Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

Li Tirkiyê par 413 pirtûkên kurdî hatine çapkirin

Ji aliyê RÛDAW 18-4-2014
Pirtûkên kurdî
Pirtûkên kurdî

Enqere (Rûdaw) – Li Tirkiyê, par pişka çap û weşanên pirtûkan bi zimanî kurd tenê 0.87% bûye û 413 pirtûkên kurdî hatine çapkirin û weşandin.

Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyê (TUÎK) amarên Hijmara Pirtûkan a Standart a Navnetewî (ISBN) ya 2013an weşand.

Li gor amarên ku hatiye belavkirin, tê dîtin ku meteryalên di 2013an de hatin weşandin li gor 2012an ji sedî 11,1 zêde bûn. Li Tirkiyê par 42 hezar û 655 pirtûk hatin weşandin.

Hijmara pirtûk û kitêbên elektronîk yên par hatine weşandin jî li gor pêrar gellekî zêde ye û weşandina kitêbên elektronîk ji sedî 537 zêde bûye.

Di heman demê de weşangeran bi tevahî ji bo 47 hezar û 352 meteryelan ISBN kirî. Ji van 42 hezar û 655 kitêban, hezar û 981 kitêbên elektronîk (DVD, VCD, CD), 2 hezar û 299 kitêbên elektronîk ên ku bingeha wan web e, 21 nexşe û 383ê jî meteryelên din in.

Zimanê weşanan ji sedî 91 tirkî, ji sedî 5,5 îngilizî û ji sedî 3,5 jî bi zimanên din e. Weşanên kurdî yên ku di nav zimanên din de cih digrin jî tenê ji sedî 0,87 e.

Pirtûkên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin û bi nimareya ISBNyê ve par li seranserê Tirkiyeyê hatine weşandin 413 heb in.

Di nav 413 kitêbên kurdî de 196 kitêb di beşa wêjeya mezinan de, 105 kitêb di beşa çanda mezinan de, 44 kitêb di beşa wêjeya ciwan û zarokan de, 26 kitêb di beşa perwerdehiyê de, 23 kitêb di beşa akademîk de û 19 kitêb jî di beşa baweriyê de hatin weşandin.

Nîşankirin :
3025 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.406 seconds