Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Çand û Huner

'Berpirsên MBC daxwaza lêborînê ji kurdan dikin'

Ji aliyê RÛDAW 30-4-2013
Hevserê Perwaz, Goran Salih: Piştî bernameyê, Ahlam daxwaza lêborînê ji Perwaz kir
Hevserê Perwaz, Goran Salih: Piştî bernameyê, Ahlam daxwaza lêborînê ji Perwaz kir

Barzan Mihemed

Hewlêr (Rûdaw) – Xelkê Kurdistanê, şevên înê bi coş çavên xwe dibin ser ekrana MBC, ku li ser wê ekranê keçeke kurd ji Hewlêrê derdikeve û di (Arab Idol) de ango: Erebê nimûne, bi kurdî û erebî stranan dibêje û zora hemû keç û kurên ku beşdarî di bernameyê de kirine, dibe. Lê endameke komîteya nirxandina bernameyê, bi gotinên xwe, dilê Perwaz û pirraniya gelê kurd şikand, lê belê wê ji Rûdawê re sond xwar ku mebesta wê piştgirtina Perwaz bû ne ku sivikpêkirina wê bû.

Şeva îna borî, li qonaxa berî dawî ya bernameya (Arab Idol), piştî ku hunermendê Libnanî yê navdar Raxib Alame, ku endamê komîteya nirxandinê ye, got: Perwaz xelkê Kurdistanê ye, hunermenda Îmaratî Ahlam al-Şemsî, ku yek ji endamên komîteya nirxandina bernameyê ye, berê xwe da Perwaz û bînerên bernameyê û got: “Ez divim bêjim Perwaz ji Iraqê ye, ez dijî wê yekê me ku were gotin Perwaz ji Kurdistanê ye, çiku Kurdistan parçeyekî nayê veqetandin ji Iraqê ye.”

Herwiha Ahlam got “Em berdewam dibêjin, Sûriye, Iraq, Mexrib, lê belê em nabêjin Kurdistan, ez dijî vê têgihê me, ez dixwazim li vir paşnavê Perwaz Iraq be ne Kurdistan be.” Ahlam gotina xwe berdewam kir û got “Îro, bi rastî ez dixwazim peyameke hezkirinê rêbikim ji Iraqê re, ji ber ku çend dengên xweş ji Iraqê beşdarî di bernameya Arab Idol de kirine.”

Van gotinên Ahlam naveroka bernameyê, ji bernameyeke hunerî bo bernameyeke siyasî, veguhast û beşekî mezin ji ereban destxweşiya Ahlam kirin û beşekî din jî dijî gotinên wê derketin. Medyakara ereb Rena Midhet Ahlam rexne dike û dibêje “Perwaz keça welatê xwe ye, ziman, netewe û ala wê hene, nabe ku huner û asta hunerî were piştguhkirin û êrîş li ser ala wê were kirin.”

Ahlam li ser rûpelên Facebookê û Yotubê ji hêla kurdan ve rastî rexneyên tûj hatibû û xortên kurd çendîn komênt dijî wê nivîsandibûn. Di bernameyê de, Perwaz bi gotinên Ahlam kenî û got “Ez ji Kurdistanê hatime.” Piştî dawîhatina bernameyê, hevserê Perwazê, Goran Salih pêwendî bi Perwaz re kir û jê pirsî ka helwesta berpirsên kanala MBC çi ye. Goran ji Rûdawê re got “Ahlam û berpirsên kanala MBC daxwaza lêborînê ji Perwaz kirine û Ahlam gotiye mebesta min ne ti tişt bû.”

Goran Salih dibêje “Perwaz daxwaz ji berpirsên MBC û Ahlam jî kir ku divê bi fermî daxwaza lêborînê bikin û ger na wê helwesta wê hebe, lewra soz dane ku di bernameya îna bê de, li ser ekrana kanalê daxwaza lêborînê bikin.”

Piştî van gotinên Ahlam, beşekî mezin ji kurdan dixwazin ku Perwaz ji bernameya Arab Idol vekişe, çiku li wir sivikî bi navê Kurdistanê hatiye kirin. Lê belê xortekî bajarê Hewlêrê bi navê Çawşîn Hurmizyar komêntek nivîsiye û dibêje “Ez ji xelkê kurd dixwazim ku gotinên hişk beramber Perwaz bikar neynin çiku piştrast bin ku di qonaxa dawî de ew dê bersiva Ahlam bide.”

În û Şemiya borî, du xelekên bernameya Arab Idol birêve çûn ku Perwaz Husên, bi navê Kurdistanê, beşdariyê di vê bernameyê de dike û heta niha pileya yekem bi dest xistiye. Welatî jî dikarin bi nameyên kurt piştgiriya beşdarên bernameyê bikin.

4 milyonan li Iraqê deng dan wê

Birayê Goran Salih, Sefîn Salih ji Rûdawê re got “Ji hemû Iraqê, 4 milyon û 320 hezar deng ji Perwaz re hatine şandin, bi vê yekê jî, dikare pileya yekem bi dest bixe.”




Niha 9 kes ku 3 jê keç in, çûne qonaxa dawî ji bernameyê û biryar e ku îna bê qonaxa dawî birêve here.

Perwaz Husên, xwendekara qonaxa çarem a kolêja hunerên ciwan li Hewlêr e û bo yekem car stranan dibêje. Sefîn dibêje “Ji Perwaz re, me projeyê mezin bo siberojê heye, lê belê niha ne dema eşkerekirina projeyê ye.”

Di hefteyekê de, 6 milyon bînerên vîdyoyên Perwazê hene

Li gor amareke malpera Yotubê, bêhtir ji 6 milyon kesan li seranserê cîhanê, bi taybetî welatên ereb, li vîdyoyên Perwaz Husên, a ku di bernameya Arab Idol de beşdarî dike, temaşe kirine.

Herwiha, tenê di heftiya borî de, milyonek û 500 hezar stranên Perwaz Husên di malpera Yotubê de hatine barkirin.

Beşekî mezin ji nivîskarên ereb gotar û şîrove li ser beşdarbûna Perwaz Husên belav kirine, û beşekî ji wan weke karekî baş nirxandine. Nivîskarê ereb Ûrêb al-Rentawî di gotareke xwe de ku di rojnameya Al-Destûr a Urdunî de hatiye belavkirin, berevaniya nasnameya hunerî û netewî ya Perwaz dike û dibêje “Çawa gelê kurd beşdariyeke bilind di bingehên şaristaniya erebî û îslamî de kiriye, bi heman şêweyî rola wî di hunera erebî û îslamî de hebû, lewra pêwîst e, em bixêrhatina Perwazê li nav vê bernameya erebî bikin.”

Herwiha di beşekî din de ji gotara xwe dibêje “Niha xortên ereb bêhtir Perwaz Husên nas dikin wek nûnera kurdan, ne Abdullah Ocalan, Ebdilbasit Seyda û Xesan Hîto. Perwaz balyoza kurd a niyetên pak e li welatê ereban.”

Ahlam ji Rûdawê re: Bi xwedê mebesta min ne sivikpêkirin bû

Li ser pirseke edîtora medya civakî ya toreya Medyayî  yaRûdaw Riweyda Mistefa, li ser toreya civakî Twitter, hunermenda Îmaratî Ahlam al-Şamsî, bersiva wan êrîşên ji aliyê welatiyên Kurdistanê ve li ser toreyên civakî tên ser, da. Sedema van êrîşan ew bû ku Ahlam di bernameyê de got ku ew razî nabe ku ji Perwaz re were gotin xelkê Kurdistanê ye, lê belê xelkê Iraqê ye, çiku Kurdistan beşek ji Iraqê ye.

Piştî ku duh 21.04.2013, Riweyda Mistefa diltengiya welatiyên Kurdistanê li ser Twitterê belav kir, Ahlam bersiv da û ji Riweyda re nivîsî “Bi xwedê mebesta min ne sivikpêkirin bû, lê belê mebesta min piştgirtina Perwaz bû, ez wan tiştan ji mafê wê dibînim, lê gotina kirî pirr mezin e.”

Şîrove

 
Aldar Doski
Aldar Doski | 2-5-2013
silav. birastî Şerme RUDAW van îdîa belav dike çewa hûn dikarin Hûnermendek hêş negehaî wek serkirdek netewî binav diki ev cihê şermizarîyê birêz ABDULAH OCALAN yek ji wan 100 kesên herî bibandore li cîhanê hûn çewa pêl wijdana xwe dikin û dibêjin ew ne niwênerê kurd
Adriano | 3-5-2013
Gelo?!? hin caran mirov nizanin ango Rudaw dijmine anjî no, gelek caran mirov dukevê fikaran da gelo dijminên Kurdan di Rudaw de kar dikin ??
Alan | 10-5-2013
Dest xoshi l perwaz dikem gelek xizmeta huner u stran kurdi kr mina hunermendeki kurd.ev chi gotnin bijn vi berizy.
Nîşankirin :
5749 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19-1-2019 | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 19-1-2019 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.313 seconds