Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

Li Hewlêrê televîzyoneke taybet bo zarokan hat vekirin: Zaro TV

Ji aliyê RÛDAW 22-12-2013
Hewlêr-Zaro TV
Hewlêr-Zaro TV

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kurdistanaê, televîzoyneke taybet bo bernameyên zarokan ji aliyê hikûmetê ve hat vekirin. Televîzyon bi navê Zaro TV ye û îro dest bi weşanê kir. Televîzyon dê bi kurmancî, soranî û zazakî bernameyên xwe biweşîne.

Televîzyoneke taybet bo bernameyên zarokan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat avakirin.

Televîzyon dê bi kurmancî, soranî û zazakî weşanê bike.

Wezîrê Çandê yê Herêma Kurdistanê Kawa Mehmûd, Parêzgarê Hewlêrê Newzat Hadî û gellek parlamenter, hunermend û rojnamevan beşdarî merasîma vekirina kanala Zaro TV bûn.

Berpirsyarê Weşana Giştî yê Zaro TVê Helgurt Mihemed Elî di axaftina xwe ya vekirinê de destnîşan kir ku vekirina televîzyoneke zarokan zor e û wiha got: "Ji zarokên me yên ku pêşeroja me ne re kanalek hat vekirin. Ev yek bi rastî jî, ji vekirina kanaleke nûçeyan zortir e.”

Helgurt Mihemed da zanîn ku piştî xebateke 6 mehan wan karîne dest bi weşanê bikin û wiha axivî:“Me bernameyên ku zarokan kêfxweş bike û di heman demê de jî wan perwerde bike amade kirin. Zarokên kurd yên li Iraq, Tirkiye, Îran, Sûriye û welatên ereban dijîn dikarin Zaro TVê temaşe bikin. Ji bo vê em li ser Turksat, Nilesat û Hotbirdê weşanê dikin."

Wezîrê Çandê Kawa Mehmûd jî diyar kir ku wan kanala zarokan ya ku her kes li bendê bû, vekirin û spasiya kesên ku keda wan gihiştiye vê xebatê, kir.

Şîrove

 
xorto | 22-12-2013
ji kerema xwere frekansa we bi weshenin. spass
Nîşankirin :
3339 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.312 seconds