Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

Rojanemegeriya kurdî li Rojavayê Kurdistanê

Ji aliyê XALİD CEMİL MİHEMED 23-4-2015
Rûdaw

 

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî rojnameya (Kurdistan), ku 22ê Nîsana 1898an, li ser destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan, li Qahîreyê derket, rojnamegeriya kurdî li Rojavayê Kurdistanê ji Kovara Hawarê dest pê kir.

Li Rojavayê Kurdistanê jî hejmarek ji kovar û rojnameyên kurdî derketin, li gel wan jî di van çend salên dawiyê de malper, radyo û televizyon ketin warê ragihandina kurdî.

15ê Gulana 1932an, Kovara (HAWAR) ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve, li Şamê derket. 57 hejmar jê derketin.15ê Tebaxa 1943an rawestiya.

01ê Nîsana 1942an, Kovara (RONAHÎ) ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve, li Şamê derket. 28 hijmar jê derketin. Adara 1945an rawestiya.

Yekemîn car bû, di dîroka rojnamegeriya kurdî de, ku kovareke kurdî bi wêne tê weşandin. 3ê Gulana 1943an Kamîran Bedirxan rojnameya (ROJA NÛ) li Beyrûta paytexta Lubnanê, derxist. 73 hejmar jê derketin.

27ê Gulana 1946an (ROJA Nû) rawestiya. Rojnameyên ku ji aliyê Bedirxaniyan ve derketin mizgîniya damezrandina rojnamegeriya kurdî bûn. Herwiha ew şoreşeke serketî bûn, di ziman, wêje, rewşenbîrî û rojnamegeriya kurdî de. Dîzayn û derhênana wan jî, li gorî pîvanên cîhanî yên wê serdemê bûn, ku tevî astengiyan, ew bi awayekî ciwan û bi rêkûpêk derdiketin.

Derbarê dîroka rojnamegeriya kurdî li Rojavayê Kurdistanê, nerînên têvel û cuda hene, ku her nivîskar û şirovekarek vê rojnamegeriyê bi awayekî dinirxîne.

Hin dibînin ku rojnamegeriya kurdî, piştî qonaxa Bedirxaniyan, di warê parastina zimanê kurdî de, xwedî bandoreke erênî bû. Nifşekî din dibîne ku bandora vê rojnamegeriyê li ser zimanê kurdî bi awayekî nerênî bû, bi taybetê ku ev rojnamegerî, piştî vê qonaxê, bi zimanê erebî derket.

Bi damezrandina yekemîn partiya siyasî ya kurdî li Sûriyê, rojnameya vê partiyê, sala 1958an bi navê (DENGÊ KURD) derket. Bi sedema girtina serkirdeyên vê Partiyê, sala 1960an, rojnameya (DENGÊ KURD) rawestiya, lê bi giştî ev rojname, bi nerîna hin çavdêran, ne li gorî pîvanên rojnamegeriyê bû. 01ê Çileyê 2013an 4 rûpelên kurdî tevlî yên erebî bûn, êdî (DENGÊ KURD) ne xurû bi zimanê kurdî bû.

Bi dûrketina rojnamegeriya Rojavayê Kurdistanê, ji zimanê kurdî, ev rojnamegerî kete ber rexneya rewşenbîrên kurd. Êdî ziman yek ji pirsên sereke ye di vê çarçoveyê de, ku rewşenbîr dixwazin bi rêya rojnamegeriyê zimanê kurdî jî biparêzin.

Pûşbera 1968an Kovara (GULISTAN) li ser destê Seydayê Cegerxwîn hate desrxistin.

Sala 1979an, yekem hejmara kovara (Gelawêj) derket, lê bi sedema parçebûna (El-Partî) (Gelawêj) bû du (Gelawêj). Bi wateya ku bandora rewşa siyasî li ser rewşa rojnamegeriyê hebû.

Lê ji aliyekî din ve jî, li gorî çavdêran, bandora rojnamegeriyê li ser rewşa siyasî hebû. Adara 1983 Kovara (STÊR) derket. Sala 1994an rawestiya.

Rojnamegeriya kurdî li Rojavayê Kurdistanê di gellek qonaxan de derbas bû, lê ev rojnamegerî cihê rexneyê bûn ji aliyê hin rewşenbîran ve.

Nîşan bi wê yekê tê dan ku piştî Şoreşa Sûriyê dezgehên ragihandinê pir bûn, êdî malper û radyo jî hatin vekirin, lê dîsa ev kar dikeve ber rexneyê ku bi piranî, rojnamegeriya kurdî li Rojavayê Kurdistanê nikarîbû xwe ji bin sîbera partiyên siyasî derxîne û bi awayekî serbest û serbixwe kar bike.

Piştî Şoreşa Sûriyê jî rojnamegeriya kurdî li Rojavayê Kurdistanê nikarîbû bi azadî û serbestî berdewam bike.  

Adara 1989an, Kovara (GURZEK GUL) ji aliyê herdu nivîskarên kurd (Konê Reş) û (Ebdulbaqî Huseynî) ve derket. Lê Tîrmeha 1991ê Kovara (ZANÎN) derket.

Ligel kêmasiyan jî, rojnamegeriya kurdî bi demê re di pêşketin û pirbûnê de bû.

Sala 1993an Kovara (PIRS) kete meydana rojnamegeriya kurdî.

Lê her ew jî di heman rewşa rojnamegeriya kurdî de bû, ku astengî û kelem li pêşiya wê hebûn.

Bi sedema siyasetên hikûmeta Sûriyê, rojnamegeriya kurdî li Rojavayê Kurdistanê kete ber astengî û zehmetiyan. Ji wan astengiyan jî aliyê darayî û teknîkî, ligel aliyê asayişî ku baca karê rojnamegeriyê, di serdemeke dirêj de giran bû.

Hejmarek ji rojname û kovarên din belav bûn, weke kovara (Bihar), ku tenê 7 hejmar jê derketin û sala 2002an rawestiya.

Kovara (ASO) jî sala 1992an ji aliyê Siyamend Ibrahîm ve derket.

Kovara (ZEVÎ) ku Adara 2001ê ji aliyê Arşevê Oskan, Mihemed 'Îsa û Mîdasê Azîzî ve derket. Ew jî gihişte 10 hejmaran, lê sala 2003an rawestiya.

22ê Nîsana 2012an jî Kovara (PÊNÛSA NÛ) derkeket.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê li diyasporayê jî kar di rojnamegeriyê de kirin û çend kovar li derveyî welêt derxistin.

Rewşa rojnamegeriya kurdî ya vê serdemê li cem hin çavdêran bi awayên rengereng tê nirxandin.

Paşeroja vê rojnamegeriyê, bi nerînên rengereng tê pêşbînîkirin, lê bi ser vê yekê de jî, geşbînî di vî warî de peyda dibe.

Ji bilî van nimûneyan, bi dehan kovar, rojname û belavokên kurdî li Rojavayê Kurdistanê peyda bûn, herwiha malper û sayt jî ligel hin dezgehên radyoyê, roleke wan a berçav di vî warî de tê pelandin.

Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê çaverê ye rojnamegeriya kurdî bi rastî bibe desthilata çarem ji boyî ku bi rola xwe rabe û peyama xwe bigihîne armancan.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Mamo | 2018-12-16 5:26:36 PM
Bi hêvîya encamek erênî ji danustandinên we. Welatparêzên Kurdistanê li bendê ne kû hêzên sîyasî û leşkerî li Rojavayê Kurdistanê helwestek hevbeş...
Hêzeke
| 16-12-2018 | (1)
Shirwani | 2018-12-15 8:02:54 PM
Ev xuwezalandin tishteki pirr piroze ji bu kurdistané Hividarim kurd giringiye bidné u pishve binin. Serkevtin ji kurdan re.
Bi wêneyan Navenda Xweşiqitandinê ya Mêrga Botanê ya Colemêrgê
| 15-12-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Amed MOL | 2018-12-14 1:34:28 PM
Alan tu shashî bira! Di encamên nezanîn u nexwendinê dibe wek te bira. "SOZ" bi bingehîn u bi zimananîî ya xwe Kurdîye.Tirk evaya kirine " SÖZ" ma wê...
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (2)
osman | 2018-12-14 9:07:20 AM
Ji bo whatsappa kurdî îmze bavêjin. Bila whatsapp bibihîse. ---------------- whatsappa kürtçe dil desteği eklenmesi için imza kampanyası. Whatsapp...
AMED - Salona şanoya
| 29-11-2018 | (1)
0.594 seconds