de hatine weşandin.

 

Li ser naveroka kovarê jî Welat Zeydanlioglu ev agahdarî dan:”Kurdnas Marti van Bruinessen derbarê lêkolînên li ser Kurdan de hem dîtinên xwe tîne zimên û hem jî bi kurtî behsa dîroka van xebatan dike. Ew herwiha behsa kamilbûna lêkolînên kurdî û pêşveçûnên vê derbarê de jî dike û rola erênî ya Kurdish Studies Networkê ya girêdayî heman mijarê jî dinirxîne. Ew di nivîsa xwe de destnîşan dike ku êdî haya akademîsyênên li ser Kurdan lêkolînan dikin bêhtir  ji hev heye û bi kovarê gaveke cidî ya disiplînî hatiye avêtin. Ji bilê wê jî çar meqaleyên din hene; Derya Bayir babete di hiqûqa navnetewi de çarenûsa netewan nîqaş dike.  Andrea Fisher-Tahir awirekî diavêje li ser çapemeniya Başûrê Kurdistanê ya nivîskî û hûrbîniyên derbarê ka ev medya çawe cih dide Enfalê rêz dike. Choman Hardi ji nava dîroka femînîstiya li Başûrê Kurdistanê analîzekî dike. Ya dawî jî profesor Ofra Bengio ku derbarê Kurdan de gellek pirtûk nivîstine, digel hevkarê xwe Bruce Maddy-Weitzman danînberheva diyasporaya kurdan û ya berberiyan dikin. Ji bilî van, di kovarê de li ser şeş pirtûkên ku di dema dawî de derbarê Kurdan de hatine nivîsandin analîz/rexne têne kirin.

Ji hêla din ve Zeydanlioglu  da zanîn ku ew ê li konferans û pêşangehan jî kovara xwe bidin nasîn: “Wekî mînak, vê mehê li Libnanê derbarê Kurdan de konferansek heye, emê kovarê li wir jî bidin nasîn.”

Zeydanlioglu derbarê xebatên zanistî yên KSNê jî got ku ew dixwazin bibin navnîşana afirêneriya lêkolînên li ser Kurdan yên bi zimanê ingilîzî û wiha pê de çû: “Di nava armancên me de berfirehkirina vî karî, nûnertiya wê û bi taybetî jî destekdayîna akademisyenên ciwan hene. Em dixwazin di nava cîhana akademîk de cihê Kurdan jî nîşan bidin û berhemên vê derbarê de têne afirandin belav bikin.”

Derbarê siberoja kovarê de jî Zeydanlioglu da zanîn ku ew dixwazin hinek rêyan biceribînin û axaftina xwe wisa bi dawî kir: “Em dixwazin siberoja kovarê misoger bikin û herikîna nivîsaran ya ji bo kovarê berdewam bike. Ger di dahatûyê de derfet çêbibin, emê konferansên babetî lidarbixin. Herwiha emê ji bo bidestxistina materyalan ji bo kovarê bi sazî û kesayetên cûre re bikevin têkiliyê de û em dixwazin projeyan amade bikin. Di nava van de hinek zanîngehên li Ewropa û Kurdistanê jî hene.” 

 

Nîşankirin :
1920 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Baran B | 2017-06-21 1:53:39 PM
Madem babê wê ji Silêmanyê ye, ne ecîb û ne xerîbe ko ew dijî serxwebuna Kurdistanê ye.
Meredin | 2017-06-21 3:09:07 PM
Heger tu wan gotina tu diki, wilo xuiya diki Bave tê ne tî cuwamerê. Cimki wî Kurdaiyitî bi terê xes nedayê fehim kirin. Biji Serxwuabuna Kurdistanê...
Şaciwana Iraqê li dijî serxwebûna Kurdistanê ye
| 20-6-2017 | (7)
Zedan M. | 2017-06-14 7:14:56 AM
Tishtek bash ji mejiye aldaro dere Nina ,miroven parazit u xwe firosh gotin pere nabe .reka dur u direj kete pesh me kurden rojava ,em hevidaren ku...
Baran B | 2017-06-21 2:07:04 PM
Pkke û PYDe xodanê siyasetvanên wek Aldar .X ne. Her hinde mirf karît bêjît li ser pêŞniyara Aldarî.
Konfederalîzma xeyalî
| 16-6-2017 | (2)
serdar Budak | 2017-06-21 12:21:49 PM
slaw ez baverim dibê "nirxê sêrînî" bê nivîsin a ne " nirxê sêranî" roj bas. Dr Serdar ji Stockholm
Li Dêrika Hemko nirxê şêraniyê li gorî nirxê şekir e
| Duh vî demî 02:52 | (1)
lolozano | 2017-06-20 4:54:10 AM
Heta bi nûhe,gelek kesan ji Serwerên Kurd Rola Barzanî bilind nas kirine!Û berê, li dijîyê bûn!Ji wan Şeyx Ceefer Mistefa Rola Barzanî an Ferman û...
Fereydûn Ebdulqadir: Divê Barzanî destpêşxeriyekê dest pê bike
| 20-6-2017 | (1)
0.25 seconds