Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Barzanî: Rêkeftina li gel Rosneftê dê baweriyê vegerîne bazarên Kurdistanê

Ji aliyê HÊVÎDAR EHMED 5-6-2017
Rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Rosneftê de
Rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Rosneftê de

Saînt Petersbûr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku rêkeftina li gel kompaya Rosneftê demdirêjî ye, di warê enerjiyê de ji bo rêkeftina li gel welatên din destpêkeke nû ye. Barzanî got, ku dê ev rêkeftin baweriyê vegerîne bazarên Kurdistanê.

 

Nêçîrvan Barzanî, ku ji bo beşdarbûna Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Saînt Petersbûrê çûbû Rûsyayê, di hepeyvîneke kurt de ji Rûdawê re behsa naveroka hevdîtina ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û giringiya rêkeftina ligel kompanya Rosneftê kir.

 

We ligel kompanya Rosneftê rêkeftineke mezin îmze kir. Sûdên vê rêkeftinê ji bo Kurdistanê çi ne?

 

Ev rêkeftineke bazirganî ye û ew dê li Herêma Kurdistanê kar bikin, sermayeya xwe bikar bînin. Rêkeftina ligel Rosneftê demdirêjî ye, ku Rosneft yek ji mezintirîn kompanyaya Rûsyayê ya di warê enerjiyê de ye. bi baweriya me, piştî wan salên ku rewşa aborî ya Kurdistanê xirab bû, ev rêkeftin dê bibe destpêkeke nû di warê enerjiyê de, herwiha ji bo pêşvebirina pêwedniyên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê de.

 

Ji ber hatina we û rêkeftina ligel Rûsyayê hêviyeke mezin çêbûye. Gelo ev rêkeftin ji aliyê aborî û darayî ve dê rewşa Kurdistanê çawa biguhere?

 

Em hêvîdar in, ku ev rêkeftin bibe destpêkeke baş ji bo pêwendiyên aborî yên demdirêj ligel Rûsyayê. Bêguman ev yek nîşana vegera baweriyê ye ji bo bazarên Kurdistanê, ku ev çendîn sal in li Herêma Kurdistanê pirsgirêk hebûn. Bi taybetî birîna bûdceyê, şerê DAIŞê, hatina milyonek û 800 hezar koçber, bibû sedema vê qeyranê. Piştî van pirsgirêkan, rêkeftin dê careke din baweriy3e vegerîne bazarên Kurdistanê.

 

Cenabê we ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn civîneke lûtke pêk anî, ku weke civîneke giring tê dîtin. Di vê civînê de we behsa çi kir? Di civînê de behsa pirtgiriya Kurdistanê hate kirin, ku hemû kurd li hêviya vê yekê ne?

 

Di hevdîtina ligel cenabê Serok Pûtîn de me behsa pêwendiyên dualî kir. Herwiha behsa pêşdebirina pêwendiyên aborî yên Rûsya û Kurdistanê kir. Mijareke din şerê teror û DAIŞ bû.

 

Piştî vê rêkeftinê, ku weke mezintirîn rêkeftina petrolê tê binavkirin, gotina we ji bo gelê Herêma Kurdistanê çi ye?

 

Em hêvîdar in, ku ev yek bibe despêkek di warê enerjî û hemû waran de ji bo rêkeftinên zêdetir ligel welatên din jî bibe destpêkek.

1087 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.468 seconds