Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Stranbêja Kurd: Yekem car min bi vê şêweyê stran got

Ji aliyê RÛDAW 14-11-2017
Berîvan Caferî
Berîvan Caferî

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêja xelka Efrînê Berîvan Caferî (27) ji ber şerê li Sûrî û Rojavayê Kurdistanê neçar bûye koçberî Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî bibe û ew niha 3 sal in li wî welatî xebatên muzikê dike.

 

Stranbêja Kurd Berîvan Caferî dibêje wê li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî (Îmarat) di heyameke kurt de nav daye û ew yekem stranbêja Kurd e ku bi şêweyeke rast a erebiya welatên Kendavê kariye stranan bibêje.

 

Bi gotina Berivan Caferî li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî stranbêjên kurd têne guhdarkirin û got jî: “Di çalakiyan de ji min tê xwestin ku ez stranê kurdî jî bisterim.”

 

Stranbêja Rojvayê Kurdistanê Berîvan Caferî pirsên Rûdawê bersivandin.

 

Te yekem strana xwe bi erebiyê şêweya welatên Kendavê got. Sedema vê yekê çi bû?

 

Dema ez gihîştim Dubaiyê min yekser dest bi gotina stranan kir. Ji bo ez zêdetir li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî bên nasindan min strana bi navê “Bid Qelbî” ya Yûsîf Umaniye got. Ew hunermend li nav welatên Kendavê ligel gelek hunermend û stranbêjan karî hûnerî kiriye. Ev strana min gotî jî gelek hat ecibandin. Strana duyem a ez bibêjim ku niha li ser dixbetim,  Kurdiya bi şêweya Kurmancî ye. Di demeke nêzîk de emê belav bikin.

 

Stranên te li Îmaratê çawa hatin pêşwazîkirin?

 

Civaka Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî civake vekiriye û bi hêsanî pêşwaziya çandên cuda dike. Welatek pêş ketiye û civaka wê rûyê xwe daye cîhanê. Li vî welatî cih didin çand, reng û dengên cuda. Herwiha li vî welatî çandên cuda têkelî hev dibin. Ew strana min gotî bi xwe re dengvedaneke mezin anî. Di şahî û konserê ez beşdar dibim de her car beşdarî ji min dixwazin ez wê stranê dubare bikim. Di heman demê de li ser Youtubeyê jî gelek hatiye temaşekirin.


Li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî xelk çand û stranên Kurdî nas dike, li ser wan agahdar in?

 

Bi rastî ji stranên Kurdî hez dikin bi taybetî jî stranên govendê. Di konseran de daxwaza stranên govendê ji min dikin. Lê belê gelek caran ahengên jin û mêr ji hev cuda lidar dixin. Ez jî diçim aliyê jin beşdar bûne. Her car di destpêka konseran de ez 3 stranên kurdî pêşkêşî wan dikim. Derbarê çanda kurdî de xwedî zanyarî ne.




Kurd li Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî gelek hene? Çalakiyên hunerî yên Kurdî têne lidarxistin?


Belê hejmareke zêde ya Kurdan heye. Kurdên li her çar perçeyên Kurdistanê li vê derê dijîn. Di hemû Newroz û cejnên din de aheng û konseran saz dikin. Xelkê Îmaratê jî peywendiyeke baş ligel Kurdan heye. Li hemberî kurdan miletike dilsoz in.


Îmarat zêdetir bi pêşkeftinên bazirganî û avahiyên bilind nav daye. Gelo ji aliê hunerê ve jî pêş ketine?

 

Ew niha zêdetir ji bazirganiyê girîngiyê bi hunerê didin. Niha Dubaî bûye navendeke mezin a hunerê. Lewma jî gelek hunermedên cîhanî niha li Dubaî dijîn. Li gorî welatên din ên erebî xelk zêdetir beşdarî çalakiyên hunerî û konseran dibin. Herî zêde albumên muzikê li vê derê têne firotin. Herwiha herî zêde li vê derê xelk diçin salonên sinemayan. Sedema vê yekê jî ew e ku li vê derê çandên cuda têkelî hev bûne.


Peywendiyên te ligel hunermendên Îmarat û ereb çawaye? Tu fikir dike ku ligel kesekî ereb dûetekê bikî?


Peywendiyeke baş û bihêz min ligel hunermendên Îmarat û welatên din ên erebî re heye. Li wê derê gelek hunermendên Iraq, Lubnan û Sûriyê hene. Vê heyamekê ez ligel hunermendên ereb karên hevbeş dikim. Lê ez niha naxwazim navên wan eşkere bikim. Di destpêka sala bê de ezê strana xwe ya kurdî û erebî belav bikim. Ez dibêjim dê bibe surprizeke baş. 

Nîşankirin :
681 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

MINBIC – Rûdaw derbasî cihên bin kontrola Mertala Firatê bû Duh vî demî 09:54 |

MINBIC – Rûdaw derbasî cihên bin kontrola Mertala Firatê bû

Encûmena Leşkeriya Minbicê ji Rûdawê re got, Zêdetir
Pentagon bo Rûdawê: Pênşemiyê yekem firokeya F 35 radestî Tirkiyê tê kirin Duh vî demî 08:27 |

Pentagon bo Rûdawê: Pênşemiyê yekem firokeya F 35 radestî Tirkiyê tê kirin

Ev yek di demekê de ye, ku Senatoyê pro Zêdetir
0.39 seconds