Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

VÎDEO - Belgefîlma pêşmergeyekî temaşevanan mat dike

Ji aliyê Ala Şalî 21-11-2017
Festîvala Navdewletî ya Belgefîlman a Amsterdamê

Amsterdam (Rûdaw) – Dokûmentara bi kurdî ya bi navê “THE DEMINER”, ku besa çîroka lehengiya 14 salên pêşmergeyekî dike, di nava 280 fîlmên Festîvala Navdewletî ya Belgefîlman a Amsterdamê de, weke yek ji “baştirîn belgefîlm” hate destnîşankirin.

 

Di Festîvala Navdewletî ya Belgefîlman a Amsterdamê de, mêhvanên ku li fîlma kurdî ya bi navê “THE DEMINER” meyze dikirin, mat bûn. Dîmenên belgefîlmê pir bi xwîn û teqînên bombeyan bûn. Di dîmenan de behsa Iraqa piştî rejîma Sadam Husên tê kirin, ku kurdekî wêrek û canfeda, ji bo parastina hemû neteweyan bêyî cudakarî, jiyana xwe dixe nava metirsiyê, li ser hev mayinan û bombeyan pûç dike.

 

Belgefîlm çîroka 14 salan a lehengekî kurd ê bi navê Eqîd Faxir nîşan dide. Di nava 280 belgefîlmên Festîvala Navdewletî ya Belgefîlman a Amsterdamê de, THE DEMINER jî bi tevê 15 fîlmên herî baş hate destnîşankirin.

 

Berpirsa belavkirina fîlman di festîvalên cîhanî de Sara Ruster dibêje: “Dema min li belgefîlmê temaşe kir, min dît ku çîroka wî pir bi hêz e. Taybetmendiyeke bi hêz ê wî mirovî heye. Divê di festîvalên navdewletî de were nîşandan û cîhan jî bibîne.”

 

Eqîd Faxir pêşmergeyekî Kurdistanê ye. Ew bavê 8 zarokan e. Çendîn car ji ber karê xwe ji mirinê rizgar bûye. Di dema teqîna mayinekî de lingekî xwe wenda kiriye. Lê dîsa jî dest jê bernade û li dijî çekê herî xeter û metirsîdar şer dike. Bi playsekî bombeyan pûç dike.

 

Wêrekî û zîrekiya wî qehremanî, bi awayekî mêhvanan mat dike. Ew dibêjin, divê ev belgefîlm weke belgeffîlma herî baş were hilbijartin.

 

Mêhvanekî festîvalê dibêje: “Ew mirovakî mezin e, mînak e, ji bo parastina jiyana mirovan, jiyana xwe dixe nav metirsiyê de. Mînaka aştiyê ye da ku kesên din dersan jê derbixin. Birastî hêjayê xelata fîlma herî baş e.”

 

Belgefîlmên di vê festîvalê de dikarin sê xelatan werbigrin. Xelata dokûmentera herî başi, xelata jûrî û xelata temaşevanan.

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Camér rast gotiye | 2019-01-15 9:28:27 PM
Enstûtiya Kurdî ya li Parîsê erka balyozxaneyekê dibîne. Di warî kulturî de jî gelek xebat hatine kirin. Herwiha rola Enstûtiya Kurdî ya li Parîsê di...
Gerard Shaliyan: Pêwendiyên Fransa û Kurd dîrokî ne û dê berdewam bin
| Duh vî demî 11:59 | (1)
Bernas | 2019-01-12 4:27:23 PM
Çi hêf, çi hef, ku hemshrîya min, ji malbata min bona xizmetkarê dewleta kûr, ku rojak tenê bo Kurd û Kurdistan sher nekirîye, pishta xwe her tim...
zedan | 2019-01-15 8:01:06 PM
ki gotiya ocalan de gerdtigihe deya ? ew li ba patrone xwe ye u cihe wi pir xweshe u li gor dile wi ye .hemu listika li ser sere me kurda degerinen...
Rewşa Parlamentera HDPê Leyla Guven gehiştiye asteke krîtîk
| 12-1-2019 | (2)
mustafa | 2019-01-15 5:49:05 PM
ji bo neyên Kushtin, deste serkirin û dezgirkirin....ya rast ji ev e ku roja dawîn werin eshkerekirin.
HDP çima namzedên xwe eşkere nake?
| 4-1-2019 | (1)
Ali As | 2019-01-15 9:18:55 AM
Kurdnino naha hûn dibînin kû Ola Îslamê dijminê we je jî, hûn Kurd wek Misilmanan nayên dîtin Dev jê berdin!!!!
El-Colanî: Tehrîr El-Şam nabe rêgir li berdem operasyona Tirkiyê
| 15-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.563 seconds