Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

Ji Yilmaz Ayan klîba referandûmê

Ji aliyê RÛDAW 19-9-2017
Yilmaz Ayan klîba Belê bo referandûma Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê ji Bakûrê Kurdistanê Yilmaz Ayan, ji bo piştgiriya referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê klîba “Belê bo referandûma Kurdistanê” amade kir.

 

Her ku dema referandûma Başûrê Kurdistanê nêzîk dibe, piştgiriya ji bo serxwebûna Kurdistanê jî mezintir dibe. Hunermend, rewşenbîr û siyasetmedarên her çar parçeyên Kurdistanê banga “erê” ji bo referandûmê dikin.

 

Hunermendê ji Bakûrê Kurdistanê Yilmez Ayan jî strana xwe ya bi navê “Belê bo referandûma Kurdistanê” kire klîp.

 

Derbarê vê karê xwe yê nû de hunermend Yilmaz Ayan ji Rûdawê re ragihand: “Serxwebûn xewna hemû kurdan e û xewneke hezar salî ye. Bi vê referandûmê kurd di dîroka xwe de yekemîn car e ev hinde nêzîkî serxwebûn û azadiyê bûne.”

 

Yilmaz Ayan balkişande ser giringiya piştgiriya her alî ya ji bo referandûmê û got: “Referandûma Başûrê Kurdistanê pêvajoyeke pir giring e ji bo hemû beşên Kurdistanê. Kilîla gihiştina mafên xwe ye ji bo gelê kurd. Lewma divê kurdên li hemû cîhanê piştgiriya referandûmê bikin.”

 

Hunermendê kurd diyar kir, ku giringe hunermend jî weke pêşengên civakê ji bo vê pêvajoya dîrokî erk û berpirsiyariya xwe bicîh bînin û wiha axivî:

 

“Weke hunermendekî ji bo piştgirî û bangaşeya vê pêngava dîrokî, min jî ev klîp amade kir. Em bi dil û can ji bo referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê dibêjin belê.”

 

Peyvên vê stranê yên helbestvan Mihemed Oreyî ne û awaz yê Yilmaz Ayan e. Herwih di stranê de hunermend Aynûrxan jî vokalîstiyê dike.

 

Strana “Belê bo referandûma Kurdistanê” di stûdyoya Çar Lorîn a Hewlêrê de hatiye tomarkirin.  

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Azad Dîlokî | 2017-10-16 4:19:59 PM
Ez nehletê li hêzên hevpeymanîya navdewletî dikim. Gelê kurd divê ev ixaneta we û deq dolabên we li gel Iran a hov û dirinde li dij gelê kurd bi...
Hevpeymaniya Navdewletî: Tevgera li Kerkûkê bi hemehengiya me bûye
| 16 demjimêr berê | (1)
muhammed | 2017-10-16 12:49:30 PM
rast e li ba iran ırak heşd in. baş bu ku ruye we ye reş derket hole,gele me we nas kir.
bakur | 2017-10-16 1:47:18 PM
Erê Hêro tu dibêjî qey Kurd hemû bê hiş û aqil in û xiyaneta te û kurên te Pavel û Lahor nabîne.. Kurd û Kurdistanî hergîz vê xiyaneta we ya dîrokî...
Hêro Îbrahîm Ehmed: Endamên malbata min li eniya şer in
| 18 demjimêr berê | (5)
lolozano | 2017-10-15 8:21:01 AM
Xebatkarê hêja Azad Cindîyanî!Gotinek Îranîyên kevin li ser Kurdan heye dibêjin;Heger,tû dixwezî ji Kurdan,rêzgar bî,hinekan ji Kurdan bike Mar û...
SÊ FAKTOR - Çima Bexda li gel Hewlêrê danûstandinan nake?
| Duh vî demî 10:09 | (1)
Serdar | 2017-10-14 10:12:33 PM
Her bijîîî, kurdinûsên me navdar bûne :)
Trendeke nû li ser medyaya civakî:  Kurdînûs
| 14-10-2017 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.406 seconds