Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

Fîlma derhênerê Kurd rikeberiya fîlmên Hollywoodê dike

Ji aliyê RÛDAW 20-1-2019
Fîlma Kurdî heta niha 30 xelatên cuda yên navnetewî wergirtine
Fîlma Kurdî heta niha 30 xelatên cuda yên navnetewî wergirtine

Derhênerê Kurd Danî Darîn ev 11 sal e li Brîtanyayê dijî, lê dibêje her tim  dil û bîrên wî li Kurdistanê ne. Fîlma herî dawî ya Darîn a bi navê “16/03” li Amerîka û welatên Ewropayê heta niha 30 xelatên cuda yên navnetewî wergirtine.

 

Fîlma Darîn niha ji bo Xelata Netewî ya Brîtanyayê ligel fîlmên Hollywood  û çend fîlmên ewropî ketiye pêşbirkê.

 

Derhênerê Kurd dîmenên fîlma xwe li Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê tomar kirine. Ew dibêje li Herêma Kurdistanê ji aliyê aborî ve ti kesî alîkariya wî nekiriye.

 

Danî Darîn derbarê vê fîlma xwe û xebatên xwe yên din de hevpeyvînek ligel Rûdawê pêk anî.

 

Çi ciyawaziya fîlma “16/03” heye ev qas xelat wergirtine?

 

Mijara fîlma “16/03” komkujiya Helebce û hevrikiya aliyên siyasî û kesên bêguneh çawa bûne qurbaniya biryarên wan e. Armanca sereke ya vê fîlm ew e ku binpêkirên û tawanên mafên mirovî yên li Helebceyê li civaka cîhanê bide zanîn. Vê fîlme bandoreke zêde li ser wan kesên ku temaşeyê vê fîlmê kirine çekiriye. Her ji ber vê çendê beşdarî gelek festîvalên navnetewî bûye û xelat wergirtine.

 

Fîlmê heta niha çend xelat wergirtine?

 

Fîlma me heta niha 30 xelatên wergirtine. Herwiha heta niha jî di festîvalên navnetewî yên Amerîka û welatên ewropî de wek berbijêra xelatan tê nîşandan. Ez di wê baweriyê de me ku dê hejmareke zêde xelat werbigire.



 

Rast e, ev fîlm ji bo Xelata Netewî ya Brîtanyayê bûye berbijêr?

 

Belê rast e, ev fîlm ji bo 4 beşên Xelata Netewî ya Brîtanyayê ya ku wek "The National Film Awardis UK" tê zanîn bûye berbijêr. Fîlma me rikeberiya fîlmên bihêz en Hollywoodê dike ku budçeya wan zêdeyî 200 milyon dolar e. Lê fîlma me bi budçeyeke kêm û alîkariya xwebexşan hate berhemanîn. Tevî vê yekê jî di beşên wek baştirîn senaryo, baştirîn fîlma aksiyon, baştirîn fîlma dirêj û baştirîn fîlma serbixwe bûye berbijêr.

 

Tu pêşbînî dikî fîlma we yek ji wan xelatan werbigire?

 

Hêvîdar im bikaribim navê Helebce di vê festîvala mezin de bibim li ser dikê. Ew xelat dê bi şêwaya dengdana xelkê û lijneya jûrî bê diyarkirin. Ez ji bîneran hêvî dikim ku dengê xwe bidin fîlma me daku bibin alîkar derhênerekî Kurd vê xelata girîng werbigire.



 

Armanca sereke ya çêkirina fîlmê çi bû?

 

Çend armancên çêkirina fîlmê hebûn. Yekem armanca min ew bû ku ez trajediya li Helebceyê bixeme li ser şaşeya sînemaya cîhanî û li festivalên navdewletî nîşan bidim. Ligel vê yekê min xwest bala hunermed, sînemakar û stêrkên cîhanî bikişînim li ser vê doza rewa ya gelê Kurdistanê. Duyem jî min xwest ku dîrok, cihên geştyarî û ciwaniya erdnigariya Kurdistanê bidim nîşandan ku ev di fîlmên Kurdî zêde li ber çavan nayê girtin. Min xwest ku wan şopên terorê rakim û aramiya li Kurdistanê bidim xuyandin. Mixabin heta niha jî cîhan bi nêrîneke cuda li me dinêre.

 

We budçeya fîlmê xwe çawa pêk anî?

 

Budçeya fîlmê nêzîkî milyonek û 200 hezar dolaran bû. Ji sedî 25ê budçeyê kompanyekî Brîtanî bû alîkar. Di peydakirina beşa din de jî çend dost û hevalên dilsoz bûn alîkar. Min hez kir ku wek dilsozekî ji bo Helebce fîlmê çêkim. Mixabin li Herêma Kurdistanê ji aliyê aborî ve kesî alîkariya me kir. Li çend deran hat nivîsandin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çêkirina vê fîlmê pere dane me lê tiştek bi wî rengî nîne kesî alîkariya me nikir.



 

Fîlm li Hewlêr û Silêmaniyê hat nîşandan, pêşwaziya xelkê çawa bû?

 

Fîlm li gelek welatan hat nîşandan û xelatên girîng bidest xist û rastî eleqeyeke baş hat, lê mixabin li Hewlêr û Silêmaniyê eleqeya pêwîst nedît. Lê baweriya me ya ji bo doza gelê me yê rewa zêde bûye. Ez dixwazim ji gelê xwe re bibim alîkar. Ez ji malbata xwe ferî vê tiştê bûme.

 

Di çêkirina fîlmê de li Kurdistanê ki ji we re bû alîkar?

 

Gelê Helebce û karmedên Monomênta Helebce ji me re bûn alîkar. Lê Şaredarî û asayişa Helebceyê berevajoyê vê yekê ew ji me re bûn asteng. Herwiha sînemagerên li Silêmaniyê jî ji me re bûn alîkar û ez bi tabetî spasiya wan dikim. Herwiha spasiya Rêveberiya trafîka Hewlêrê dikim û Rêveberiya Balafirxaneya Navnetewî ya Hewlêrê dikim ku ji me re gelek bûn alîkar.



 

Lîstikvanên fîlmê Kurdên an jî kesên biyanî têde rol wergitine?


Cureya fîlmê aksiyon, drama û polîsî ye û nêzîkî 2 saetan e. Li Kurdistan û Brîtanyayê me dîmenên wê tomar kirin. Lîstikvan ji sedî 80 Brîtanî ne û ji sedî 20 Kurd in.




Danî Darîn kî ye?

 

Navê Danî Darîn ê rast Helmet Selah e, û di sala 1980an de li gundê Kelekanî yê ser bi navçeya Qeladizê ya Silêmaniyê ji dayîk bûye. Ji sala 2002yê li Brîtanyayê dimîne û karê derhêneriyê dike. Danî Darîn di çend fîlmên Brîtanî û Hollywoodê de rol wergirtiye.



  

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.937 seconds