Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Melayê Mizgefta Nûrî çîroka ragihandina xîlafeta DAIŞê vegot

Ji aliyê RÛDAW 8-7-2017
Mele Hemûdî Umer Hîlalî
Mele Hemûdî Umer Hîlalî

Hewlêr (Rûdaw) – Mele Hemûdî Umer Hîlalî ku li Mûsilê melayê Mizgefta Nûrî bû, çîroka roja ku Serokê DAIŞê Ebûbekir El Bexdadî xîlafeta xwe ragihand ji Rûdawê re vegot.

 

Roja 27ê Hezîrana 2014an de çekdarên DAIŞê ketin Mizgefta Nûrî û ji melayê mizgeftê Mele Hemûdî Umer Hîlalî re gotin ku li şûna wî yekî din dê xutbe bide. Kesê ku ji bo xutbeyê hatibû, Serokê DAIŞê Îbrahîm Ewad bû ku piştî du rojan bi navê Ebûbekir El Bexdadî hate nasîn. Piştî ku Ebûbekir El Bexdadî xîlafet îlan kir, ji gel xwest ku bey'etê bikin.

 

Çi wext haya we jê çêbû ku DAIŞ hatiye? Gava ew ketin Mûsilê şev bû, gelo beriya wê qet liv û tevgerek hebû?

 

Liv û tevgera wan li her çar aliyê Mûsilê dest pê kiribû. Em nêzîkî navenda bajêr bûn û li ser hatina wan agahiya me tune bû. Rojên ku hatin pêncşem û în bû, şemî jî betlane bû, wan rojan saziyên hikûmetê girtî bûn. Ew wê çaxê hatin nav bajêr.

 

Cara ewil we çawa fêm kir ku DAIŞ hatiye?

 

Şer dest pê kir û artêşa Iraqê paşve kişiya û piştre şaneyên nepenî derketin û dest bi liv û tevgerê kirin û herwiha hatina xwe îlan kirin. Ewên ku li derve bûn jî, ragihandin ku alîgirên wan li nav Mûsilê ne û piştgirî didin wan.

 

Yekem roja ku ew hatin, we li mizgeftê xutbeya xwe xwend? Rewşa wê demê çawa bû?

 

Yekem roja înê qedexeyeke nîvce ya hatûçûnê hebû, liv û tevger tune bû, tenê şer hebû. Ji ber vê xutbeya înê jî tune bû. Lê piştî wê înê, me dest bi xutbeyan kir.

 

Di destpêkê de helwesta DAIŞê li hember gel çawa bû?

 

Helwesta wan bi wî awayî bû ku tu ji wan hez dikir, lê piştî demekê derket holê ku gotinên wan tiştekî ye û kiryarên wan tiştekî din e.

 

Meha ewil, heta ragihandina xîlafeta DAIŞê, karûbarên Mûsilê çawa bi rê ve diçû?

 

Di destpêkê de bala xwe nedidan ser xelk û mizgeftan, bi tiştekî giringtir mijûl bûn, rewş bi awayekî asayî bi rê ve diçû, çimku dewleta wan hîna nû pêk dihat, bijareyeke din a gel jî tune bû, ti çareseriyeke din tune bû. Xelk jî jiyana xwe ya asayî berdewam dikir, kêfxweş bûn. Xelk rewşa ku têde bûn qebûl kiribûn. Ew zexta ku polîs û artêşa Iraqê li wan dikir, wisa kiribû ku ji aliyê gel ve çi dibe bila bibe, daxwaza guhertinek peyda bibe. Ev jî ji ber zêdebûna zext, destdirêjî, destserkirin û acizkirina gel li ser kar û cadeyan bû. Xelk dixwest guhertinek pêk were.

 

Roja ku Ebûbekir El Bexdadî hate Mizgefta Nûrî, çi cudahî hebû ji wan şeş salên ku we li wê mizgeftê xutbe xwendibû?

 

Ji ser hatina wan mehek derbas bûbû. Wê wextê gel ji guhertinê re tî bûn. Loma hestên wan aramî û asayî bû. Bi daxwazake mezin pêşwazî li Bexdadî kirin. Xutbeya Bexdadî tenê ji bo ragihandina xîlafetê bû, xutbeyên me jî li ser jiyana asayî ya rojane û pêwîstiyên gel bû. Lê xutbeya Bexdadî ji bo ragihandina xîlafetê bû û dixwestin diyar bikin ku xîlafet li vir e, da ku xelk bizane xelîfe li vir e û peyman bide wî.

 

Kesên ku li paş Bexdadî nimêj dikirin kî bûn?

 

Ez bi xwe wê rojê li wir bûm. Xelk weke her caran bi niyeta nimêjê hatibûn mizgeftê. Lê dema ku wextê nimêjê nêzîk bû, kesek hat û got “niha Şêx Îbrahîm Ewad dê ji we re biaxive” wê demê xelk fêm kir ku ew xelîfe ye. Ez li mizgeftê bûm. Ew hatin û ji min re gotin “ji bo xutbeyê melayê me heye”. Ne min pirsî melayê we kî ye û ne jî wan ji min re got ka kî ye. Navê wî aşkere nekirin û min jî got bila xutbeya xwe bide. Gava wextê nimêjê hat, min fêm kir ku dê kî xutbe bixwîne.

 

Wê rojê bi giştî rewş çawa bû, qet guhertinek li derdora mizgeftê rûda? Rewşa xelkê li derveyî mizgeftê çawa bû?

 

Di saet 09:00an de li mizgeftê liv û tevger dest pê kir. Endamên wan hatin nav mizgeftê. Dest bi pişkinîna mizgeftê kirin û li derve jî gelek endamên wan hebûn. Piştî wê xelk fêm kir ku yan tiştekî ecêb diqewime yan jî ji bo xutbeyê dê yekî were. Herwiha di wê demê de pêywendiyên me qut bûn. Asiacell, Korek, Zain (torên telefonê) hemû sekinîbûn. Êdî xelk hîs kir ku tiştekî heye. Gelek kes belav bûbûn û derket holê ku di wê rojê de dê bûyerek biqewime.

 

Kê ji te xwest ku tu xutbe nexwînî?

 

Kesekî bi navê Ebû Husam hate ba min û ji min re got “îro ji bo xutbeyê melayê me heye, tu îro nexwîne.”

 

Beriya vê gotinê, bi we re ketibûn têkiliyê yan rasterast hatin ji we re gotin? Şêwaza gotina wan çawa bû?

 

Na, bi min re neketibûn têkiliyê. Rasterast hatin nav mizgeftê û hemû deriyên wê vekirin. Deriyên ku qufil li ser bûn, qufilên wan şikandin û gotin “ji bo xutbeyê melayê me heye”. Beriya wê qet negotibûn. Tenê roja xutbeyê diyar kirin kesê ku dê xutbe bixwîne kî ye. Ji bo xutbeyê demeke kêm mabû û wê çaxê aşkere kirin û navê wî gotin.

 

Ji bo nimêja înê deriyên mizgeftê ji bo her kesî vekirî bûn, yan sînordar bû?

 

Na na, hatina xelk asayî bû. Tenê gava xelk dihat, li ser wan digeriyan û piştre dihiştin têkevin hundir. Herwiha ji xelkê dixwestin ku telefonên xwe bigrin.

 

Ew kesên ku li pey Bexdadî nimêj dikirin, di vîdeoyê de rûyê wan hatibû veşartin, ew kî bûn? Xelkê vê herêmê bûn yan ji derve hatibûn? Ji Iraqê bûn yan ji derveyî Iraqê?

 

Piraniya rêza pêşî endamên wan bûn. Ez nizanim serkirdeyên wan bûn yan ji xelkê asayî bûn. Çimku kes nizane, tenê endamên wan ên nêzîk dizanin kî serkirde ye, kî endamekî asayî ye. Lê ez dizanim di rêza pêşî de piraniya wan endamên wan bûn.

 

Gelo we ji nêz ve Ebûbekir El Bexdadî dît? Bi we re axivî?

 

Na, ew dema ku kete hundir, yekser çû jorê û xutbe da û piştî ku qediya, rasterast derket û çû. Gava derket gelek kes li derdora wî civiyan. Hinekan silav lê dikirin, hinekan ew maçî dikirin û hin kesan jî jê re dua dikirin. Qerebalixeke mezin çêbûbû. Gelek pasevanên wî yên çekdar jî li her çar aliyê ves ew dorpêç kiribûn. Ji ber vê ez nikaribûm nêzîk bibim.

 

Piştî xutbeya ragihandina xîlafetê berteka gel çawa bû?

 

Weke ku min got, xewna gel bû ku guhertinek pêk bê. Ev jî ji ber zext û guvaşa li ser wan bû. Loma hêviya gel ew bû ku bila yekî were û wan ji wê zexta li ser wan rizgar bike. Di destpêkê de gelek kesan ew weke mizgîniyeke xweş dîtin û qebûl kirin. Li ser xîlafeta îslamî jî, xewn û xeyalên xelkê hebûn. Lê xîlafeteke îslamî ya li ser rêya rast.

 

Piştî belavkirina wan vîdeoyên ku têde serê mirovan jê dikin, nêrîna gel çawa bû?

 

Xelk di destpêkê de ji dewletê tirsiyan. Piştî ku kuştin jî dest pê kir, guman çêbû. Derket holê ku gotinên wan tiştekî ye û kiryarên wan tiştekî din e. Êdî xelk dest bi fikirînê kir. Muameleya piraniya endamên DAIŞê gelek tund bû. Ji bo jin û zarokan jî, qet dilnerm nebûn.

 

Hûn weke melayê mizgeftê, we qet hîs kir ku ew xelîfeyê misilmanan e û li mizgefta we melatiyê dike?

 

Birastî min xîlafet hîs nekir. Çimku reftara endamên wan, heta beriya ragihandina xîlafetê jî û di navbera wan de jî tund bû. Eger endamekî wan bixwesta dev ji wan berde, wî didan kuştin. Ev jî tê wê wateyê ku tiştekî nepenî heye.

 

Danûstandina Bexdadî li gel melayan çawa bû?

 

Her wezîrek ji wezareta xwe berpirsyar bû. Dîwana Darayî ji karê xwe berpirsyar bû. Dîwana Mizgeftê jî ji melayan berpirsyar bû. Piştre wisa bû ku eger mele nebe endamê wan, bi awayekî ew mele ji karê xwe dihate dûrxistin. Tenê alîgir û endamên wan dikaribûn weke mele li mizgeftan xutbe bixwînin û nimêj bidin kirin.

 

Mijarên xutbeya roja înê kî dida? Mijar dihate diyarkirin yan hûn di hilbijartina babetê de azad bûn?

 

Min wê demê melatî nedikir. Lê haya min jê hebû ku xutbeyên wan bi awayekî nivîskî dihatin û hemû yek mijar bû. Hemû tenê xutbeyek dixwendin. Bawer nakim ku kesek biwêriya xutbeyê biguherîne yan jî beşek jê derxe. Çimku hemû bi lêpirsînê rûbirû diman û hetanî ceza jî dihate dayîn.

 

Çi di Bexdadî de hebû ku ev qas mirov li pey wî ketin?

 

Ti taybetmendiyeke wî tune bû. Taybetmedî di wan propagandayan de bû ku li ser medyaya civakî ji bo rêxistina xwe dikirin. Wisa bû ku xelk li ser xîlafet, îslam û asayîşê xewn û xeyal didîtin. Divê em jibîr nekin, ku li ser îslamê zanyariyên xelk lawaz bûn û ji ber vê jî gel dikişandin ba xwe.

 

Li Mûsilê ku DAIŞê desthilata wê girte destê xwe, ew hemû xelkên cuda yên ku ji welatên ciyawaz hatibûn, çawa bi hev re dijiyan? Weke ku DAIŞê nîşan dida, li Mûsilê jiyan asayî bû yan bûyer hebûn, lê nedihiştin derkeve derve û kesek pê bihese?

 

Wan peyman dabûn rêxistinê. Weke ew difikirin, pirgirêkên me tune bûn. Tenê ev hebû ku hin kes ditirsiya rixistin dev ji wan bernede û di nav hin tiştan de destwerdanê bike û her wisa jî kir.

 

Ji ber çi DAIŞê piraniya şûnwarên olî yên li Mûsilê teqandin? Sedema wê çi bû?

 

Ew wisa difikirin ku di nav wan mizgeft û şûnwaran de gor hene û cihên ku gor heye rê nayê dayîn, ku nimêj li wir were kirin. Ji ber vê jî digotin “ew şûnwar divê yan werin teqandin yan jî bi yekcarî werin hilweşandin”. Ev sedema aşkere ya hilweşandinê bû, lê eger sedemên nepenî jî hebin, em nizanin.

 

Gelo we qet hewl da rê li ber kiryarên wan bigrin yan jî bang li wan bikin ku wan cihan neteqînin?

 

Gava wan dixwest karekî bikin, ne ji xelkê dipirsîn û ne jî ji wan re digotin ka çi dikin. Te qet hîs nedikir mizgeftan bi teqemeniyan tijî kirine û diteqînin.

 

Li gor we ji ber çi teqandina Minareya Hedba xistin rojên dawî yên mayîna wan a li Mûsilê? Gelo ji ber ku ji bo wan pîroz bû û weke sembola ragihandina xîlafetê lê dinêriyan?

 

Mizgefta Nûrî yek ji sembolên bajarê Mûsilê ye. Minareya Hedba jî navê Mûsilê lê hatiye kirin û Mûsila Hedba dihate gotin. Li wir xîlafeta xwe ragihandin û heta dawiya nefesa xwe xîlafeta xwe parastin. Gava ku bêhêvî bûn û hêzên ewlehiyê nêzîkî wan bûn, wan jî teqand, çimku nedixwestin ji bilî wan kes li cihê ragihandina xîlafetê be. Ji aliyê hin endamên wan ve, ew der pîroz bû. Ev bûyereke ne xweş bû. Ji ber teqandina minarê, dilê me dişewite. Bêguman ew minare ji xwîna xelkê sivîl û şehîd û hêzên ewlehiyê pîroztir nîne. Lê ew der şûnwarekî dîrokî bû. Dîroka wê digihîje 800 salan. Ev pirsgirêk e, ev dilê mirov diêşîne. Birastî ez pê êşiyam. Çimku Hedba beşek ji dîrokê bû.

 

Hûn çawa ji mizgefta xwe dûr ketin? Hûn bi xwe çûn, yan wan hûn dûr xistin?

 

Rojek piştî xutbeya Bexdadî, wan ji min re gotin êdî nabe tu xutbeyan bidî. Eger tu wisa difikirî ku zilm li te tê kirin, dikarî herî Dîwana Giliyan û giliya xwe pêşkêş bikî, ewê te guhdarî bikin.

 

Nêzîkî ji sedî 90ê melayan ji karên xwe hatin dûrxistin û sedema wê jî diyar e.

 

We xwe çawa ji destê DAIŞê rizgar kir?

 

Gava êrişên hêzên ewlehiyê dest pê kir, êdî hawan û mûşek diketin. Min roja 13ê Adara îsal, ji aliyê rastê Mûsilê ber bi çepê Mûsilê reviyam. Şev bû, saet 3ya şevê min fikirî. Xelk jî dest bi revê kiribû. Xelk li benda wê demê bû ku nîşangir li cihên xwe nebin, yan jî artêş ji bo reva gel rê veke. Me pêşbînî dikir ku emê bigihîjin deverên aram ên di destê artêşê de bûn.

 

Ji aliyê leşkerî ve têkçûna DAIŞê nêzîk e, li gor we bîr û baweriya wê dê kengî bidawî bibe?

 

Bêguman ew şûştina mejiyê ku gelek xort xistin bin bandora wê, dem û karekî baş divê. Herwiha niyeta rastgoyan jî divê. Eger niyeta rastgoyan û karê bi wêrekî hebe.

 

Bi baweriya we piştî DAIŞê, dê tol ji wan kesan were hildan ku alîkariya DAIŞê kirine?

 

Hêvî dikim ku tolhildan rûnede. Lê hin gotin têne guhê me; kesên ku zarokên wan, yan bavên wan hatine kuştin, yan jî mala wan wêran bûye, yan jî hatine derxistin, hin tiştan dibêjin. Lê hêvîdar im negihîje wê astê ku dijminên me dixwazin.

 

Ji bo ku bûyereke weke DAIŞê li Mûsilê serî hilnede, divê mirov çi bike?

 

Eger hikûmet siyaseta xwe ya li ser xelkê ber bi başiyê ve biguherîne, wê demê ti grûpên çekdar dê dernekevin. Lê eger dest bi zext û guvaşa li ser xelkê bike, bê hesab her kesî desteser bike û li ber xelkê rêgirî bike, wê demê emê vegerin destpêka serîhildana tiştên ku me dîtin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

kardox | 2017-07-21 7:06:20 PM
Mala hewe her u her ava u dest u çavên te xweş u xame êt we rengîn terter u bi birşt terter bit kako ê hêja, keke besam, karên ve a bi rumet tişkên...
Besam Mistefa | 2017-07-25 10:24:12 AM
Gelek spas û rêzgirtin kekê hêja Kardox...
Cegerxwîn helbestên xwe yên Xweşxwanê jî bi hizra welatperwerî nivîsandiye
| 20-7-2017 | (2)
lolozano | 2017-07-22 3:30:58 AM
Ronakbîrê Hêja!Ako!Dewleta Swêdê an Memleketa xwe,sîyaseteka teybetî bi rêve diçe!Di demên Cengên her du Cîhanê de,nebû terefdarê Dewletên ...
ali | 2017-07-24 7:09:04 AM
mişk ji çîyê xeyîdî ye, haya çîyê jê nebûye. gotinek pêşîyên tirkan
Hikûmeta Swêdê li dijî raya milletan e
| 19-7-2017 | (2)
Rûken Bagdu | 2017-07-24 5:38:33 AM
Pirsa hema her roj ji min têkirin ji alî gelek kesan ve; Tirk, Fransî, Amerîkî, zana û nezanan ve.."Ma hûn Kurd we ne ji bo nasîn û serxwebûna xwe we...
Referandûm derfeta dawîn a netewbûnê ye
| 22-7-2017 | (1)
Pêşmergeh | 2017-07-23 10:57:31 AM
Di nav Serkirdeyên YNKê de,Eserd,kesê herî tirsoneke.Hem tirsineke hem her kesî ditirsîne.Wa zanê,ku Serbixweya Kurdistanê,Kabose.Heyf ku heger tû...
Eseserd: Ji bo referandûmê Bexda li benda Enqere û Tehranê ye
| 23-7-2017 | (1)
0.469 seconds