Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Necmedîn Kerîm: Heşda Şeibî gotiye em nahêlin li Kerkûkê Ala Kurdistanê were bilindkirin

Ji aliyê RÛDAW 14-3-2018
Necmedîn Kerîm

Hewlêr (Rûdaw) – Parêzgarê berê yê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bi dûr dibîne ku li Kerkûkê rê bi bilindkirina Ala Kurdistanê were dan û dibêje ku Heşda Şeibî ji partiyên Kurdistanî re gotiye ku rê nadin li nav bajarê Kerkûkê Ala Kurdistanê were bilindkirin.

 

Meha Adarê ji bo Kurdan meheke bone û bîranînan e, lê dibe ku Kurdên Kerkûkê îsal bîranînên netewî nekin, weke Necmedîn Kerîm dibêje, partî û aliyên Kurdistanî hatine agahdarkirin ku Ala Kudistanê li derve, li nav bajarê Kerkûkê bilind nekin.

 

Necmedîn Kerîm di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de behsa Kerkûkê, bone û bîranînên Kurdan ên li wî bajarî, pirsgirêkên xizmetguzariyê ku piştî 16ê Cotmehê rûbirûyî Kerkûkê bûne kir û qala Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) kir û bersiva gotinên Rifet Ebdullah da.

 

Duh we ligel Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl civînek kir, gelo mijarên sereke yên civînê çi bûn?

 

Her dema ku Kak Kosret tê Hewlêrê em hevdû dibînin. Duh min tevî Endamê Serkirdetiya YNKê Kak Şalaw serdana wî kir. Di wê rûniştinê de me behsa YNK û Kerkûkê kir, bi taybetî jî li ser zextên ku li Kurdên Kerkûkê têne kirin axivîn. Herwiha me qala peywendiyên Bexda û Herêma Kurdistanê kir, tevî peywendiyên Kurdistanê ligel welatên derve. Kak Kosret bi temamî û dûrûdirêj behsa rewşa nav YNKê kir û me gotûbêj kir. Ez kêfxweş im ku min Kak Kosret dît, ku ji wê dema hatiye û neştergerî bo wî hatiye kirin, tendirustiya wî ji hemû deman baştir bû, vê jî em gelek kêfxweş kirin. Biryar e di demeke nêz de civînek were kirin û dê me agahdar bikin ku çi wext û çawa were kirin.

 

Duh yekem roja cilûbergên netewî bû, ev roj li Kerkûkê çawa derbas bûye? Bi taybetî di vê mehê de ku gelek bone hene û rêveberiya Kerkûkê amadakarî dikir, lê îsal ti dengê amadekariyê nayê bihîstin. Gelo nêrîna we çi ye?

 

Duh roja lixwekirina cilûbergên Kurdî bû, ew rê li kesî nagrin, ev her dem vekirî bû, heta serdema rejîma berê jî xelk li Kerkûk û Bexdayê cilê Kurdî li xwe kirine. Mixabin li Zanîngeha Kerkûkê nehat kirin, çimku hêzeke mezin birine wê derê. Eger were bîra we, salên borî em bi xwe diçûn Zanîngeha Kerkûkê û ligel xelk beşdarî (çalakiyên) wê rojê dibûn. Heta neteweyên din ên weke Tirkmen jî cilûbergên xwe lixwe dikirin û em jî diçûn cem wan û me ew teşwîq dikirin. Ev mafekî rewa yê xelkê Kerkûkê ye û divê li hemû Iraqê ev maf were dayîn. Weke ku ez dizanim li Kerkûkê xelk cilên Kurdî li xwe kirine, lê boneyên me yên din hene, weke mînak Newroz. Sala par di van deman de em bi wê yekê mijûl bûn ku em Kelha Kerkûkê çawa amade bikin daku şahiya Newrozê û agirê Newrozê li ser kelhê vêxin. Di roja Newrozê de ji bilî Kurdan, Tirkmen, Ereb, Kildan û Asûriyan jî dihatin û beşdar dibûn, mixabin weke ku ez dizanim, îro bi gefên hêzên dagirker li Kerkûkê, Heşda Şeibî partî û aliyên Kurdistanî yên li Kerkûkê agahdar kiriye ku nabe Ala Kurdistanê di ti boneyê de li derve, li nav bajêr were bilindkirin. Ev bi rastî cihê xemgîniyeke mezin e, ev careke din nîşan dide ku wan kesan xelkê xapandine, bi awayek rêkeftinek hat kirin ku goya ji bo Kurdan baş e, çi qas nerast bû ligel wî xelkî û çawa ti car guhê xwe nedan ku nirxên bilind ên Kurdistanî li Kerkûkê biparêzin.

 

Xelk behsa wê yekê dikin ku li Kerkûkê xizmetguzarî kêm e, lê tiştê ku li medyayê bûye babet, mijara zibl û xwelî ye ku li nav bajêr zêde bûye, çareserkirin jî ji destê şaredarî û îdareya Kerkûkê derketiye, ji ber çi ev pirsgirêk di serdema we de serî hilneda? Yan jî tinebûna butçeyê ku weke niha Parêzgarê Kerkûkê yê bi wekalet dibêje sedema wê ye, di dema we de kê butçeya paqijkirinê dida?

 

Ez dema ku di 3ê Nîsana 2011an de bûm Parêzgarê Kerkûkê, Kerkûk ji aliyê hebûna zibl û xweliyê ve bajarekî qirêj bû, lewma kompaniya ku karê paqijiya bajêr dikir hat dûrxisin û kompaniyeke din hat anîn. Ji 2014an heta 16ê Cotmeha 2017an heqê paqijkirina Kerkûkê ji Bexdayê nedihat. Me mekanîzmayek pêk anî ku xelk alîkarî bike, daku zibl û xwelî ji ber mala wan werin rakirin, di heman demê de jî me ji Herêma Kurdistanê pereyên petrodolar werdigirt, çimku Bexda nedida, ligel vê yekê me karî wisa bikin ku alîkariya wan kompaniyan bikin ku bikarin bajêr paqij bikin. Kerkûk heta 16ê Cotmehê bajarekî ciwan bû, kesên ku di 16ê Cotmehê de hatin mat diman ku Kerkûk wisa ye. Çimku piraniya wan xelkê Besre û başûrê Iraqê ne ku xwe di nav zibl û çopê de xeniqandine. Eger temaşeyî Besreyê bikin, hûnê bibînin di çi rewşê de ne, îro Kerkûk jî di heman rewşê de ye. Birastî li Kerkûkê rêveberî tine ye, rêveberiya wê gelek lawaz e, vê rêveberiya ku li Kerkûkê ye, xwe weke demkî dibîne, lewma bi wê yekê mijûl in ku berjewendiyên şexsî peyda bikin, eger na rê heye ku bajar were paqijkirin û xelk jî dê alîkar bibe.

 

Endamê Polîtburoya YNKê Refet Ebdullah dibêje “Ti peywendiya Birêz Necmedîn Kerîm bi refên me re nemaye, di 16ê Cotmehê de ku çûbû Hewlêrê, partiya xwe hilbijartiye” li hember van gotinan bersiva we çi ye?

 

Hevalê ku we navê wî anî ziman, diyar e Hewlêrê weke Kurdistanê nabîne, diyar e 3 endamên din ên polîtburoya YNKê ku li Hewlêrê ne, wan jî partiya xwe guhertine! Peywendiya min bi Refet Ebdullah re nemaye, lê peywediya min bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê re, bi hevalên polîtburoyê re, bi hevalên serkirdetiyê re bihêz e. Weke ku me behs kir, duh Kosret Resûl li vir bû em bi hev re rûniştin. Hinek kes di nav wê partiyê de bûne kurmê darê, ji bo wan kesên ku nizanin ev kurm çi ye û di nav xaniyên dar de nejiyane (ez bibêjim); ev kurm gelek bi aramî darên xaniyan dixwin û di dawiyê de bana xanî dikeve xwarê. Ev heval jî hinekên wan ji vê cureyê ne.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
430 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

lolozano | 2018-04-14 2:23:38 PM
Ronakbîrê Hêja Ako!Destêwerdana PKKê di Kurdistana Suryê de,li detpêkê de,xizmet bo Rijîmê bû qezenc ji bo tedbîq kirina Felsefa Apo bû.Hîngê di dema...
Şer li gel hemûyan
| 11-4-2018 | (1)
rastgo | 2018-04-13 4:24:16 PM
Kak Romano, bi ya min cenabê te ev gotar bi shêwekî bêlayen û herwiha objektiv nivîsiye. Lê divê ez bêjim, wekî Amerika hertim azadiyê di parêze,...
Gelo xiyanet li Kurdan hat kirin?
| 12-4-2018 | (1)
Amed MOL | 2018-04-13 2:02:55 AM
Bibihurin.Lê, Hejmarê gelhe (Population-Nüfus) a Kurda 80 milyone! 20 milyon nine! Binêrin: Röportaja Kak Mêhdî Zana li Rudaw-meha Adarê.
Tirkiye zimanê kurdî ji bîlbord û tabloyên ser cadeyên Amedê jê dibe
| 13-4-2018 | (1)
Sileman Elali | 2018-04-12 5:06:16 PM
Di nerîna min de ev siyaseta go niha li suryayê tê xwyakirn yek ji lîstokên rusya û ayran nene û gereke hesabê vê yekê bidin ji bergo hikumeta suryê...
Rûsya: Peywendiyên me ligel Amerîkayê çalak in
| 12-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
0.344 seconds