Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Serokê ORSAMê: Peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê dê pir bihêz bin

Ji aliyê RÛDAW 12-7-2018
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Erdogan
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Erdogan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn "ORSAM" Ahmed Uysal derbarê mijaren di rojevê de ji Rûdawê re axivî got, pêvajoya çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyê dest pê kiriye lê vê carê dê PKK mûxatab nebe, ji ber ku berê ev rê hatiye ceribandin.

 

Derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê jî diyar kir, ku dê peywendî asayî bibin û ji berê bihêztir jî bibin.

 

Sîstema Serokatiyê çi tiştekî nû ji bo Tirkiye û welatên herêmê tîne?

 

Ji bo axaftina li ser vê pirsê divê em berê xwe bidin dîroka Tirkiyê berî û piştî AK Partiyê. Berî hatina AK Partiyê, Tirkiyeke lawaz di aliyê aborî û siyasî de hebû. Hegemoniya leşkerî li ser siyasetvanan li Tirkiyê pir zêde bû û timî qeyranên navxweyî û derveyî çêdikirin. Dawî li van hemûyan hat. Rast e hewldana pêkanîna derbeya leşkerî û vegerandina hegemoniya fermandarên leşkerî hat kirin, lê bi piştevaniya gel û hewldana siyasetvanan dawî li van planan hat anîn. Piştî hatina AK Partiyê li ser desthilatê, Tirkiye vebûneke bilez a diplomatîk û siyasî û aborî li ser navçeyê kir, li ser cîranan û Rojhilata Navîn. Herwiha di aliyê aborî û çandî de jî, gavên pir mezin bo pêşveçûneke bêtir hatin avêtin. Ev li ba her kesî zelal û eşkere ye.

 

Di serdema nû de, ev taybetmendî bêtir dibin. Gelê Tirkiyê pêşwaziyeke germ li vê pergalê kir û dengê xwe dayê. Bi riya hilbijartinan pesend kirin û xwesteka xwe ji bo vê pergala nû nîşan dan. Lê partiyên opozisyonê tekezî li ser pergala kevn a Tirkiyê dikirin. CHP û partiyên piştevanên wê jî hertim tekez dikirin ku karkirina li ser sîstema kevn berdewam bibe. Lê gelê Tirkiyê piştevaniya xwe ji bo AK Partiyê û Erdogan nîşan da û dengê xwe da projeya wan. Bi baweriya min, siyaseta çalak a AK Partiyê di siyaseta derve de û tevgera baş bi cîranan re û vebûna ser civakên din bandoreke erênî kir û dê her bi vî awayî jî berdewam be. Bi baweriya min, siyaseteke pratîk jî di qonaxa bê de wê bê cîbicîkirin û birêvebirin û desthilateke bihêz derkeve holê.

 

Li nav Tirkiyê ji sîstema nû tirsek heye, ku li hember pêşveçûna demokrasiyê bibe asteng. Aliyên din dibêjin bi vî awayî dê desthilatên serok zêde bin û zirarê bide demokrasiya welat, gelo ev guman rast in?

 

Na, ziyanê nagihîne demokrasiyê. Ez di warê siyaset û civaknasiyê de profesor im. Eger ku desthilat bihêz be pirsgirêk çênabin. Hebûn û nebûna şeriyeta desthilatê ji bo civakê pirsgirêk e. Yanî desthilatê ji gel werdigire yan wernagire. Bi riya legal hatiye hilbijartin yan xwe bi darê zorê ferz kiriye, gel piştevanî yan dijatiya wê dike? Wek mînak, her Iraqiyekî zanîbû eger li Iraqê hilbijartineke şefaf û bê sextekarî bihata kirin, Sedam ji sedî 10 ji dengan bidest nedixist, lê bi dehê salan hefsarê desthilata Iraqê zeft kiribû. Lê Erdogan zêdetirî ji sedî 50 ji dengan bidest xist û piştevaniya civaka Tirkiyê jî bidest xist. Eger hilbijartin ji bo gera duyem jî bihata paşxistin, bêguman wê ji sedî 55 heta ji sedî 60 ji dengan bidest bixista. Ez bawer dikim wê dengên zêdetir bidest bixista. Ev tê wateya ku paşveçûn di demokrasiya Tirkiyê de çênebûye, berovajî vê xelkê bi awayekî rasterast nûner û desthilat hilbijart. Ev pergaleke qebûlkirî ye. Çimkî di pergala parlemanî de, gel nûnerên xwe ji bo parlamentoyê hildibijêre û ew jî serok destnîşan dikin. Lewma jî, yekalîkirina siyasî û tolvedan û hinek hisabên siyasî yên din tên kirin û veqetîn rû didin. Hinek caran jî dikeve jêr bandora lobiyan û zextên cuda cuda yên derveyî û li Iraqê jî ev bi zelalî tê dîtin. Hem xelkên herêmê û hem Iraqî jî vê mijarê dizanin. Kesek bi ji sedî 20ê dengan dibe serok an serokwezîr an serokê parlamentoyê. Lêbelê ev pergal pir bihêz e û ti berbendeke din di navbera gel û desthilatê de li holê nîne.

 

Balkêş e ku civaka Tirkiyê bi awayekî pir berfireh û xurt beşdarî hilbijartinan bû. Hemû çîn û tiwêjeyan û alîgirên desthilat û opozisyonê jî beşdariyeke çalak kirin. Ev bihêzbûna desthilatê li Tirkiyê diselmîne. Kesî bêzariya xwe nîşan neda, berovajî vê bi dengên xwe piştgiriya vê sîstemê kirin. Xelk li vê hilbijartinê xwedî derketin û dora ji sedî 90 beşdarî dengdanê bûn. Ev nîşaneke erênî ya pir baş e, bi taybetî ji bo cara yekem ku ji bo hilbijartinên parlamentoyê sîstema hevpeymaniyan hat cîbicîkirin û aliyan di nav xwe de hevpeymanî pêk anîn. Lewra jî deng belav nebûn û hemû ji bo xizmeta nûner û berbijêran hatin bikaranîn. Wek mînak dengên Partiya Seadetê wek her car vala neçûn, herwiha hinek partiyên din jî ku tirsa wan ji berbenda ji sedî 10 ya dengan hebû, berbend derbas kirin û çûne hundirê parlamentoyê. Ez tekez dikim ku pergaleke bihêz û herwiha çalakbûna demokrasiyê jî rola xwe bi hevparî bi piştevaniya gel diyar kirin.

 

Li bajarên Kurdan kursiyên AK Partiyê ji yên HDPê zêdetir bûn. Herçend HDP temsîla hemû Kurdan jî nake lê AK Partî yekemîn derket. AK Partî dixwaze pirsa Kurd çawa çareser bike?

 

Wek li ba hemûyan eşkere ye, di serdema desthilata AK Partiyê de gavên pir mezin ji bo çareserkirina pirsa Kurd hatin avêtin. Mafê perwerdê, televizyona Kurdî, herwiha berê hebûna Kurdan dihat înkarkirin, lê îro her kes dikare bangewaziya kurdbûna xwe bike û bi Kurdî biaxive û bi Kurdî binivîse û kitêban çap bike û ev pirs wê bidome jî. Modela AK Partiyê modela reformê ye û li ser hîmê reformê sîstema dewletê birêve dibe. Bi baweriya min, dawî li pirsgirêkên mezin hatiye anîn derbarê pirsa Kurd bi awayekî demokratîk. Pirsgirêkên pir mezin li Tirkiyê hebûn û bandor li ser Kurdan jî dikirin. Wek mînak sînordarkirina olî ku hejmareke zêde ya Kurdan muhafezekar in û du caran bandor li ser wan jî hebû. Çimkî hebûna wan dihat înkarkirin û herwiha rê nedidan wan ku erkên xwe yên olî bi azadî pêk bînin. Bi taybetî piştî qonaxa derbeya leşkerî ya 28ê Sibatê, piştî ku hikûmeta rêzdar Necmedîn Erbekan têk birin û guvaşên mezin danîn ser civakê bi giştî û dîndar û oldaran û Kurdan jî bi taybetî. Herwiha hîcab û serrûk hatin qedexekirin û dibistanên olî jî girtin. Wek min qal kir, bandora vê li ser birayên Kurd jî hebû. Bi nerîna min, piştî vê hilbijartinê, Kurd wê bêtir rehet bibin û pirsgirêkên wan jî bên çareserkirin.

 

Lê Erdogan di kempîna hilbijartinan de got êdî li Tirkiyê tiştekî binavê pirsa Kurd nemaye. Ev yek jî nade nîşandan ku helwesta Erdogan a li hember pirsa Kurd hatiye guhertin?

 

Na, bi dîtina min Erdogan siyasetvanek e guh dide daxwazên civakê û hewldana nêzîkbûneke bêtir dike. Ev sedema serkeftina wî bû. Her cara ku li cihekî taybet, xwestekên xelkê hebûna, tew eger projeyên opozisyonê jî bûna, ku zanibûya pir girîng e û bandora wê ya erênî û sûda wê bo cibavê heye, demildest cîbicî dikir. Ev jî sedemeke din bû ku hertim gavekê li pêşiya opozisyonê bû. Yanî Erdogan timî guh dida xwestekên civakê û herdem şêwira şêwirmendên xwe dikir û bi nerîna min Erdogan spasiya Kurdan dike û pesinê wan jî dide ji bo piştevaniya wan bo dîsa wergirtina desthilatê bi riya hilbijartinan. Herwiha di referandûma par de jî bi heman awayî piştevaniya Erdogan kirin. Ez qet bawer nakim Erdogan xwestekên civakê piştguh bike û lewma bi baweriya min wê pirsa Kurd bidome û kar ji bo wê bê kirin. Pirsgirêkên sereke wek danasîna nasnameya Kurdî, dayîna azadiyê ji bo cîbicîkirina mafên Kurdan, Erdogan destpêşxer bû û karekî pir jî kir, lê hîn jî kar ji bo vê pirsê divê.

 

Bi nerîna min, bendewariya hilbijartinên Adara 2019an dike û mumkin e bi MHPê re hevpeymaniya xwe dewam bike yan ligel aliyekî din beşdarî hilbijartinan bibe û naxwaze xwe bixe rewşeke şermezariyê çimkî di hilbijartinên navxweyî de bi giştî dengên desthilatê hinekî kêm dibin. Çimkî eger dengên AK Partiyê ji sedî 40 kêmtir bibin û gelek şaredariyan ji dest bide, wê çaxê guman ji rewatî û şeriyeta wê tê kirin. Bêguman naxwaze xwe bixe vê qorziya teng û dibe ku hevpeymaniya bi MHPê re ji bo parêzgehên rojava be û ligel parêzgehên rojhilat û başûrê rojhilat û navçeyên Kurdî dibe ku AK Partî bi tenê beşdarî hilbijartinan bibe. Lewma ez bawer nakim dengên AK Partiyê li rojhilat û başûr kêm bibin û rê jî nade ku hizrên neteweperestî li van cihan derkevin holê. Hevkariyê dike ji bo ferzkirina seqayeke demokratîk. Ji bo çareserkirina pirsa Kurd jî, bi nerîna min hespê dijberiya PKKê bêtir tê xurtkirin çimkî PKKê xapandinê bi navê Kurdan dike. Mebesta min ew e, bi lawazbûna PKKê, derfetên bêtir tên peydakirin ji bo domandina çareserkirina pirsa Kurd.

 

Eger careke din pêvajoya aştiyê dest pê bike dê vê carê kî bibe mûxatabê Kurdan ji bo AK Partiyê? HDP, PKK an jî parlamenterên Kurd bin?

 

Pêvajoya çareserkirina aştiyane ya pirsa Kurd, bi rûniştin û gengeşekirina bi PKKê re biser neket û têk çû. PKK ne rast bû. Abdullah Ocalan daxwaza danîna çekan û vekişîna gerîlan ji Tirkiyê kir. Lê çekdarên PKKê wek çawa çekên xwe nedanîn, çekên zêdetir anîn nav bajar û bajarokan û şerê xendek û çalan ceribandin ku dûre têkçûn çimkî gelê Kurd piştevaniya wan nekir. Ez nizanim wê aliyên nû di mijara çareserkirina Kêşeya Kurd de bi çi aliyekî ve herin, lê ez bawer nakim êdî PKKê wek muxateb bê wergirtin çimkî gelê Kurd wek muxateb tê wergirtin. Wek min qal kir, ev pirs wê berdewam bibe û ligel terorê û PKKê ku bijardeya çek hilbijart, ez bawer nakim êdî tevger pêre bê kirin û pirs jê bê kirin. Dibe ku çend kesayetiyên taybet ên HDPê yan kesayetiyên civakî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl wek destpêkekê ji bo çareserkirina pirsa Kurd birêve here û dest pê bike û danûstandinên beramber bên kirin, lê heta niha bi awayekî fermî nehatiye ragihandin.

 

Operasyona Qendîlê jî dê berdewam bike?

 

Operasyona Qendîlê dê berdewam bibe. Bi nerîna min Qendîl pir girîng e û êdî PKKê tê îzolekirin û çembera li dorê teng dibe.

 

Bi girtina Qendîlê PKK têk diçe? Wate Qendîl ew hinde giring e, ku were girtin PKK nemîne?

 

PKK pirsgirêka hemûyan e. Ji bo me jî kêşeyeke navxweyî ya Tirkiyê ye. Berê li hundirê Tirkiyê, hegemoniyeke bihêz a PKKê hebû. Gef li xelkê dikir bi taybetî li gundan, daku berjewendiyên xwe biparêze. Dewletê jî berê dijberiyeke bihêz li dijî PKKê birêve nedibir, yan bila em bêjin ew îmkana wê nemabû. Lê di serdema dûre de, hegemoniya PKKê li hundirê Tirkiyê bi awayekî berçav qels bûbû, rê nedidan wan ku êdî bikarin li hundirê Tirkiyê bi normalî çalakiyan bikin. Lê Tirkiyê hîn jî berdewam e di nehîştina PKKê de ji bo girtina rê li ber çûnûhatina terorîstan ji Qendîlê bo nav Tirkiyê û bi berovajî jî. Ev kêşe hîn jî maye. Dema Qendîl bê kontrolkirin û paqijkirin, ti bingeheke PKKê namîne ku gefan li Tirkiyê bike. Bi vî rengî bingeha wan a sereke tune dibe û mumkin e di qonaxa bê de PKKê wek kêşeyeke navxweyî bi awayekî berfireh bidawî dibe û mumkin e li derve ji we re bibe kêşe. Her kes baxçeyê xwe paqij bike, temamiya malê paqij dibe û lewma Tirkiyê li hundir mijûlî paqijkirina wan e û cidî ye da wan ji kok ve qir bike.

 

Dibe ku tu pirs bikî, çima berê bi vî rengî şerê nehîştina PKKê nedihat cîbicîkirin, ez dibêjim, mixabin li hundir alîgirên Gulen, komeke fermandarên leşkerî yên artêşê nedixwestin ev kêşe bê çareserkirin û bi cidî şerê PKKê nedikirin. Îradeya siyasî hebû, lê diviyabû hêzên çekdar bi awayekî çalak rûbirûyî wan bibûna, lê ew wêrekî nîşan dan, lewra PKKê ziyaneke pir mezin gihand Kurd û Tirkan jî. Mînaka herî baş jî hewldana pêkanîna derbeyên leşkerî bû, ku şeva derbeyê, ew tîma leşkerî ya taybet ku tîma komandos bûn, li şûna ku rûbirûyî PKKê bibin, lêbelê hemû Gulenî derketin û li Îzmîrê hewl dan serokkomar bikujin. Bêguman ev bi belgeyên bergewde hatine tomarkirin û hemû mikur hatine ku ne cidî bûn di nehîştina teror û PKKê de û mijûlî karên din bûn. Herwiha wê tîmê ferman ji efserên xwe yên pilebilind werdigirtin û wan jî bi fermana hêzên biyanî ev kar cîbicî kirin. Vêga hem hegemoniya leşkerî û hem plangeriya Guleniyan bidawî hat. Mixabin li Rojhilata Navîn, ji bo hîştina hegemoniya leşkerî, çavgirtin yan piştevaniya komeke taybet a çekdarî ya li derveyî yasayê dikin daku operasyon yan meremên xwe rewa bikin, êdî ev rengê senaryoyan bidawî hatin. Eger  karê cidî bi dilsozî bikirana wê perr û baskên terorê bişkanda, çimkî îmkaneke dewletê ya bihêz di nehîştina terorê de hebû. Tirkiyê dewleteke bihêz e û gelê Kurd jî dema pişta xwe da van komên terorîstî yan bi awayekî din bêjim piştî ku êdî Kurdên ku piştevaniya PKKê dikirin, nema karîbûn bi destên vekirî çalakiyên xwe bidomînin.

 

Teoriyeke we heye li ser peywendiyên HDP û PKKê. Yan divê reforme yan jî şoreş be. Mînakeke vê li Îrlandaya Bakur jî heye. Çima Tirkiye naxwaze mijara PKKê weke modela Îrlandaya Bakur çareser bike?

 

Rojavayiyan piştevaniyeke pir cidî ji bo Îrlendayê nîşan dan daku kêşeya xwe çareser bikin. Hevkarên rêxistina IRA û hikûmeta Îrlendayê bûn. Lê mixabin hem welatên navçeyê û hem welatên Rojavayî jî ji bo lawazkirina Tirkiyê piştgiriya PKKê kirin û nerîna lawazkirin û sistkirina îmkanên Tirkiyê ji aliyê van welatan ve dihat dîtin. Ew bi xwe sedem bûn ku Pirsa Kurd aloztir bibe û çareser nebe. HDPê jî parçek ji vê bûyerê ye ku di aliyê siyasî de hewldanên xwe zêde kir daku reforman bike, lê baskê çekdarî yê radîkal kelem bû ku dest bi reforman bike û wiha jî berbend hem ji Demîrtaş re û hem ji HDPê re jî çêkirin. Ji ber pêrewkirina baskê reformxwaz ji aliyê HDPê û Demîrtaş ve, gelê Kurd û tew gelê Tirk jî di hilbijartinên borî de piştevaniya Demîrtaş kirin ku dora ji sedî 13yê dengan bidest xist dema berbijêrê serokkomariya Tirkiyê bû, lê vê carê ji sedî 8ê dengan wergirt. Ev tê wateya ku Kurd dixwazin kêşeya xwe bi riya demokratîk û sîstematîk çareser bikin. Mixabin HDP û PKKê ev derfet bikar neanîn û ji dest dan û Demîrtaş jî piştevaniya şêweya radîkal a çekdarî kir û wek berdevkê PKKê bi siyaseta dewletê re tevdigeriya. Rast e HDPê pêşî xwest reforman di vî warî de bike, lê PKKê nehîşt û li hember vê jî HDPê rexne nekir û bi ya wan kir. Karîbû red bike çimkî piştevaniyeke zêde ya civaka Kurdî li pişt wê bû, lê nekir. Lewma modela "IRA" dubare nebû. Tirkiyê jî daku xwestekên demokratîk ên gelê Kurd cîbicî bike, ligel kesayetî û aliyên ku baweriya wan bi demokrasî û aştiyê heye dest bi kar dike.

 

Pêwist e vê yekê baş fêm bikin ku Erdogan bi ti hawî ji gelê Kurd aciz nabe. Di hilbijartinên bê de jî, bêyî dengên Kurdan Erdogan qet biser nakeve û nikare bê gotin ku AK Partî êdî ligel MHPê destê xwe xistine nav destê hev û baskê neteweperest ji niha û şûnde serdest dibe. Bi taybetî ev nerîn li ba Kurdên bakurê Iraqê tê dîtin û em jî agehdar in, lê ev dûrî rastiyê ye. Pêkan e Erdogan dawî li vê tifaqa siyasî bîne piştî proseya hilbijartinê, lewma ez tekez dikim ku Erdogan qet ji gelê Kurd aciz nabe û pişta xwe nade wan, çimkî hejmara Kurdan li Tirkiyê pir e û bi nerîna min zêdetirîn Kurd li cîhanê li Tirkiyê dijîn. Dengên xwe didin wî û neçar e jî serdana wan bike û têkiliyên xwe bi wan re baş bike. Pêwistiya Erdogan bi dengên Kurdan heye di hilbijartinên navxweyî de, yên parlamento û di hilbijartinên serokkomariyê de jî. Siyaseta radîkal qet nayê dîtin.

 

Kurd ji hevpeymaniya AK Partî û MHPê ditirsin û dibêjin eger AK Partî bikeve bin baskê MHPê dê ji bo çareseriya pirsa Kurd gavan neavêje. Gelo eger heye AK Partî ew hinde bikeve bin bandora MHPê ku nekare gavan biavêje?

 

Na, nakeve jêr baskê MHPê, çimkî Erdogan bihêz e û tenê dengên Erdogan ji sedî 52ê hemû dengan zêdetir e û herwiha MHP daxwaza ti posteke wezaretî nekiriye, wan bi xwe ev ragihandiye û dengên AK Partiyê ji nîvê parlamentoyê nêzîk e ku pêwistî bi 301 kursiyan heye, 295 kursiyên AK Partiyê hene û tenê 6 kursî jê kêm in, lê dema projeyek ji bo Kurdan derkeve holê, êdî HDP piştevaniyê dike yan projeyek derbarê jinan bîne nav rojevê, partiyên din jî li dengdanê amade dibin, yan derbarê perwerdeya olî û her mijareke civakî ya din, êdî dengan ji vê partiyê û partiyên din jî kom dike. Eger mijareke taybet bi gel be, bêguman aliyên din jî piştevaniyê dikin, wek parlamentoya Amerîkayê dema mijar taybet bi gel be, guh nadin siyaseta partiyên xwe û piştevaniyê dikin. Ango ew hêza MHPê çênabe ku hegemoniya xwe li ser AK Partiyê ferz bike.

 

Hevpeymaniya AK Partî û MHPê dê bidome? Dibe di parlamentoyê de ji bilî MHPê AK Partî ligel HDP an jî aliyeke din hevpeymaniyê bike?

 

Ji bo pêkanîna hikûmetê pêwistî bi hevpeymaniyê nîne. Lê pêkan e hevahengî bê kirin li ser mijareke taybet, wek mînak projeya jîngehê, ji bo anîna qedexe yan handanê ji bo vê mijarê, pêkan e ji bo budceyê jî bê kirin, çimkî mijareke girîng e daku budce ji dezgehan re bê destnîşankirin. Ev girêdayî mijarê ye. Wek min got, eger mijar girêdayî Kurdan be, HDP piştevaniyê dike, eger bi dengê çend parlamenterên HDPê jî be, yanî eger mijarek bo xizmetkirina ji sedî 60-70yê gel be, partiyên din jî demildest piştevaniya xwe radigihînin. Eger ne partiyên siyasî jî bin, hejmarek parlamenter piştevaniyê dikin û xwe li ber van pirsên girîng bêdeng nakin. Lê daku pergala serokatiyê bi yekcarî bê ser riya xwe, pêwistî bi hinek yasa û guherînên din heye, wek awayê bikaranîna desthilatan, mekanîzma pêkanîna parlamentoyê û bicihanîna erkan. Di dema bê de, kar li ser van tê kirin û hevahengiya aliyan li ser wan çêdibe. Mumkin e li vir bandora MHPê xuya bike. Lê bi giştî nabe dîlê destê MHPê û pêwistiya wî zêde pê nabe. Pêkan e piştî bidawîhatina hilbijartinên şaredariyan û destnîşankirina şaredaran, wê çaxê mumkin e peyman bi aliyekî din ve here û dibe ku nemîne jî û zêde girêdayî MHPê nabe. Ev tifaq bidawî dibe. Dibe ku çend mehan yan salekê bidome, lê di dawî de namîne.

 

Bi nerîna min, li ser mijara nehîştina terorê berdewam dibe. Di sîstema serokatiyê de, şîrove ji bo wê yekê tê kirin ku pêwistiya AK Partiyê bi MHPê dibe, lê wek me dît pêwistiya MHPê bi piştevaniya AK Partiyê hebû di vê hilbijartinê de. Mumkin bû Iyi Partî serkeftineke zêdetir bidest bixista û MHPê berbend derbas nekira û winda bikira. Dibe ku Iyi Partî piştevaniya AK Partiyê bike, dibe ku aliyên din li ser pêşniyareke AK Partiyê kar bikin û pêre hevaheng bin. Dibe ku Iyi Partî yan CHPê yan HDPê, tew MHPê jî projeyekê li berjewendiya gel pêşniyar bikin, wê AK Partî bê ti dudilî piştevaniya wê bike. Di warê proseya yasadanînê de, kêmasiyeke biçûk a AK Partiyê heye, ku pir nêzîk e ji pêkanîna nîvê dengên parlamentoyê, heke na hemû tişt li gor xwestekên wê birêve çûne. Lê ev jî nabe kelem li ser riya wê, dikare bi wergirtina piştevaniya aliyên din birêve bibe. Lê di warê desthilata cîbicîkar de, AK Partî ne neçarî MHPê ye û pêwistiya wê jî pê nîne.

 

Sala 2015ê dema behsa referandûma Başûrê Kurdistanê hate kirin Tirkiye bêalî ma û got ev pirsekî navxweyî ye lê dema di 2017ê de referandûm bû mijareke cidî helwesta Tirkiye cuda bû. Sedema vê yekê çi bû?

 

Tirkiyê ji nêzîk ve agehdarî karesatên Kurdên bakurê Iraqê bû. Li vir Tirkiyê ji nêzîk ve agehdarî bûyerên Kurdistanê ye û ti astengiyeke wê li ser pêşketin û vejandina Kurdistanê nebû. Di warê aborî û darayî û geşbûnê de jî û dîsa bi piştevaniya Tirkiyê, ev navçe şên bû û ji hemû bajar û navçeyên Iraqê yên din cuda bû. Bi taybetî di warê aborî û ezmûna demokrasiyê de û reform di pergala xwe de kir. Tew li semînerekê li Bexdayê bi eşkereyî behsa wê yekê kirin ku Iraq ligel welatekî kar kir ziyan gihîştiyê, lê hikûmeta herêmê ligel Tirkiyê kar kir û biser ket û bû mînakeke bedew li deverê. Min ev pesin zêdeyî carekê bihîstiye û bûme şahidê wê. Lê ev nayê wateya ku Tirkiyê ji pêkanîna dewleta Kurdî razî be, çimkî ev pêkhate dibe gef li ser Tirkiyê. Wek tê zanîn herî zêde Kurd li Tirkiyê hene û her teşeyeke din li sînorê Tirkiyê bê damezrandin, tevî hemû karesat û xwînrijandin û nakokî û hevrikiya çend salan, vê carê pirsgirêkeke nû çêdibe û rê ji bo parçe parçekirina Kurdistanê vedike. Binerin tenê li Stenbolê bi qasî hemû şêniyên herêmê Kurd hene. Lewma biryareke bi vî rengî wê bibe metirsiyeke pir mezin li ser Tirkiyê û diviyabû hisabê vî tiştî jî bihata kirin. Lewma Tirkiyê rexne kir û mafê wê yê rexnekirinê jî heye. Pêkanîna dewleta Kurdî wê bandor li ser hemû Kurdan û navçeyên Kurdî jî bikira. Tew di vê mijarê de şêwir bi Tirkiyê re jî nehat kirin.

 

Tirkiyê difkirî ku Kurd vê meseleyê wek taktîkeke siyasî bikar tînin û qet ne di wê baweriyê de bû ku evqasî cidî bin, lewma bi eşkereyî rûbirûyî wê bû. Dema li dijî wê derket, ne ji bo dijatiya xweşjiyanî û geşbûna Kurdan bike, lê li dijî wê derket çimkî wê balans li navçeyê biguherta. Bi ragihandina dewleta Kurdî re, Tirkiyê dizane ku desthilatekê ev navçe birêve nedibir ku dijatiya Tirkiyê bike. Em serkirdatiya herêmê qenc nas dikin. Lê bi pêkanîna dewleta Kurdî re, wê PKKê bihêz bibûya. Yan xirabtirîn tez, wê taximek bihata ser desthilatê ku rik û kîna wan li dijî Tirkiyê çêdibû. Êdî ji welatekî dost, welatekî neyar derdiket û êdî kêşeyeke nû jî berê xwe dida navçeyê. Daku ezmûna Sûriyê jî dubare nebe, ji Esedê dost Esedê neyar û kêşeyên pir cuda li nav vî welatî derketin û kêşe û gelek serêşî bo Tirkiyê çêkir. Rast e di vê navê de, ti tawaneke gel nîne, lê wê desthilat bibûya kêşe. Wek me qal kir, Esedekî dost bû Esedekî neyar û we dît bê çi anî serê Sûriyê û ziyaneke çawa gihand Tirkiyê û navçeyê. Pêkan bû şêwira Tirkiyê bihata kirin.

 

Nexasim ji ber dem û çaxa wê, yan ji ber şertên navdewletî ku pêkan bû bên bikaranîn wek karteke zextê li dijî hikûmeta navendî û desthilatdarên Bexdayê wê demê bi şêwira Tirkiyê, destê hikûmeta herêmê bihêztir dibû û îmkanên wê piralî dibûn. Bi nerîna min, şêwireke rast ligel Tirkiyê nehat kirin, herwiha em dizanin şêwireke tevahî ligel partî û aliyên siyasî yên din li herêmê jî nehatibû kirin. Çimkî di dema referandûmê de ez jî li vir bûm û serwextê realîte û rewşê bûm. Heta kêliya dawî jî hinek partiyên siyasî dijatiya wê kirin û astengî bûn.

 

Îrn û Tirkiyê bi hev re dijitiya referandûma serxwebûnê kirin. Mesela niha Kerkûk hatiye girtin û hemû petrola wê bo Îranê diçe. Gelo ma di meseleya Kerkûkê de Tirkiye zerer nekir?

 

Zirarê dibîne ango bi dîtina Tirkiyê metirsiya damezrandina dewleta Kurdî ji jidestdana petrolê zêdetir e. Çimkî li navçeyê şer û alozî û kêşe û qeyran û desttêwerdanên derveyî yên pir hene. Dewleteke Kurdî dihat damezrandin ku wê îmkana wê ya peydakirina pariyekî jî neba. Dewletek e ku nikarîbû li ser piyên xwe raweste û bi rastî jî wê bibûya çavkaniya nearamiyê. Pêkan e Tirkiyê ev tişt dîtibin lewma ev gav avêt. Rast e gavek e ber bi paş ve li vir hat avêtin, lê di encamê de mijar ne tenê girêdayî pereyan bû, lê Tirkiyê li stratejiya guherandina balansan difkirî. Wek mînak bila em bêjin Kurdan dewleta xwe çêkirin û şerekî giran di navbera Kurd û Ereban de derket û Îranê jî xwe kir beşek ji vî şerî. Ji Tirkiyê re zehmet bû piştevaniya Kurdan bike, eger bikira jî wê kêşeyên mezin di navbera Kurd û Tirkan de derketa û wê vê yekê bandor li ser hilbijartinan jî bikira. Wê Kurdan deng bidana Kurdan tenê û Tirkan jî wê bi heman awayî dengên xwe bidana Tirkan tenê. AK Partî dijatiya parçe parçebûna civakê dike. Dengên HDPê dibûn ji sedî 20, wekî din wê MHPê ji sedî 30yê dengan bidest bixista. Wisa wê ziyaneke mezin bigihîşta AK Partiyê û wê di hilbijartinê de winda bikira. Armancên pir mezintir jî hebûn ji ber vê referandûmê, lewra Tirkiyê bi her hawî ew rexne dikir û li dijî wê derket. Ev jî sedem bû ku Tirkiyê red bike pêkhateya navçeyê rastî guherînan bê.

 

Li Iraqê jî hilbijartin çêbûn û partiyên. Di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de dê pêgeha Kurd û Suniyan çawa dibînî?

 

Bi baweriya min, vê carê Sunî di rewşekê de ne ku hevahengiyeke zêdetir bikin. Ev ne ji bo dijatîkirina Şîeyan e. Çimkî bandora Îranê li ser hejmareke zêde ya Şîeyan heye, wan rêk dixe û heta xaleke taybet hevahengiyê ligel wan dike û beşekê ji wan neçar dike û zorê li wan dike da hevahengiyê bikin. Bi baweriya min, danûstandin di navbera Kurd û Ereban de lawaz e û heta vêga jî hesta dijatîkirina Kurdan li hember Ereban ji ber tawanên Sedam maye û berdewam e jî. Divê Kurd di xeyala xwe de serdema Sedam ji bîr bikin, çimkî dora 20 salan qediya û dem hatiye bi Suniyan re kar bikin û Sunîbûna Sedam jî tiştekî ji balansê naguhere, çimkî ew dîktator bû. Dîktator Sunî jî dibû, Kurd û Şîe jî dibû. Sunîbûna Sedam tiştekî naguhere. Pêşî guvaş li ser Suniyan hatin kirin, Kurdan bêdengî hilbijart û dûre Kurd di bin guvaşan de man, Sunî bêdeng man. Herdu çewt bûn. Divê ev bê rastkirin. Divê hevahengiyeke zêdetir û karê hevbeş bêtir di navbera wan de bê kirin. Bi baweriya min di sûda herdu aliyan de dibe. Çimkî bandora Îranê li ser Şîeyan heye û Sunî jî bê xwedî ne. Eger Kurd xwe nêzîkî Suniyan bikin baştir dibe û balansê jî diparêzin. Herwiha Sunî vêga hindikahî ne, lewma zehmet e bigihin armancên xwe. Bi taybetî sextekarî di hilbijartinan de bi awayekî berdewam tê kirin. Pir caran ji ber sextekariyan, ziyan digihe Tirkmen û Kurd û Erebên Sunî. Ez naxwazim bêtir herim nav hûrgiliyên mijarên navxweyî yên Iraqê, lê bi nerîna min divê hevahengî di navbera wan de hebe.

 

Irak welatek e, ku ti caran li ser dînamîkên xwe nayê birêvebirin. Îran Şîeyan destek dike û tê gotin, ku Tirkiye û Erebîstana Siûdî jî piştgirî didin Sunî û Tirkmenan. Bi giştî pêgeha Tirkiye di qada siyaseta Iraqê de an jî ya li hember Tirkmen û Suniyan çawa ye?

 

Em hemû bira ne. Lê Tirkmen jî mirovên me ne û birayên me yên pir nêzîk in. Başbûna têkiliyên me ligel birayên Tirkmen nayê wateya ku me Kurd yan Erebên Sunî piştguh kirine. Yan jî me Tirkmen û Erebên Şîe piştguh kirine. Tirkiyê nêzîkî hemûçkan e û pêwendiyên xwe bi wan re parastine û ev di dîrokê de jî xuya ye û bi vî rengî ye. Kêşeya Tirkiyê ligel Şîe û Kurdan û pêkhateyên din nebû. Tirkiyê hewl dide bi rêzbendî pêwendiyan birêve bibe. Hinek welatên Kendavê dixwazin parçeyekê ji wan birêve bibin û hewl didin dubendiyê di navbera wan de çêbikin. Hinek caran ev lîstikan têk didin ji bo berjewendiyên xwe yên berteng. Yan hinek welatên din hene ku Rojavayî piştgiriya wan dikin û pereyan didin wan daku van koman parçe parçe bikin û wan dûrî hev bikin. Hinek caran jî bandorê li ser yek yan çend koman dikin.

 

Lê bi nerîna min divê Iraqî, bi Tirkmen û Sunî û Ereb û Şîeyan jî bi xwe biryara xwe bidin û Tirkiyê jî hewldanên zêde dike da piştevaniya wan bike. Berovajî hinek welatan ku hewl didin dubendî û kêşeyan di navbera wan de çêbikin. Tirkiyê qet hewl nedaye valahî û qelşan di navbera wan de çêbike. Lêbelê roleke erênî çêdike. Wek min berê qal kir, Tirkiyê welatekî berhemhêner e û ne welatekî petrolê ye û tevî vê jî welatekî pêşketî ye û xwe geş dike û neçar e berhemên xwe bifroşe û bazarê ji xwe re çêbike û ji bo firotina berhemên xwe jî pêwistiya wê bi aramiyê heye. Lewma girîng e Iraq û Sûriyê û Îran aram bin. Eger Îran rastî şer û kêşeyan bê, wê xelkên deverê berê xwe bidin Tirkiyê, di aliyê aborî de kêşeyan ji Tirkiyê re çêbikin û wê hejarî jî pir bibe. Tirkiyê jî sûdê ji Îranê werdigire û gazê jê dikire û neçar e jî bipêş bixe û ew jî bi riya bazirganiyê pereyan peyda dike û dide wê. Daku Tirkiyê geş bibe, pêwistiya wê bi aramî û ewlekariya navçeyê heye. Lewma girîngiyeke mezin dide Iraqê, herwiha zelal û eşkere ye herdem hewl dide herêmê û wê navçeyê geş bike û pêwist e Sunî jî vê fêm bikin, çimkî ew jî ziyandarên yekem ên siyaseta mezhebî bûn, ji ber zêdegaviyê di siyaseta mezhebî ya Malikî de ziyaneke pir mezin gihîşt bajarên Sunî û malwêranî li wan çêkirin. Daku dubare nebe, pêwistiya wan bi piştevaniya Tirkiyê û piştevaniya desthilata Barzanî li vê deverê heye. Bi piştevaniya hikûmeta herêmê, ev bajar têne şênkirin, lê pêwistiya wan bi îradeya navxweyî jî heye. Lewra çareseriya navxweyî pir girîng e ji bo derbaskirina vê rewşê. Ji bo vê jî Tirkiyê piştevaniya wan dike.

 

Herêma Kurdistanê dixwaze peywendiyên xwe yên li gel Tirkiyê bihêz bike. Li Iraqekî Erebî û Şîe de ev peywendî heta çi astê giring e?

 

Ti caran kêşeya Tirkiyê ligel Şîeyan nebû. Di dîrokê de jî behsa vê hatiye kirin û pêwendiyên wan ên xurt hebûn. Tirkmen jî birayên Tirkiyê ne û Şîe jî birayên Tirkiyê ne. Li gor min, nakokî û acizbûna siyasî ku ji ber referandûmê derketibû, ez bawer im ev qonax derbas bû û dibînim ku îradeyeke bihêz heye daku ew pêwendiya bihêz ku bi nîvcoyî qut bûbû, careke din li wî cihê ku hatibû sekinandin, dest pê bike. Lê vê carê pir bihêz dest pê bike. Çimkî bûyer û şer û alozî nîşan didin ku wê guhertinek di balansa navçeyê de bê kirin û Amerîka jî hewl dide vê balansê li Iraqê biguhere daku rê bê vekirin ku guherînan li Îranê bike û destpêk û giraniya van guherînan jî li Iraqê tê dîtin. Herwiha demokrasîbûn jî yek ji mijarên girîng yên navçeyê ye. Piştî şepêlên yek li pey yekê yên Buhara Erebî û em dibînin hikûmeta herêmê li ser hewldana demokrasîbûnê berdewam e û di vê navê de hinek alî alîgiriya arasteyeke taybet dikin û em dizanin ku gelê Kurd jî piştevaniya Sûriyeke azad û demokrat dike ku dûrî kêşe û qeyranên mezhebî be. Herwiha Tirkiyê naxwaze agirê şerê navxwe û mezhebî di axa wê de derkeve û ji bo vê armancê jî li ser siyasetkirinê berdewam e û lewma pêwistî bi hevahengiya zêdetir di navbera aliyan de heye, çimkî kêşeyên navçeyê pir in û pêwistî bi demê heye daku rewş bê kontrolkirin.

 

Di qonaxên berê de, hat selmandin ku eger hevahengiya berdewam hebe, encamên wê erênî û baş dibin û di sûda herdu aliyan de dibe. Herwiha di warê modela olî de jî, em hest bi hebûna vebûnekê dikin ji bo parastina balansan û ev di pêngavên Ebadî de tê dîtin. Di aliyê dîrokî de jî, pêwendiyeke me ya kûr heye û bi riya hevahengiya zêdetir pêkan bû piraniya pirsgirêkan bêne kontrolkirin. Lewma nabe çareseriya pirsgirêkan di aliyê hest û sozan de bêne birêvebirin. Berovajî vê, divê zimanê lojîkê baskê xwe li ser wan hemû kêşeyan vede. Çimkî hest û soz li ba gelên Rojhilata Navîn bêtir têne dîtin, hem ji bo hezkirinê, hem ji bo kîn û nefretê zêdegavî tê kirin. Lewma pêwistiya parastina balansê di hemû aliyan de heye û ji bo vê armancê jî Tirkiyê li ser nêzîkbûn û pêkanîna pêwendiyeke bihêz berdewam e.

 

Nêrîna Tirkiyê ya li ser hatina Şeibî bo Kekrûkê çi ye, ku di demekê de weke hêzekî ser bi Supaya Pasdarên Îranê tê dîtin?

 

Tirkiyê Heşda Şeibî wek projeyeke saxlem û tendirust nabîne. Çimkî rewşeke metirsîdar derdikeve holê eger çarenivîsa miletekî girêdayî destê vê taxima çekdarî be. Çimkî bi îradeyeke derveyî tê birêvebirin. Gava Tirkiyê piştevaniya Tirkmenan dike, bi wî awayî nake ku desttêwerdanê di karûbarên navxweyî yên Iraqê de bike û xwe li ser Tirkmenan ferz bike. Tirkiyê bi berdewamî tekez dike ku Tirkmen çi li Hewlêrê bin yan li her cihekî din bin, karên xwe bi awayê herî baş birêve bibin û xwe bi siyaseta welat û navçeyê re biguncînin û Tirkiyê jî di hinek mijaran de alîkarî û hevkariya wan dike. Tirkiyê ti carî cudakarî di navbera pêkhateyan de nekiriye û nake jî. Herwiha ti carî ti pêkhate yan aliyekî han nade da komên çekdarî pêk bînin yan tevlî pêkhateyeke çekdarî bibin. Lê Îranê pêşî li Libnanê dest bi vî karî kir bi piştevanîkirina Hizbullahê, dûre jî heman tişt li Yemenê cîbicî kir û dûre jî Heşda Şeibî damezrand.

 

Îran hem xwe nêzîkî desthilatê dike û hem pêkhateyeke çekdarî jî çêdike û xapandinê di navbera herdu aliyan de pêk tîne daku bi tevahî rewşê kontrol bike. Tirkiyê bi vî rengê rêvebirinê qayîl nabe û di wê baweriyê de ye ku divê îrade û ferman ji aliyê Iraqiyan bi xwe ve bin. Hebûna dewletê lojîka herî baş e. Hîmê kêşeya me bi Guleniyan re ji ber vê yekê bû. Çawa dibe kesek meaş ji dewletê werbigire, lê fermanan ji Gulenê li Amerîkayê rûdine werbigire! Ev sedema sereke ye ji bo têkdana pergala rêvebirina desthilat û dewletê. Di serdema Gulen de, wezîr fermanek derdixist, lê çimkî qayimeqam bi nihênî alîgirê Gulen bû, yan fermana wî cîbicî nedikir yan li gor şîretên Guleniyan, li gor berjewendiyên xwe bikar dianîn û piştre cîbicî dikirin. Ev jî rê ji bo derketina kaosê û têkbirina dewletê vedike. Gulen jî wek wekîlekî Amerîka li Tirkiyê karên xwe birêve dibirin. Bi dîtina min, li bakurê Iraqê jî pir çalak û aktîv in. Gulenî berhema projeyeke Amerîkî ne. Ne ji bo berjewendiya giştî ya welat, lê ji bo berjewendiya hêzên biyanî kar dikin. Heşda Şeibî jî hêzek e ji bo cîbicîkirina meremên Îranê hatiye çêkirin û her fermanek lê bê kirin cîbicî dike û li dijî berjewendiyên Iraqê jî kar dike. Lewra divê Iraq dewleta dezgehan be daku xwe nîşan bide û bihêz be. Ev jî ji serê desthilatê heta jêr rengvedan bi ser de bê kirin, bibe nûnera rasteqîn a milet û li gor îradeya milet karên xwe birêve bibe. Heke na wê bibe sedema kaos û derketina kêşeyên kûr.

 

Gelo dibe siyaseta Amerîkayê ya li hember PKKê tund be?

 

Ehmed Uysal: Na, ez bawer nakim siyaseta wî tund be. PKKê noker û pêkhateyeke sîxura Amerîkayê ye. PKK hewl dide derz û qelşan di navbera Tirkiyê û Sûriyê, Tirkiyê û Iraqê û Tirk û Kurdan de çêbike û sûdê ji vê rewşê werbigire. PKK ji siyaseta kolandina çalan hez dike û ezmûndar e jî. Amerîka 911 kîlometr ji sînorê Sûriyê bi Tirkiyê re pêşkêşî PKKê kir ku ev jî sînorekî pir mezin e. Rast e piraniya Kurdan ne piştevanên PKKê ne, lê Amerîka bi hênceta nehîştina DAIŞê, sînor pêşkêşî PKKê kir. Amerîka karîbû komeke Kurdî ya nerm bidîta û tevger pê re bikira û karîbû hevahengiyê bi Ereban re jî bike û karîbû grûpeke din jî pêk bîne çimkî pere û çekên wê hene. Lê Amerîka PKKê hilbijart da bibe dûvelanka wê li vê deverê.

 

Weke min qal jî kir, ti kêşeya me ligel statû û mafên Kurdan nîne. Em ne li dijî bihêzbûna Kurdan e, çimkî ew neteweyeke birayên me ne. Lê komeke li derveyî zagonê ku xwediyê hizreke komunist a çepger û radîkal in bûne darûdestê mezintirîn hêza kapîtalîzmê, ku nayê zanîn ji bo çi merem û mebestekê têne birêvebirin, çawa dibe Tirkiyê destgirtî raweste û Tirkiyê qet qebûl nake PKKê û yên mîna PKKê li sînorê başûrê Tirkiyê, li Qendîlê li bakurê Iraqê û li bakurê Sûriyê bimînin û çalak bin. General Îlker Başbug serleşkerê berê yê Tirkiyê gotineke wî heye ku dibêje "Amerîka Ocalan radestî Tirkiyê kir daku bi xwe PKKê birêve bibe." Ev gotin pir nêzîkî rastî û realîteyê ye, çimkî gava Ocalan daxwaz ji gerîlan kir çekên xwe radest bikin û ji axa Tirkiyê vekişin, serkirdatiya PKKê guh neda wî, çimkî Amerîka zanîbû wê Tirkiyê bihêz bibe, lewra hewldana wî pûç kir. Bi dîtina min, serkirdatiya niha ya PKKê bi tevahî li jêr kontrola Amerîkayê ye wek çawa Heşda Şeibî bi temamî di bin kontrola Îranê de ye. Ti cudahiyek jî di navbera PYD û PKKê de nîne.

 

Tirkiye çima PYD û YPGê weke parçekeye ji PKKê dibîne?

 

Em pişta xwe bi encaman girê didin, çimkî ez ne endamê îstîxbaratê me. Li gor encaman, Amerîka çekan dide YPGê, piraniya şervanên wan ji gerîlayên Qendîlê bi xwe ne û Qendîl piştevaniya wan dike û di aliyê rêxistinî de jî girêdayî Qendîlê ne û serkirdatiya PYDê jî li jêr fermana Qendîlê ye. Pêwistî bi belgeyan nîne çimkî encam diyar in. Derbarê guherandina navan jî ezmûna wan heye. Li wê gorê ku li Tirkiyê partiyeke wan dihate girtin û bi navekî din partiyeke din dadmezrandin. Heman nav heman îdeolojî cîbicî dikir. Me wek mînak jî HDPê anî gava me got eger HDPê ji bin sîbera PKKê derkeve, wê reformeke bedew encam bide, çimkî HDPê ji wan çavkanî girt, dûre xwest xwe ji wan cuda bike, lê nikarîbû. PKK daxwaz dike biherikin ser kolanan, ew jî kolanê dilivînin û doza boykotê ji wan dike û demildest boykot dikin. Lewma hegemoniya PKKê li ser PYD û HDPê jî berdewam e.

 

 

 

1013 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.203 seconds