Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Parlamenterê tirkmen: Em hêvî dikin Serokwezîr Barzanî dê rewşê asayî bike

Ji aliyê Mahmud Yasin Kurdi 9-11-2017
Aydin Marûf
Aydin Marûf

 

Endamê Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Endamê Polîtbûroya Eniya Tirkmenî ya Iraqê Aydin Maruf got, ew hêvî dike ku di bin serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ji bo asayîkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tiştên baş bêne kirin.

 

Endamê Polîtbûroya Eniya Tirkmen a Iraqê Aydin Maruf diyar kir ku ji wî nehatiya xwestin ku di navbera Enqere û Hewlêrê de navbeynkariyê bike û got: “Piştî referandumê jî helwesta Tirkiyê baş bû. Ez bawer nakim ku Enqere pengavên xelkê ceza bike bavêje.”

 

Aydin Marûf dabeşkirina desthilatdariya Mesûd Barzanî bi ser hikûmet û parlamentoya Kurdistanê de weke gaveke baş û erênî nirxand.

 

Maruf destnîşan kir ku piştî hatina DAIŞê, Hêzên Pêşmerge hemû xelkê pêkhate bicudahî parast û ew helwesteke pîroz e.

 

Parlamenterê tirkmenî herwiha got, ew weke tirkmen dixwazin Kerkûk bibe herêmeke cuda.

 

Aydin Marûf pirsên Rûdawê bersivand in.

 

Beriya çend rojan şandeke pile bilind a Herêma Kurdistanê û tirkmenên Iraqê ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hevdîtinek pêk anîn. Wê hevdîtinê di vê heyama hestiyar de çi peyama xwe hebû?

 

Em weke gelê tirkmen û Eniya Tirkmenî ji bo başkirina peywendiyên Bexda-Tirkiye û Hewlêr-Tirkiyê bûne piştgir. Di wê hevdîtina ligel Serokomarê Tirkiyê de tenê Eniya Tirkmenî nebû, herwiha nûnerên partiyên tirkmenî yên li Iraqê, kesayet û karsazên girîng ên tirkmenî û Şanda Hevkeriya Bilinda Tirkmenî jî hebûn. Di hevdîtinê de zêdetir piroseya avadankirina navçeyên di şerê DAIŞê de wêran bûne, alîkariyên bo koçberan, vegerandina koçberan bo ser malên wan, hat axaftin. Piştî hatina DAIŞê di sala 2014ê de hinek dezgehên xêrxwaziyê yên bi ser hikûmeta Tirkiyê ve ji bo koçberan kamp avakirin û alîkariya wan kir.


Hevya Sor a Tirkiyê ji bo Herêma Kurdistanê û herêmên din 20 milyon dolar xerc kir. TIKAyê li Duhokê 3 kampên koçberan ava kir û ji bo koçberan 50 milyon xerc kir. AFADê jî ji bo kampên Xazir û Hesen Şamê 6 milyon dolar xerc kir û ew pere bê ciyawazî bi ser hemû koçberan de dabeş kir. Tirkiyê ji bo alîariya koçberan rejeyeke zêde pere xerc kiriye û em hêvî dikin ku hewehengê ligel hikûmeta Iraqê navçeyên wêran bûne ji nû ve ava bikin.

 

Ji ber encamdana referanduma Başûrê Kurdistanê peywendiyên Hewlêr û Enqerê gelek xirab bûne. We hîç hewl daye ku peywendiyên herdu aliyan asayî bibe?


Ti kesî ji me nexwestiye em navbeynkariyê bikin. Rast e ji ber encamdana referandumê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê xirab bûn, lê di vê mijarê de ne Tirkiye berpirsyar e, Herêma Kurdistanê berpirsyar e. Tevî wê yekê lê dîsa helwesta Tirkiyê li hemberî Herêma Kurdistanê gelek baş e. Çimkî zêde zext li ser Herêma Kurdistanê nekir. Ti pirsgirêkên Tirkiyê bi Kurdan re nîne. Di heyamên borî de berdewam piştgiriya Kurdan û tevahiya pêkhateyên din kir. Em dixwazin peywendiyên Tirkiyê hem bi Bexdayê re baş be û hem jî bi Hewlêrê re baş be. Ji bo asayîkirina peywendiyan jî Herêma Kurdistanê pêwîst e hinek gavên din bavêje.


Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşniyara cemidandina encamên referandumê kir, divê çi gavên din bavêje?


 

Cemidandina encamên referandumê di vê heyamê de gaveke baş bû û bi erênî hat pêşwazîkirin. Lê Tirkiyê dixwaze encamên wê bêne hilweşandin. Cemidandina posta Serokatiya Herêma Kurdistanê jî baş bû û di demeke guncav de hat pêkanîn. Mercê Bexdayê yê destpêkirina danûstandinan, hilweşandina encamên referandûmê ye. Lê pêwîst e piştî gavên Herêma Kurdistanê, Bexda jî ji bo pêkanîna xweşbîniyê hinek gavan bavêje. Em ligel çareserkirina pirsgirêkan bi rêya destûra bingehîn in, lê eger hûn ji min bipirsî bi min divê encamên referandumê ji bo berjewendiyên giştî bê hilweşandin û ez bawerim dê bê hilweşandin.

   

Tirkiye dixwaze kontrola deriyê sînorî Îbrahîm Xelîl radestî Bexdayê bê kirin. Bi te ew yek ne cezakirina Herêma Kurdistanê ye?

 

Xelk û hikûmeta Tirkiyê li hemberî hemû pêkhateyên mazlûm ên Iraqê taybetî li hemberî Kurdan birehm e. Ez bawer nakim ku Enqere pengavên xelkê ceza bike bavêje. Torebûna Tirkiyê ne li hemberî xelkê ye.  


Bi te ewa di 16ê cotmehê de rû dayî sepandina yasayê bû yan jî dagirkarî bû?


 

Pirsgirêka Kerkûkê heyamake dirêj e di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de heye. Em weke Eniya Tirkmenî nebûne beşek ji nakokiyên di navbera herdû aliyan de. Aliyê Kurd jî em weke beşek ji pirsgirêkan ne dîtine. Xelkê tirkmen li Kerkûkê ji mafên xwe bêpar maye. Em naxwazin şer û alozî li herêmê rû bidin. Projeya Eniya Tirkmenî diyar e. Em dixwazin Kerkûk bibe heremeke cuda û ji aliyê tevahiya pêkhateyên bajêr ve bê birêvebirin. Piştî sala 2003yê li Kerkûkê di navbera partiyên siyasî de bawerî nema. Hevrikiya li Kerkûkê zerarek mezin da hemû pêk hateyan.

 

Niha zêdetirî 150 hezar kurd li Kerkûkê aware bûne, ev ne dagirkarî ye?

 

Em ligel zilma li hemberî hîç pêkhateyek û mirovekî nînin. Awarebûna ewqas kesî guneheke mezin e. Pêwîst e vegerin mal û bajarên xwe. Bo parastina bajêr, bi min, baş e hêza ewlehî û polîsên hevbeş bê sazkirin. Projeya Mam Celal bo birêveberina Kerkûkê gelek baş bû. Me her tim piştivaniya wê projeyê kiriye. Li Kerkûkê di navbera fermandeya pêşmerge de dubendî hebû. Hêzên Pêşmerge li Kerkûk, Tilefer û navçeyên din hemû xelkê pêkhate bicudahî parast. Ji bo ew helwesteke pîroz e. Lê pêwîst e em vê yekê jî ji bîr nekin artêşa Iraqê hezeke fermî ye û pêşmerge jî beşeke ji artêşa Iraqê ye. Beriya mehekê pêşmerge û artêşa Iraqê bi hev re şerê DAIŞê kirin. Nabe ev herdû hêz şerê hevdû bikin. Ez bawerim artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge naxwazin şerê hev bikin. Çimkî ev şer tenê di berjewendiyên DAIŞê de ye.

 

Helwesta we li ser kiryarên li beramberê Kurdên Xurmatoyê hatine kirin çi ye?

 

Bûyerên li Xurmatoyê rû dane guncav nabînin. Diyar e pêştir nakokî di nav wan hêzan de hebûye û bûyerên vê dawiyên encamên wê bûne.


Heşda Tirkmenî tawan li beramberî kurdan dike. Çima hûn bêdengin?

 

Peywendiyên me bi Heşda Tirkmenî re nîne. Eniya Tirkmenî ne hêzeke çekdarî ye û herwiha her hêzeke çekdarî yên di nav Heşda Şeibî de ti peywendiyên me bi wan re nîne û nûneritiya me nakin. Dema ku artêşa Iraqê ligel Heşda Şeibî hatin Kerkûkê ne nêrîna me xwestin û ne jî ji me pirsîn. Berevajiyê vê yekê ligel beşeke pêşmerge rêkeftine kirine. Em ne beşekê ji wê rêkeftinê ne. Dema Hêzên Pêşmerge jî di sala 2014ê de hatîn pirs ji me nekirin. Em li dijî projeyên taîfî ne û em li ser bingehîn esasî daxwaza mafê tirkmenan dikin. Heger mijar bê şîe û sunnetiyê em dê dabeş bibin.


Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) kursiyê parêzgariya Kerkûkê weke mafê xwe dibîne. Ti hewldanên we hene ku ji bo kursiyê parêzgariyê bide tirkmenan?

 

Ti agahdariyên min derbarê vê yekê de nîne. Lê pirsgirêk çi ye? Bila kesekî tirkmen bibe parêzgarê Kerkûk. Em dixwazin kesekî tirkmen bibe parêzgarê Kerkûkê. Lê belê em xwe ji rastiyan jî dûr naxin. Em ligel dabeşkirina kursiya Parêzgariya Kerkûkê, cîgirê parêzgar û Serokê Encûmena Civata Kerkûkê bi ser tirkmen, kurd û eraban de ne. Di navbera kurd û tirkmenan de hêj peywendiyên baş hene. Helwesta rayedarên Kurd a piştî sala 2003yê bû sedema guhertinên li Kerkûkê rû dane.

 

Gava Barzanî ya ji bo dabeşkirina desthilatdariya xwe hûn çawa dinerxînin?

 

Em dabeşkirina desthilatdariya Barzanî bi ser hikûmet û parlamentoya Kurdistanê de weke gaveke baş û erênî dibînin. Çimkî ji ber mijara Serokatiya Herêma Kurdistanê sala 2015ê di navbera partiyên siyasî de pirsgirêkan dest pê kir. Niha ew pirsgirêk çareser bûye û niha ti hêcetên aliyên siyasî nemane. Beşdarkirina parlamentoyê Tevgera Goran û Komelê rewş asayîtir kir. Em hêvî dikin ku îsal di bin serokatiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de ji bo asayîkirina peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tiştên baş bêne kirin. Nêçîrvan Barzanî kesekî diplomatîk û nerm e.

 

Li parlamentoya Kurdistanê 5 kursiyên tirkmenan heye. Çima rola tirkmenan li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Enqerê de lawaz e?


Birayên me yên kurd û ereb têgihîştine ku nûnerîtê bi îradeyê tê kirin. Eniya Tirkmenî rasteqîn nûneriya gelê tirkmen dike. Em naxwazin partiyên tirkmenî ji aliyê neteweyên din ve bê avakirin. Kurd û tirkmen du neteweyên girîng in li herêmê û çarenûsa me pêkve girêdaye. Bi partiyên kurdî re jî peywendiyên me baş in. Pirsgirêkên di navbera Enqere û Hewlêrê de zêdetir girêdayî referandimê ne.

 

Li Kerkûkê bêrêzî li ala Kurdistanê hate kirin, fikrê te li ser vê yekê çi ye?

 

Em ne li dijî ti alayê ne û em li dijî vê yekê ne, ku bêrêzî li her alayekê were kirin. 4 ala li avahiya me hatine bilindkirin (Iraq, Kurdistan, gelê tirkmenan, bereya tirkmenan). Teşkîlata herî demokratîk a me ye. Em ne ligel vê yekê ne, ku bêrêzî li ala Kurdistanê an a Iraqê an jî ya tirkeman were kirin. Çimkî ala li ba her pêkhateyekê pîroz e. Bi rastî ez arezû nakim, ku birayên min ên kurd birîndar bibin û ez vê yekê qebûl nakim.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
456 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 14 demjimêr berê | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 13 demjimêr berê | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20 demjimêr berê | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| Duh vî demî 11:58 | (1)
0.25 seconds