Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Serbest Lezgîn: Agirbesteke fermî bi artêşa Iraqê re nîne

Ji aliyê RÛDAW 6-11-2017
Serbest Lezgîn
Serbest Lezgîn

Alîkarê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Serbest Lezgîn got, di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên iraqî de ti rêkeftineke fermî nîne.


Serbest Lezgîn derbarê daxwaza radestkirina deriyên sînorî Îbrahîm Xelîl û Pêşxabûrê bo hêzên iraqî de diyar kir ku ew herdu deriyên sînorî radestî Bexdayê nakin.


Lezgîn herwiha destnîşan kir ku hinek pêşmergeyên Yekîneyên 70yê yên bi ser Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ve li Kerkûkê û çend deverên din di dema êrişa Heşda Şeibî û hêzên iraqî de guhdarî fermana vekişandine nekirine û berevanî kirine û got jî di bin banê Wezareta Pêşmerge de lîwayên hevbeş dê bêne sazkirin.


Alîkarê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê da xuyakirin ku Bexda ji hêla Enbarê ve hêza xwe nêzîk sengerên Hêzên Pêşmerge dike û got, alîkariyên Amerîkayê ji bo pêşmerge bedewam in.


Serbest Lezgîn pirsên Rûdawê bersivandin.


Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê niha li ser çi danûstandinê dikin?


Danûstandin hatin kirin û em niha li benda bersiva Bexdayê ne. Ew baş li peyama têgihîştin ku em deriyên sînorî Îbrahîm Xelîl û Pêşxabûrê û çend cihên din ên ji bo ewlehiya Herêma Kurdistanê stratejîk in radestî hêzên iraqî nakin. Lê em amadene di çarçoveyeke danûstandineke siyasî de  bi wezaretên peywendidar ên Kurdistan û Bexdayê bi hevbeş li gel hevpeymaniya navdewletî îdareyê bikin.


Agirbest dê heta kengî berdewam be?


Weke fermî ti agirbestek nîne, eger ew êriş neken agirbest dê di partikê de hebe. Çimkî pêşmerge destpêşxerêya şer naxwaze. Di danûstandinan de me ji bo hemû herêmam daxwaza agirbestê kiriye lê hêj bersiva me nedane.


Helwesta Amerîkayê di van danûstandinan de çi ye?


Amerîka weke çavdêr û aliyê sêyem beşdarî guftoguyan dibe û dixwaze em bigihêjin rêkeftinekê. Amerîka jî têgihîştiye ku Heşda Şeibî wan herêman kontrol bike dê bibe cihê metirsiyê.


Barzanî di gotara xwe de anîbû ziman ew li hemberî helwesta Amerîkayê mat mayî bûye. Di danûstandinan de we gelî û rexneyên xwe li hemberî arasteyê Amerîkayê kir?


Amerîkayê bi çavên xwe dibîne Heşda Şeibî bi çekên wan êrişan dikin ku di heman demê de ew ji bo herkesî metirsî ne. Mixabin kontrola artêşa Iraqê niha di destê Heşda Şeibî de ye. Ne tenê artêşa Iraqê herwiha Heydar Ebadî jî di bin kontrola Heşda Şeibî de ye.

 

Fermandeya Operasyonên Hevbeş daxuyaniyek belav kir û ragihand pêşmerge wan dixapine û hewl didr sengerên xwe bihêz bike. Ev rast e?


Berevajiyê vê, wan sûd ji danûstandinan wergirt û operasyonên li rojavayê Enbarê Qaîm û Rawe bidawî kirin û bo şerê Kurdistanê amadekariyên xwe kir. Mebesta wan ew bû lewma daxuyaniyeke bi wî awayî belav kirin. Me ji şanda leşkerî ya Iraqê re ragihand ku pêwîst e ev danûstandin vegerin bo danûstandinên siyasî. Lê wan got, ew dê têne fermanên ji bo wan tê dayîn bicî bikin û ti peywendiyê wan bi pirsgirêkên siyasî ve nîne.


Ew komên Heşda Şeibî yên li hemeberî Hêzên Pêşmerge derneketine kî ne? Hûn nikarin ji wê hêzê û peywendiyên kurd û şîeyan sûdê werbigrin û şerî dûr bixin?


Wan stratejiyên xwe hene û di bin bandora Îranê de ne. Wan bawerî bi belavkirin û hinardekirina şoreşa îslamî ya Îranî heye. Stratejiya wan a Iraq, Sûriye, Yemen, Behreyn û Libnanê diyar e. Hinek grûbên Heşda Şeibî dixwazin kurd xizmetkarên wan be. Heger hinek kurd ve yekê qebûl bikin jî, lê em weke Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) qet qebûl nakin. Em ti caran nabin xizmetkarên Îran, Tirkiye, Iraq û aliyeke din. Ev çend bihêz bin jî bi qasî artêşa Sedam Hisên nikarin bihêz bibin. Me li hemberî Sedam Hisên stuy xwe xwar nekir, em li hember kesekê din jî stuy xwe xwar nakin.


Hûn pêşbînî dikin ku piştî operasyona Qaîm Heşda Şeibî û artêşa Iraqê dê êriş bike?


Komkirina hêzê û anî wan bo rojavayê Dîcleyê diyar e mebeseteke baş li pişta nîne. Heger wan biryar dan Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji hev veqetînin, ligel Tirkiyê rêbikevin û hewl bidin bi bikarnîna hêzê deriyên sînorî Îbrahîm Xelîl û Pêşxabûrê kontrol bikin, bêguman bi tundî emê bersiva wan bidin û bergiriyê bikin.


Weke tê zanîn Amerîkayê bi rêya Pêşxabûrê hêza leşkerî şandibû Rojavayê Kurdistanî. Helwesta Amerîkayê çi ye?


Veqetandina sînorên Rojava û Başûrê Kurdistanê derbeyeke mirinê ye li me dikeve. Lewma em qebûl nakin bi hêzên xwe bêne û wan deran kontrol bike. Bêguman alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê bi pesendkirina Herêma Kurdistanê bi deriyê sînorî yê Pêşxabûrê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Me bi zelalî ji Bexdayê re got, bi ti awayî em destûrê nadin Heşda Şeibî û artêş derbasî van herêman bibin. Bêguman bersivan jî dê hebe.


Hinek dibêjin bi têk şikandina du tankên Abrams ên amerîkî hevsengiya hêzê hatiye guhertin û Iraq ji çekên di destê pêşmerge de ne ditirse...


Artêşa Iraqê niha lêkolînê li ser çawa pêşmerge ew herdu tankên pêşketî teqandine dike. Me gelek mûşekên dijî tank û mûşekên din hene. Lê ez dubare dikim, çek amûrek e bo serkeftina di şerî de ye. Ji bo me ew şer, şerê bergirî û baweriyê ye.


Piştî bûyerên 16ê cotmehê behsa hilweşandina lîwayên hevbeş ên pêşmerge hat kirin. Gelo ev gotin rast e?


Heta niha ti lîwa nehatine hilweşandin, lê mixabin di bûyerên Kerkûkê de hinek lîwa yên bi ser Yekîneyên 70 ve cihê xwe berdan û paşve vekişiyan. Lê pêşmegeyên yekîneyên 80yê li cihên xwe ne û hinek erkên din lixwe girtine. Niha difikirin em dê wan lîwayan ji nû ve çawa dîsa saz bikin. Ti biryara hilweşandina lîwayan nîne. Ligel vê yekê hinek hêzên bi ser yekîneyên 70yê ve li cihên xwe man. Hinek hêzên li navçeya Dubîz venekêşiyan û gotin ew dê heta xala dawiyê jî şerî bikin. Herwiha hêzên li Başîkayê yên girêdayî yekîneyên 70yê jî li ser erka xwe berdewam in. Kak Kosret Resûl û kak Şêx Ceferî Mistefa ji bo yekalîkirina yekîneyên 70 hewl didan. Em jî li bendê ne ku herdu alî lîwayên hevbeş saz bikin.


Merce Amerîkayê ji bo piştevaniya pêşmerge ew  bû ku divê yekîtiyek hebe. Ew alîkarî hêj berdewam dike?


Belê, berdewam in.


Di bûyerên 16ê cotmehê de ew zanyarî li cem we nebû ku hûn li şûna hêzên cihê xwe valakirine hêzên din bişînin?


Bi rastî em agahdarî bernameyeke pêşwext nebûn. Di berbanag sibê seat 04.00ê de min bi Kak Kosret Resûl û Kak Şêx Cefer re gotûbêjek pêk anî û wan ji min re gotin ku ew ji nêzîk ve çavderiya rewşê dikin. Ji Şêx Cefer re gotine bi awayekî taktîkî paşve vedikêşin û dê li herçar dora Kerkûkê xendeqan bikolin. Lê piştre derket holê ku ew hêz paşve vekişane. Bûyerên 16ê cotmehê bandor li tevahiya amadekariyên pêşwext ên tevahiya herêmê kir. Li hemberî pêşmerge sengerên nû hatibûn vekirin. Heger bergirî bihata kirin rewşa îro dê ne wiha ba. Li Mehmûdiyê û Pirdê diyar bû bergirî çiqasî girîng e.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.515 seconds