Pêşniyarên me ji bo çareseriya pirsa Kerkûkê rastî astengiyan hatine
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Îraqê `UNAMI` Raziye Aşûr, di vê hevpeyvînê de derbarê karên UNAMI li navçeyên cihê nakokiyê û nemaze meseleya Kerkûkê diaxive û dibêje ku UNAMI rola navçîkar naleyîze, lê piştgiriya danûstandina berpirs û ciddî dike û dom dike: “Em nikarin biryaran bidin, lê em piştgiriya her biryarekê dikin ku îraqî li ser lihev bikin.”
“UNAMI bi berdewamî hewl dide pêwendiyan navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê de bihêz bibin”
Rûdaw: Di sala 2007ê de biryara 1770 derket û daxwaz ji wî nûnerî Îraqê yê NY hat kirin ku li ser çareserkirina pirsa navçeyên cihê nakokiyê bixebite, ji hingî ve heya niha bo çareserkirina vê pirsê çi hatiye kirin?
Raziye Aşûr: Ew desthilata ku dane UNAMI li Îraqê, di warê hevkarî û şîretkirina aliyên siyasî yên Îraqê de ye û di vî alî de rola NY ew e ku diyaloga siyasî li Îraqê bihêz bike û bi rastî jî ev yek kiriye. UNAMI berdewamî hewl dide ku pêwendiyan di navbera hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî yên din de bihêz bibin û dîsa hewl dide ku pireya baweriyê di navbera wan de avabibe û bi vî rengî çareseriyekê bibînin,
Astengî çi ne ku derbarê çareserkirina pirsa navçeyên cihê nakokiyê têne pêşiya karê UNAMI?
Raziye Aşûr: UNAMI rola navçîkar naleyîze, lê piştgiriya danûstandina berpirs û ciddî dike. Lîderên siyasî yên Îraqê ji ezmûnên berê fêr bûne û ev ezmûn ligel derbasbûna demê bêtir jî geş dibe. Piştrast im ku danûstandina siyasî di navbera aliyan de berdewam dibe heya digihin çareseriyeke guncaw ku di pratîkê de bê bicihkirin. Em jî piştgiriyê didin da ku diyalog di navbera aliyan de bigihije encamekê.
Gava Steven de Mestora nûnerê sekreterê giştî yê NY li Îraqê bû, raporeke 500 rûpelî li ser pirsa navçeyên cihê nakokiyê amade kir û da Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê, bersiva wan li ser vê raporê çi bû?
Raziye Aşûr: UNAMI di danîna çend ramanên girêdayî navçeyên cihê nakokiyê beşdarî kiriye û ji bo dabînkirina alîkariya teknîkî û pêşkêşkirina pêşniyaran çareseriyeke baştirîn bo van kêşeyan daxwaz kiribin. Mînak UNAMI bo dariştina wan pêşniyarên ku xizmeta hemû aliyan dikin, çend pisporên navdewletî anîne. Dû re ji bo serokatiya civata nûneran û hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê hatine bilindkirin, me çend pêşniyar pêşkêş kirine, lê ji ber nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Îraqê de biryardana li ser van pêşniyaran rastî pirsgirêkan tê. Em niha ligel hemû aliyan bo nêzîkirina bîr û baweriyên wan kar dikin.
Hinek aliyên siyasî yên îraqî dibêjin madeya 140ê miriye, ji ber ku di dema xwe de ku dawiya 2007ê bû nehat bicîhkirin, bi baweriya we ev made miriye?
Raziye Aşûr: Îraqî bi xwe biryarê li ser vê yekê didin, lê dikarim bêjim ku lîderên Îraqê ji ezmûnên xwe yên berê fêr bûne û ligel derbasbûna demê ev ezmûn geş bûye û piştrast im ku danûstandin û diyaloga siyasî di navbera aliyan de berdewam dibe heya bigihin peymanekê.
Projeya UNAMI bo çareserkirina pirsa navçeyên cihê nakokiyê çi ye?
Raziye Aşûr: Ji xeynî hevkariya aliyên siyasî yên Îraqê di aliyê teknîkî de, em li ser wan kêşeyan şopandinê dikin. Mînak, niha tîmeke me ya mafê mirovan heye ku bo çareserkirina pirsên neçareserkirî û bo parastina xelkê sivîl û kêmjimaran kar dike. Berpirsiyaretiya wê jî di situyê hikûmeta Îraq û Herêma Kurdistanê de ye, li ser vê bingehê UNAMI di pratîkê de çavdêriya pêşhatan dike û ji wan binpêkirinên ku tên kirin hikûmeta Îraqê û aliyên têkildar agahdar dikin.
“UNAMI li Îraqê li gor rênîşanderî û şiyana xwe kar dike”
Kurd derbarê kêşeya navçeyên cihê nakokiyê rexneyan li karê UNAMI digirin û dibêjin pêşniyarên wan li gor vîn û xwesteka aliyê erebî ye, we heya çiqasî kariye di van meseleyan de bêalî bin?
Raziye Aşûr: UNAMI li Îraqê li gor rênîşanderî û şiyana xwe kar dike, ew jî pêşkêşkirina pêşniyaran e û hevkarîkirina hikûmeta Îraqê ye li ser daxwaza hikûmeta Îraqê bi xwe, bi vî rengî rola UNAMI sînordar e bi wê materyala ku dikare karên xwe pê bicih bîne.
Hinek alî dibêjin baştirîn çareserî bo meseleya Kerkûkê ew e ku bibe herêmeke serbixwe, hûn vê yekê wek çareseriyeke baş dibînin?
Raziye Aşûr: Em nikarin biryarê bidin baş e yan na, lê em piştgiriya her biryarekê dikin ku îraqî bi rêya lihevkirina li serê lihev bikin.
Pirsa navçeyên cihê nakokiyê kengî çareser dibe?
Raziye Aşûr: NY’î biryarê nade, lê dikarim bêjim di vê pêvajoya nazik a dîroka Îraqê de, divê lîderên Îraqê hemû şiyana xwe aktîf bikin da ku aramiyê biparêzin. Ev jî nayê bidestxistin ger li gor destûrê kar nekin.



Raziye Asuri kecika Asuriya ye u nejadparestik vekiri li hemberi kurdistane dike u naxwaze go kerkuk vegere ser axa xwe u xaka kurdistana bashur. Li Kerkuk li dervey namine we bikeve desta mala xwe u we vegere ser xaka xwe.
Nerîna xwe binivîse