Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Ji Harvardê: Zimanên Kurdan 5 in

Ji aliyê Mem Wêranî 11-7-2016
Rûdaw
Rûdaw
Akedemîsyenê Zanîngeha Harvardê û Nivîskar Dr. Amr Taher Ahmed da zanîn ku kurmancî, soranî, goranî, lûrî û zazakî xwedî rêzimanên cuda ne û ew ne zarava ne.

 

Taher eşkere kir, “Ji têkstên me yên edebî jî wisa xuya dibe ku helbestvanên kurdan hay ji berhemên hevdu nedibûn. Di edebiyata klasîk a goranî û soranî de karî bandora helbestvanên fars mîna Hafiz, Sedî û Nizamî peyda bikî, lê qet ti peywendiyekê di navbera wan û mezinê helbestvanên kurmanc mîna Cizîrî û Xanî de nabînî”

 

Nivîskar, kevntirîn tekstên edebiya kurdî destnîşan kir û got, “A ku em heta niha ji belgeyên zanistî yên bawerpêkirî dizanin ew e ku kevintirîn tekstên edebiyata kurdî bi kurmancî ne.”

 

Dr. Amr Taher Ahmed bersiva pirsên Rûdawê da.

 

Kurdan yekemîn car bi kîjan zaravayê nivîsandine?

 

Mirov dikare bersiva vê pirsê bi du awayên cuda bide. Ew cudahî jî li gorî têgeha mirov û paşxana wî ya îdeolojî û zanistî tê; girêdayî wê çendê ye ka kîjan ji wan du cemseran di paşxana hizrî ya mirov de pirrengtir û bisengtir e.

 

Bi gotineka din, mirov dikare bi awayekî zanistî û akademik li pey belgenameyên berdest hewla bersivdana vê pirsê bide; dikare jî bi awayekî neteweperestane li vê pirsê binêre û li bersivekê bigere, lê dibe ku bersiveka wiha ji aliyê akadêmîk ve neyê pejirandin.

 

Di sedsaliya çûyî de, dîrok, kiltûr û çanda gelê me li hemû perçen Kurdistanê li ber gefên jinavçûn û nemanê bûn. Bi giştî, dema gelek dikeve rewşeka wiha, hemû hewla xwe dide xwe ji wê metirsiyê rizgar bike; dikeve meydana xebatê da ku dîrok û çanda xwe ji nemanê biparpêze.

 

Kiryarên zordanan rengvedanên tund li pey xwe anî

 

Ev, diyardeka siruştî ye ku di nava hemû gelên bindest de heye. Di rewşeka wiha de dijwar e, kiryarên tundên zordaran rengvedanên tund jî li cem gelên bindest li pey xwe tînin. Her çend zulm û zorî zêdetir be, neteweperwerî jî li cem gelê bindest bêhtir dibe û gelek caran jî digihije tixûbê neteweperistî û zêdegaviya hizrî jî.

 

Mebesta min ji vê pêşgotinê ew e ku bibêjim, beşê herî sereke ji dîroka edebiyata me kurdan bi destê xebatkarên kurd û di qonaxên herî dijwar ji dîroka gelê me de bi îmkanatên gelek kêm û bi awayekê ne akadêmîk hatiye nivîsîn. Rast e, pêdivî ye ku em rêzê li xebat û mandîbûna wan bigirin.

 

Lê, em divê vê yekê jî bizanin ku ew xebat di rewşaka ne asayî de bêhtir ji bo selmandin û parastina hebûna gelê kurd wekî gelekî xwedî ziman û çand hatiye kirin. Lewma jî, gelek caran wekî karvedanek dijî zordariyê û siyasetên tunekirinê reng û rûyê neteweperistiyê bêhtir ji zanistî û akademîk bûnê û di wan berheman de xuya dibe.

 

Netewperwerî dibe sedema dûrketina rastiyê

 

Ez nabêjim neteweperwerî tiştekê xirab e. Lê dema di xebateka lêkolîna zanistî de hesta neteweyî cihê pîver û mikyasên zanistî û akadêmîk digire, wê gavê tiştên jê berhem tên hinek caran ji rastiyê dûr dikevin. Mebesta min ji akadêmîk bûnê ew e ku di karê zanistî de hin rêbazên rast û durist ên lêkolînê hene ku em di akademiyayê de fêr dibin.

 

Nivîsîna dîroka edebiyata gelan jî ji bizava lêgerîn, nivîsîna akadêmîk û zanistî cûrek e. Lewma eger di wê xebata lêgerîna rastiyan de ew rêkar bêne peyrewkirin, encam her çi bin, wê bibin cihê baweriyê û hemû kes wê qebûl bikin. Her karekî lêkolîna edebî ji wê rêkara rast jê bibe û der bixe, dê bibe cihê gumanê.

 

Li ser posta xezalê helbestên Belûlî

 

Bo mînak, lêkolerekî Rojhelatê Kurdistanê bi navê Sedîq Borekeyî (Sefîzade) di bergeya yekê ya pirtûka xwe Mêjûy wêjey kurdî de dibêje ku yekem helbestvanê kurd Balûlê Mahî ye ku, bi gotina wî, di sala 146ê koçî de (sedsaliya 8ê zayînî) ji dayik bûye û çawarîne bi kurdiya goranî nivîsiye.

 

Borekeyî di nivîsîna xwe de wisa nîşan dide ku piraniya gotinên xwe ji pirtûka olî ya Serencam a kurdên yarsan wergirtine. Her di wê pirtûka xwe de hinek helbestan ser zarê Balûlî belav dike. Lê di lîsta jêderên xwe de wisa dide xuyakirin ku parçeyeka postê xezalê li ber destê wî ye ku helbestên Balûlî li ser hatine nivîsîn.

 

Îcar kesê ku neteweperest be, dê wê axiftinê wekî rastiyeke vebir werbigire, bipejirîne û gelek pê dilxweş jî bibe ku edebiyata me kurdan ew qas kevnar e. Lê di nivîsîna Borekeyî de ji aliyê akademîk û zanistî ve gelek gotinên şaş û berguman hene ku ti bihayekî ji bo nivîsîna wî nahêlin. Bo mînak, hin pirsên zanistî ku ji xwendina wê nivîsê dikeve serê kesekê akadêmîk ev in:

 

Ew postê xezalê li kuderê ye? Li kîjan muzexane, akadêmiya, mizgeftê yan malê tê parastin? Çima heta niha wêneyekî wî neketiye ber destê me xwandevanan? Eger rast e ew parçe kevilê xezalê heye, kîjan lêkoler û pisporê akadêmîk li kîjan labaratûwarê lêkolîneka zanistî li ser kiriye da bizane ka ew kevl çend kevnar e û bo kîjan serdama dîrokî vedigere? Mirov dikare ji aliyê zimanê helbestê ve jî wî rexne bike: Eger Balûl lûr e, çima çarîneyên wî bi kurdiya goranî ne?

 

Di berdewamiya pirtûka xwe de, Borekeyî her bi wî awayî lîsteka dûr û dirêj ya helbestvanên Lûristanê dide nasîn ku helbestên wan tev bi kurdiya goranî hatine nivîsîn. Lê ew cûre nivîsîna berhemê îdeolojiya neteweyî û ne şarezayî ya wî di rêbazên lêkolîna zanistî de ne û ji aliyê akadêmîk ve cihê baweriyê nîn in.

 

Destnivîsên goranî ji sedsaliya 18an kevintir nîn in

 

Ji kurdî ya goranî gelek destnivîs heta niha hatine dîtin ku piraniya wan kilamên olî yên kurdên yarsan in. Mixabin, li dawiya gelek ji wan destnivîsan dîroka nivîsînê nehatiye tomar kirin û karê dîrokvanên edebiyata kurdî bi vê çendê bi zehmet ketiye. Lê şarezayên akademîk yên ku karê zanistî li ser teknîk û kereste (kaxez, rênivîs,…) yên wan destnivîsan kirine, di wê baweriyê de ne ku heta niha ti destnivîsên goranî ji sedsaliya 18an kevintir nîn in.

 

Marif Xeznedar dîroknivîsekî din ê edebiyata kurdan e. Ji ber ku ew li akademiyaya Sovyetê perwerde bûbû, kêmasiyên pirtûka wî ji yên Borekeyî gelek kêmtir in. Xeznedar di pirtûka xwe de, Mêjûy edebî kurdî, behsa Mela Perîşanê Dînewerî dike ku, bi gotina wî, di sedsaliyên 14an û 15an ya zayînî de (1356-1421) jiyaye û dîwanek bi kurdî ya goranî nivîsiye.

 

Xeznedar dibêje ku destnivîseka Mela Perîşan li zanîngeha Nuremberg li Almaniya tê parastin. Lê di berdewamiya nivîsîna wî de diyar dibe ku wî bi xwe ew destnivîs nedîtiye û bi tenê çapeka dîwana Mela Perîşan li ber destê wî bûye ku, bi gotina wî bi xwe, li ber rûnivîseka sala 1915an a dîwana Mela Perîşan hatiye berhevkirin û çapkirin.

 

Heta ku ew destnivîs û naveroka wê bi duristî neyên piştraskirin û lêkolînên hûr li ser neyên kirin, mirov nikare bi piştrastî biryarê li ser duristiya zanyariyên jiyana Mela Perêşan û kevnariya dîwana wî bide.

 

Kevntirîn tekst ên bi Kurmancî ne

 

Bi dîtina min, a ku em heta niha ji belgeyên zanistî yên bawerpêkirî dizanin ew e ku kevintirîn tekstên edebiyata kurdî bi kurmancî ne. Berhemê ji hemûyan kevintir jî helbestên Elî Herîrî ne ku li sedsaliya 16an (1530-1600) li devera Şemzînan a Bakûrê Kurdistanê jiyaye. Piştî wî, berhemên Feqiyê Teyran, Mela Ehmedê Cizîrî û Ehmedê Xanî tên ku kevnatiya wan bi belge û bi awayekê zanistî hatiye piştrast kirin.

 

Tê gotin ku edebiya kurdî ji ya farsî kevntir e, gelo ev rast e?

 

Bersiva vê pirsê jî her dikeve ber ronahiya bersiva pirsa pêşiyê. Li gorî belgeyên berdest û bawerpêkirî, edebiyata farsî gelek ji edebiyata me kurdan kivntir e. Eger em bi tenê behsê çaxê piştî hatina Îslamê bikin, yekem helbestên farsî di sedsaliyên 9 û 10ê zayînî de peyda bûne. Anku, edebiyata farsî ya piştî hatina îslamê ji edebiyata kurdî ya wî çaxî bêhtirî pêncsed salan kevintir e.

 

Çima edebiyata klasîk a farsî gelekî dewlemend tê zanîn?

 

Edebiyata kilasîka farsî yek ji zengîntirîn edebiyata devera me ye. Lê ev çend, qet û qet ne ji ber ciwanî yan hêjayî ya ziman û edebiyata farsî ye. Zengîniya edebiyata farsî bi dîtina min bi tenê bo komeka faktorên dîrokî (siyasî, aborî, civakî û çandî) vedigere. Fars berî peydabûna îslamê xwedî împaratoriyan bûn ku yek ji wan Împaratoriya Sasanî bû.

 

Bi giştî eger gelek desthilata siyasî hebe, wê çaxî kiltur û çanda wî jî dê xurt bibe û bibe xwedî navûbang û bandoreka mezin. Ti kes di nava kurdan de beriya seydayê mezin Ehmedê Xanî negehiştiye vê rastiyê.

 

Hêza siyasî edebiyatê binavûdeng dike

 

Ew di pêşgotina Mem û zîn ê de dibêje: “Ger dê hebuwa me jî xudanek/Alî keremek letîfedanek/… Min dê elema kelamê mewzûn/Alî bikira li banê gerdûn”. Mebesta Xanî ji Xudanê alî kerem û letîfedan, kesê xwedî hêza siyasî ye ku di heman demê de qedr û qîmeta huner û edebiyatê bi başî bizane. Xanî dizane ku eger hêza siyasî ji hêza edebî re bibe piştevan, ew edebiyat wê zû werarê bike û li hemû deran bibe xwedî nav û deng.

 

Îcar ji ber ku fars berî îslamê xwedî desthilata siyasî bûn, edebiyata wan ya berî Îslamê jî zengîn bû. Lewma pişkek ji edebiyata wan a piştî Îslamê jî her li ser binyata şûnwarên edebiyata wan a berî Îslamê hatiye avakirin. Bo mînak, îro em bi piştrastî dizanin ku edebiyata Sasanî ya berî îslamê yek ji jêderên Şahnamê ya Fîrdewsî bû.

 

Piştî hatina îslamê zimanê erebî ku zimanê Quran û ola îslamê bû, wekî zimaneke pîroz di nav gelên ne ereb (mîna fars û kurdan) de cihê xwe girt û bo demekê dirêj bû zimanê nivîsîna olî, zanistî û edebî. Lê nêzîkî çarsed salan piştî hingê, farsan berî hemî miletên musilmanên ne ereb bi zimanê xwe dest avête nivîsîna helbest û pexşanê û êdî bi farsî nivêsîn hêdî hêdî berbelav bû.

 

Zimanê farsî bû zimanê koşk û xanan

 

Edebiyata farsî ya piştî îslamê jî hem li jêr bandora çanda farsî ya berî îslamê bû, hem jî bi awayekî berfirehtir li jêr bandora edebiyata erebî. Tiştê herî balkêş di dîroka edebiyata farsî ya piştî îslamê de ew e ku hindek ji xanedanên seltenetî yên di çaxê îslamî de hukim li Îranê kirîn, mîna Xeznewî, Xarezmî, Selcûqî, Sefewî û Qacar, ji binyat ve tirk bûn û zimanê axaftin, dan û standina wan tirkî bû.

 

Lê bandora ziman û edebiyata farsî her zû wesa xurt bûbû ku ziman û edebiyatên fermî yên koşk û xanên wan bûbû farsî. Wê çaxê hemî siltan û hakiman helbestvanên fermî hebûn ku helbest û qesîde yên pesn û pêgotinê bi wan digotin. Ew helbest hemû bi farsî dihatine nivîsîn. Lewma jî digotine wê farsî ya piştî îslamê peyda bûyî, farsiya derî. Peyva derî kurtkirî ya derbarî (koşkî) ye. Anku ew farsî ya di koşk û dîwanên xanedanên hakim de li Îrana piştî Îslamê peyda bûye û vejiyaye.

 

Divê em ji bîr nekin ku her faktorê siyasî wekir ku edebiyata farsî li derveyî sinûrên Îranê jî berbelav bibe. Di qonaxên cuda cuda yên çaxê îslamî de, ji Çînê bigire heta Bosne û Hersek, xelkê helbest bi farsî nivêsîne.

 

Tesawûf û zimanê farsî

 

Wekî min pêştir jî got, ji bilî faktorê siyasî, gelek faktorên civakî, aborî, olî û kilturî jî bo wê çendê hene ku ez naxwazim niha biçime nava kûratî ya vî babetî. Bi tenê dixazim mînakeke din li vê derê behs bikim, ku faktorê ayînî ye. Edebiyata farsî bi helbesta xwe ya tesewûfî û irfanî gelekî zengîn e. Kêm terîqetên tesewufê di nava musilmanan de hene ku mifa ji edebiyata farsî ya irfanî nebînin. Sofiyên me kurdan bi xwe jî heta niha di zikr û ibadetên xwe de helbestên irfanî yên Hafizê Şîrazî bi farsî distirên.

 

Vê, bandora berfireh vekir ku edebiyata farsî ji kevn ve bibe edebiyateka cîhanî. Bo mînak, helbestvanê Elmanî Goethe ku li sedsaliyên 18an û 19an jiyaye, gelek di bin bandora Hafizê Şîrazî bû. Şahnamê ya Ferdewsî di sedsaliya 19an bo zimanên îngîlîzî û fransî hatiye wergerandin û li London û Parîsê hatiye çapkirin. Her li wê çaxê Edward FitzGerald ê îngîlîz çawarîneyên Xeyamî bo zimanê ingilîzî wergerand û çap kirin.

 

Eger edebiyata me jî derengtir ji ya farsî peyda bûye û direngtir jî bala xelkê biyanî kişandiye xwe, ti peywendiya wê bi siruştê zimanê kurdî, êstêtîk û ciwaniya berhemên wê yên edebî nîn e. Me kurdan ji farsan derengtir dest bi nivîsîna bi zimanê xwe kir. Eger fars piştî hatina îslamê ketine bin bandora ziman û edebiyata erebî, em kurd ketine jêr bandora sê ziman û edebiyatên erebî, farsî û tirkî.

 

Kurd hay li berhemên hevdu nedibûn

 

Piştî peydabûna edebiyata kurdî jî, me tu seltenet û desthelatdariyên bihêz û berfireh nebûn ku di nav kurdan û gelên biyanî yên jêr desthelata xwe de werarê û xwendina bi zimanê kurdî bidene nivêsîn. Rast e, me di dîroka xwe de mîrnişîn hebûne, lê desthelata wan ji tixûbê devereka biçûk derbas nekiriye û piraniya deverên Kurdistanê jî li derveyê tixûbên wan bûn.

 

Ji têkstên me yên edebî jî wisa xuya dibe ku helbestvanên kurdan bi xwe jî ji deverekê bo devereka din agehdarî ji berhemên hevdu nebûn. Di edebiyata klasîk a goranî û soranî de karî bandora helbestvanên fars mîna Hafiz, Sedî û Nizamî peyda bikî, lê qet ti peywendiyekê di navbera wan û mezinê helbestvanên kurmanc mîna Cizîrî û Xanî de nabînî.

 

Wekî din jî, hem fars, hem tirk û hem kurd di mekteban de fêrî zimanê farsî dibûn û karîn bi farsî bixwînin û binivîsin. Lê ji bilî kêmeka kurdan ti kesî nikarî helbestên kurdî bixwîne.

 

Ehmedê Xanî kêmtirî Camî û Nîzamî nîn e

 

Eger di nav gelên devera me de, ev bi tenê halê me kurdan ba, wê çaxê heq bû me şerm ji xwe kiriba. Lê ev, halê gelek gelên din yên deverê bû. Tirkên osmanî bêhtirî şeşsed salan xwedî împaratorî û hêza siyasî bûn. Lê edebiyata tirkî gelek piştî ya farsî peyda bû. Ligel vê hindê jî, hem ziman û hem edebiyata tirkî ya osmanî bi temamî ketin jêr bandora bihêza ziman û edebiyata farsî.

 

Eger em behsê hêjayî û balkêşiya berheman bikin, bi şehîdiya xelkê biyanî qesîde û xezelên Cizîrî û Nalî çi ji yên Hafiz û Rûmî kêmtir nîn in. Bihayê edebî yê Mem û zîn a Ehmedê Xanî çi ji Yûsif û Zileyxa ya Camî yan ji Xosrow û Şîrîn a Nizamî kêmtir nîn e. Eger Mem û zîn şakar nebûya, dê heta niha bo çend zimanên zindî yên cîhanê nedihat wergerandin.

 

Îdiayên li ser lûrî ku zaravayake kurdî ye rast in? Nêrîna te li ser vê yekê çi ye?

 

Ev pirs bêhtir pirseka zimanvanî ye. Karê min ê sereke edebiyat e. Lê ez dikarim nêrîna xwe ya taybet ji we re bibêjim.

 

Kêşeya me kurdan ya herî sereke ew e ku me ti zimanekî dayikê nîn e ku em bikarin bibêjin, filan zarava ji wî zimanî vepeşiye (cuda bûye) û dikeve jêr sîbera wî û divê bi kurdî bê hejmar kirin. Belkî me li çaxên naverast an jî li serdemên berî hatina Îslamê zimanekê wisa hebûye. Lê niha me çi belgeyên nivîskî yan devkî ji zimanekê wesa nîn in.

 

Ti mîraseke bertêr ji zimanê madî jî, ku kurd wê wekî bingehê zimanê kurdî dijmêrin, negehiştiye me da ku zimanvan bikarin wê berawirde pê re bikin û biryarê li ser bidin. Heta niha jî ji aliyê ziman ve ti peywendiyek di navbera zimanên em niha dibêjînê kurdî û zimanê kevnarê madî nehatiye selmandin.

 

Bo mînak zimanê kevnar ê latînî li Ewropayê wekî zimanê dayikê bo zimanên nû yên ewropayî yên navdar bi zimanên romanî tê naskirin. Li ser wê binyatê zimanên wekî frensî, îtalî, ispanî, portegîzî û romanî bi zimanên ji latînî vepeşî têne naskirin. Eger me jî zimanekî wisa hebûya, dê me karîba wî bikine pîver û miqyas, û me dê li ser binyatê wî biryar bida ku ka filan zarava jî kurdî ye yan na.

 

Kurdan bixwe biryara neteweya xwe dane

 

Li vê derê du rê li ber me dimînin ku biryarê bidin filan ziman (yan zarava bi gotina we) kurdî ye yan na. Rêya êkê ew e ku em binêrin ka xelkê ku bi wî zimanî diaxivin, di dîrok û çanda xwe ya nivîskî û devkî de zimanê xwe wekî zimanê kurdî dijmêrin û dane nasîn an na. Rêya duyê jî ew e ku bi awayekê akadêmîk ev çend bê selmandin.

 

Me kurdan ji mêj ve rêya yekê daye ber xwe. Bo mînak, di edebiyata kurmancî de bi awayekî rasterast yan ne rasterast ev çend hatiye kirin. Xanî rasterast dibêje ku bi zimanê kurdî Mem û zîn nivêsiye. Cizîrî dibêje: “Gulê baxê îremê Buhtan im/Şebçiraxê şebê Kurdistan im”. Ji wê xuya dibe ku Cizîrî jî zimanê xwe bi zamanê Kurdistaniyan anku bi kurdî hejmartiye.

 

Di edebiyata goranî de jî ev çend heye. Bo mînak Xanayê Qubadî Xosrow û Şîrîn a Nizamî ji farsî ji nû ve bi goranî nivîsîye û di pêşgotina wê de dibêje: “Rast en muwaçan farsî şeker en/Kurdî ce farsî bel şîrînter en”. Anku bo xwîneran diyar dike ka boçî Xosrow û Şîrîn kiriye goranî û dibêje: “rast e dibêjin farsî zimanekê mîna şekirê şirîn e, lê kurdî ji farsiyê gelek şirîntir e”.

 

Di edebiyata soranî jî de ku ji sedsaliya 19an ve peyda bûye, ev çend heye. Li ser vê binyatê divê em bibînin xelkê lûr di dîroka xwe de xwe bi kurd dijmêrin yan na; yan jî îro di edebiyata xwe ya devkî û nivîskî de xwe bi kurd dadinin, yan na.

 

Dibe kesek bibêje: “kurdbûn beriya her tiştî ziman e. Yê ku zimanê wî kurdî be, bixwaze nexwaze kurd e”. Lê dîsan pirs ev e: Zimanê kurdî kîjan e? Anku kî biryarê dide kîjan ziman kurdî be, kîjan ziman ne kurdî be? Û li ser çi binyatê wê biryarê dide?

 

Ev plana neyarên gelê kurd e

 

Rêya duyê jî rêya zimanvanan e ku bi awayekê zanistî û ji demargirî û neteweperistiyê dûr li zimanan dikolin. Ev kar jî ji mêj ve hatiye kirin. Ji encamê lêkolînên zanistî wisa derdikeve ku, ewên kurd niha jê re tê dibêjin zaravayên kurmancî, soranî, goranî, û zazakî, bi tenê li Kudistanê anku li cem kurdan wekî zaravayê tên naskirin. Lê li derveyê Kurdistanê li ser binyatekê zanistî wekî ziman serederî ligel wan tê kirin. Ji ber ku me bivê nevê rêzimanên wan ne wekî hev in.

 

Îcar belkî kurdekî neteweperest bibêje ku ev plana neyarên gelê kurd e da ku kurdan perçe perçe bikin. Kurd heta niha jî wisa hizir dikin ku eger ji kurmancî, soranî, goranî û zazakî re bibêjin ziman, wê çaxê ew ziman dê ji bin sîbera kurdbûnê derkevin û ew jî dê bibe destpêka perçebûna kurdan.

 

Lê kesên ku kurmancî, soranî, goranî, û zazakî wekî ziman dijmêrin, xelkekî akademîk û ewropî ne ku tu neyartiya wan bi kurdan re tune ye û gelek jiwan tam berovajî ji hez û viyana kurdan hatine kar û xebat liser zimanên wan kirine.

 

Kurmancî, soranî, goranî… ziman in

 

Ez jî di wê baweriyê de me ku kurmancî, soranî, goranî, lûrî û zazakî ziman in û zarava nîn in. Lê ez ji wan re dibêjim zimanên kurdî. Ev bawerî hinek ji serbora min ya kesî jî peyda bûye. Ez ji dayka xwe fêrî kurdiya kurmancî bûm. Her wisa ji zaroktiya xwe li dibistanê fêrî farsî bûm û ji cîran û hevalan jî fêrî tirkiya azerî bûm.

 

Lê tê bîra min wê çaxê her car ku rastî kurdên soranîaxiv dihatim, qet li zimanê wan nedigehîştim. Tê bîra min hêdî hêdî piştî ez ji dinyayê û ji kurdbûna xwe haydar bûm û hesta kurdbûnê li cem min xurt bû, min biryar da bi rêya xwendina pirtûkan xwe fêrî soranî bikim. Her çend berî zanîngehê min dest bi fêrbûna soranî kir, lêbelê di sala yekê ya zanîngehê de jî hêj negehiştibûm wî astî ku bi başî bi soranî biaxivim.

 

Bi gotineka din, ez neçar bûm wekî zimanekê cuda serederiyê ligel soranî bikim û rêzimana wê bixwînim û xwe hêdî hêdî fêrî wî zimanî bikim. Heman tişt bo goranî û zazakiyê jî her wisa ye. Eger kesek xwe hînî rêziman û peyvên zazakî neke, tu carî nikare bi duristî ji kesekî zazakîaxiv têbigê. Her çend, di van salên dawiyê de, di hevdu gihîştina kurdan ji ber medyayên cûr bi cûr (TV û radiyo) ku dengûbasan bi wan zimanan bi hev re belav dikin, pîçekî baştir bûye.

 

Heta di navendên akademîkên cîhanî de jî wekî zimanên cuda serederî ligel wan tê kirin. Ji ber ku rêzimanên wan û werara wan ya dîrokî ne wekî hev in. Li Zanîngeha Parîsê du pişkên zimanê kurdî hene: kurdî ya kurmancî û kurdî ya soranî. Li Zanîngeha Harvardê ku ez niha lê waneyên edebiyatê dibêjim, mamosteyekî amerîkî hebû bi navê Wheeler Thackston, ku mamaosteyê zimanê farsî bû, lê ji ber ku kurdî jî dizanî, car caran wanên zimanê kurdî jî didan. Ji bo wê jî wî dû rêzimanên cuda, yek ji bo soranî ye û yek jî ji bo kurmancî yê, berhev û çap kiribûn.

 

Kurdî bi tenê Kurmancî û Soranî ye

 

Eger kurmancî û soranî yek ziman in, çima du rêzimanên cuda li hemû deran jê re pêwîst in? Ji bilî wê jî, pisporên bernas yên ku di navendên akademîk ên ewropî de di vî biyavî de kar kirine, goraniyê, zazakiyê, yan lûriyê qet bi kurdî binav nakin. Anku jê re nabêjin kurdî ya goranî, kurdî ya zazakî, an kurdî ya lûrî.

 

Li cem wan kurdî bi tenê ji zimanên soranî û kurmancî pêk tê. Çimkî di wê bawerê de ne ku werara dîrokiya wan zimanan ji zimanên kurdî (kurmancî û soranî yê) gelek cuda ye. Eger wisa be, pirseka dîrokî ya giring dikeve ber me kurdan: Erê Xanayê Qubadî û hemû helbestvanên mîna wî bi goranî nivîsîne şaş bûn dema digotine em bi kurdî dinivîsin?

 

Ez dibêjim, ne Xanayê Qubadî û yên wekî wî şaş bûn, ne zimanvan û pisporên li ser wan zimanan kar kirine şaş in. Bi dîtina min eger kesên ku bi kurmancî, soranî, goranî û zazakî diaxivin ji xwe re dibêjin kurd, ne ji ber ku zimanê wan yek e, yan di zimanê hevdu digihin. Belkî ji ber ku li tenîşta hev jiyane û dîroka wan, dab û nerîtên wan, û qedera wan yek bûne û yek e.

 

Mumkîn e ev çend ji ber wê yekê jî be ku wextekî koka zimanên wan jî yek bû. Lê wekî min pêştir jî got, rastiya vê çendê niha ji me re ne zelal e û eger zimanekî wisa pêştir hebûbe jî, niha nemaye û yên niha ji aliyê kurdan ve bi zaravayên kurdî tên naskirin bi dirêjiya dîrokê wisa werar kiriye ku niha weke ziman derdikevin.

 

Nakokiya zimannasan li ser Kurdî

 

Her li ser wê binyatê, em dikarin bersiva wan kesên akadêmîk û zimannas yên ku dibêjin zazakî û goranî ne kurdî ne bi vî awayî bidin: Eger cudabûna rêzimanên van zimanan bibe sebeb ku ew goranî û zazakiyê bi kurdî nejmêrin, wê çaxê çawa dibe ku kurmancî û soranî her du wekî kurdî tên hijmartin?

 

Ma ne her ew zimannas rêzimanên kurmancî û soranî jî ji hev cuda dikin? Anku eger cudahiya rêzimanî bibe pîver û miqyas ku em goranî û zazakiyê bi kurdî hesab nekin, wê çaxê pêwîst e ji soranî û kurmanciyê jî bi tenê yek kurdî be, ne her du. Bi dîtina min eger em bikarin kurmancî û soraniyê, di ser cudahiya di navbera rêzimanên wan de, di ser zimanbûna wan re dîsan, bi kurdiya soranî û bi kurdiya kurmancî binav bikin, heman tişt ji bo goranî û zazakiyê jî mumkîn e, eger xelkên bi van du zimanan diaxivin xwe di binyatda bi kurd hesab bikin.

 

Kurdbûn bi tenê ne ziman e

 

Bi baweriya min, kurdbûn nabe bi tenê bi zimanî ve bê girêdan. Kurdbûn berî her tiştekî atîfe û hest û soz e; kurdbûn dîroka hevbeş, dab û nerîtên hevbeş, qedera hevbeş û pêşeroja hevbeş e. Pênaseya kurdîbûnê ji bo van zimanan jî her di vî çarçoveyê de ye.

 

Bo mînak, ji ber wê qedexeya ku bi salan li ser axiftina bi kurdî li Bakûrê Kurdistanê hatibû danan, gelek kurdên Bakûr nizanin bi kurdî biaxivin, lê xwe bi kurd didin nasîn û wan pê xweştir e bên kuştin, li cihê ku kesek ji wan re bibêje hûn ne kurd in. Gelek kes jî hene zimanê wan ên dayikê kurdî ye û bi kurdî diaxifin, lê tu hest û sozek le cem wan li hember gelê wan tune ye.

 

Yekgirtineke di çarçevoya gelê Kurd de

 

Bi dîtina min, a rast û durist ev e ku, soranî, kurmancî, zazakî, û goranî tev bi rêzimanên cuda wekî endamên xêzana zimanên kurdî bên pênase kirin. Bi vî awayî xelkê bi wan zimanan diaxivin, dikarin hem resentiya zimanên xwe biparêzin, hem jî bi navê kurdbûnê yekgirtina xwe di çarçoveya gelê kurd de pêkbînin û biparêzin. Bi vî awayî, eger xelkê lûr jî bixwazin, dikarin xwe weke kurd pênase bikin, heta eger rêzimana wan ji ya zimanên din yên kurdî hindek dûr be jî. Çunkî zimanê lurî jî her çawa be ji aliyê zimannasî ve, mîna zimanên kurdî, bi zimanekê îranî yê rojavayî yê nû tê hejmarkirin.

 

Ji bo ku em xwe ji vê pirsgirêka zimanî rizgar bikin, pêwîst e em kurdbûnê ji qalibê bertengê zimanî derbixin û pênaseka berfirehtir a nîştimanî jêre çêkin da ku hem van zimanan tev bi xwe bigire û hem jî rastiyên zanistî û akadêmîk nehên haşa û mandele kirin.

 

Bi zimanê çarîneyên Baba Tahirê Ûryan dikare bê fahmkirin ew kurd e?

 

Eger lûr xwe bi kurd bizanin, edebiyata wan jî dê bibe beşek ji edebiyata zimanên kurdî. Anku carê pirsa sereke ev e: Erê lûr xwe bi kurd dijmîrên? Her gaveka em karibin bersiva vê pirsê bi duristî bidin, wê gavê bersiva pirsa helbest û edebiyata lûrî jî gelek hêsantir dibe.

 

Lê di derbarê helbesta Baba Tahirê Uryan de girifteka din jî heye. Eger em helbestên Baba Tahirî yên ku îro çap û belav dibin bikin pîver û miqyas em dikarin bi hêsanî bibêjin ku zimanê wan bêhtir ser bi farsiyê ve ye. Lê pirs ev e: Erê ew ziman, zimanê resenê çarîneyên Baba Tahir e? Erê çarîneyên Baba Tahirî ji destpêkê her bi wî zimanî bûn?

 

Şaşiya li ser Baba Tahîrê Uryan

 

Beriya çend salan min li zanîngeha Paris kesek nas dikir ku digot di karê xwe yê lêkolînan li ser edebiyata kurdên yarsan de rastî destnivîseka goranî ya çarîneyên Baba Tahirê Uryan hatiye û fotokopiyek ji xwe re jê girtiye. Edebiyata kurdên yarsan bi kurdî ya goranî ye û bêhtir jî ji kilamên wan yên pîroz pêk tê.

 

Baba Tahir jî di bawerên yarsanan de kesatiyeke olî û pîroz e. Min jê xwest wê fotokopiyê bibînim da ku eger bi rastî resentiya wê destnivîsê cihê baweriyê be em hemû hewlên xwe bidin li Başûrê Kurdistana çap bikin. Lê piştî min destnivîs dîtî, bo min diyar bû ku qet ne destnivîseka kevnar e û zimanê wê jî ti cudahî ligel zimanê dîwanên çapbûyî yên Baba Tahirî nîn e. Lewma min qet nezanî çima wî kesî bi şaşî bizav dikir zimanê wê bi goranî binav dikir.

 

Çarîneyên resen ên Baba Tahîrî mane?

 

Hinek dibêjin zimanê çarîneyên resen ên Baba Tahirê Uryan ji eva em îro di dîwanên wî yên çapbûyî de dibînin, cuda bû û paşî hêdî hêdî hatiye farsî kirin. Bo mînak, nivîser û lêkolerê îranî, Zebîhullah Sefa, pirtûkek di çend bergan de li ser dîroka edebiyata farsî nivîsiye. Ew dema behsa Baba Tahirî dike, dibêje ku wî bixwe destnivîseka çiwarînên Baba Tahirî bi zimanê wan yê resen li muzexaneyeka Stenbolê dîtiye.

 

Her li wê derê hinek ji wan çarîneyên bi dest li ser perekê kaxezê kopî dike û di pirtûka xwe de çap dike û dibêje ku ew bixwe qet di wan çarîneyan nagihê, çunkî zimanê wan ne farsî ye. Min ew çiwarînên di pirtûka wî de ne dîtîne û ez jî qet tê nagehim.

 

Lê bi baweriya min rastî û duristiya hebûna wê destnivîsê ne geleka ron û zelal e. Ya dirist ew e ku kesekê şarezayê zimanê lûrê li pey wê destnivîsê bigere, ligel kesên şarezayî destnivîsan resenatiya wê piştrast bike û eger weke destnivîseka resen a çarîneyên Baba Tahirê Uryan hate selmandin, berhev û çap bike.


 


Portre/Dr. Amr Taher Ahmed

 

Xelkê gundê Zêwa Şêx Pîramîs e ku ser bi devera Amêdiyê, bi girêdayî Duhokê ve ye. Di sala 1978an de li Îranê li bajarê Tebrîz ji dayik bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadeyî her li Tebrîz bi dawî aniye. Di sala 1995an de, ligel malbata xwe vegeriyaye Başûrê Kurdistanê û li bajarê Duhokê bicih bûye.

 

Di sala 2000an de, bawernameya lîsansê ji pişka ziman û edebiyata kurdî ya Zanîngeha Duhok wergirtiye. Di sala 2004an de, bawername ya master ji pişka Îrannasî ya zanîngeha Sorbonne Nouvelle-Paris 3 wergirtiye. Bawername ya doktorayê jî di sala 2009an ji pişka edebê berawirdkarî ya wê zanîngehê wergirtiye.

 

Di sala 2010an de, wekî endamê bingehê lêkolînên îrannasî (Institute of Iranian Studies) li akadêmiya zanistên Austira (Austrian Academy of Sciences) li Vienna karê lêkolînên edebî dike. Niha jî bi awayekê berwext li zanîngeha Harvard li Amerîka wanên edebiyatê vedibêje.

 

Dr. Ahmed bi giştî xebat û lêkolînan di her du biyavên edebiyatên kurdî û farsî de dike. Yekem pirtûka wî li ser helbesta nû ya kurdî û farsî bû ku di sala 2006an de bi navê Nima Yushij û Ebdulla Goran, nwêkirdinewe û dabiran ji aliyê dezgehê Spirêz ve hatiye çapkirin.

 

Teza wî ya doktorayê ku li ser bandora helbesta fransî li ser helbesta nû ya farsî ye, bi frensî bi navê La «Révolution littéraire» (Şoreşa Edebî) ji aliyê akademiya Zanistên Nemsayî ve hatiye çapkirin. Wî bo wê pirtûkê ta niha dû xelatên navdewletî, yek ji Ewropa û yek jî ji Îranê, wergirtine. Ji bilî van du pirtûkan, wî komeka gotarên zanistî bi fransî, farsî û kurdî di kovarên Fransa, Îran, û Kurdistanê de çap kirine.

Şîrove

 
Data pager
a berê
12
Page size:
PageSizeComboBox
select
Sweden | 11-7-2016
Rudaw, Eli Heriri li sedsala 10:a (li dema dewlata Merwaniyan) u ne ya 16a jiyaye. Divet hon ve serrastbiken.
marouf | 12-7-2016
Tew mala mintew....... ey ziman nazanin, perwirde ya zima na zanin, çend hovokê bi devan xawar kir û çendîn gorata herêmi dikin ziman...... waya çawan dilxwazan ne dixwazin kurdan par û parçe bikin, lê malmîrat hebuna rewaya Kurdayetî wêran bikin. Wek nimûne gelo, ma ev zanayaên bi nav û deng li ser zimana Fransawî çima nabêjin, ji ber Ku Fransawî ya li Fransa, li Beliçika li Canada, li Swissre, li lu kolonîyên Fransa kû bi aweyek Fonetikên Cuda cuda tên bi lêvkirin re nabêji ku EW NE FRANSAWI û ne zi zimanê Fransawî nin....! xwli li seran...... li navênda Fransa bi xwe ji herêmek heta herêmek dîtin Fransawî bi aweyek cur be cur tên fonetikrin. ma inca gelo ên li ser tishtan bibêjet Ez Ziman zanê zêrin...."divêt wan bi ambalajê turê kartolan bi din xelatkirin wek diploma.....!
Besnili Haco | 15-7-2016
Keseki negotiya zazaki kurdiye och luriya nujen zaraveyeke li ser kurdi. Te pi xwe tevlihev kiriye. Yek, Sorani ne zimane kurdiya jere ,sorani tene zimane dewera Hewlereye . Didu, di nawbera sorani och kurmanci tene princiba pre-position heye ew ji giredaya princiba yekemin a kurdi ku cluven-erganety"e. minak, pi sorani biwxhe pi kurmanci wexwe"ye. yeni tene pre-positina we u bi te guherandin wek cawa li devoken kurmanci tene guharandin,minak ku li kurmanci bemal och wemal. le eger tu ew guherandine li ser zimane ingilizi an swedi mezeki ew waxte ew diben du ziman ji ber ku zimane ingilizi u swedi zimaneki li ser pre-position u konstantiv vokalan hane damezrandin. u naye birkirin ku zimane kurdi zimaneki cografi"ye u ne zimaneki territoriale.
Besnili Haco | 15-7-2016
Luri heta sedsala 17. zimaneki pi grammer lingvuistik u pi gotin zimaneki li ser kurdi bu. Baba tahiri hemedani rubai yen xwe pi luri nivisandibu u ew ziman zimane nujen a kurmanciye. Nizami gencawi pi xwe kurdeki kirmansahe bu u hafiz te gotin fars bu le heta sedsala 19 . nive bajare Siraze kurd bun.
Besnili Haco | 15-7-2016
Amr li herema me gotinek heye dibejen, Ker kera çı lı sere.. !!
7215 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

fer | 2019-01-20 7:41:06 AM
bişinin silemani ji..bajaré her welati re bişinin..! kurdistan ne tené hewleré ye...
Almanya 400 otobûsan dide Herêma Kurdistanê
| 19 demjimêr berê | (1)
Kurdim | 2019-01-20 5:43:16 AM
Serkeftin kurdé héja ra
Bi pasa golparêzê Kurd her kes matmayî bûn
| 21 demjimêr berê | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-01-17 8:09:29 AM
Willah Hevalê Hêmin, bi hizra min ya baş ewe ku Kurd/ Kurdistan bi yêkcarî Dest ji Iran/Tirkîyê/Surîyê u Iraqê berde!!!! Ma eve 100-Sale me çi Xêr ji...
Nabe Îran dijmin be
| 16-1-2019 | (1)
Bewar sindy | 2019-01-17 4:27:43 AM
Aini av ajale mn le nava xabire zaxo da ditye
Li Dêrsimê dîmenên segê avê hatin tomarkirin
| 16-1-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.672 seconds