Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Havpeymaniyê ragihand: Sûriye û Îran êrîşê HSDê bikin helwesta wan dê çi be?

Ji aliyê RÛDAW 15-11-2017
Wêne: AFP
Wêne: AFP

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Spenser Garisson di hevpeyvînekê de ji heftenameya Rûdawê re dibêje, heta çekdarên DAIŞê bimînin dê hevkariyên wan ên ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk berdewam bikin.

 

Derbarê berdewamkirina hevkariyên ji bo pêşmerge jî Garisson diyar dyar dike, heta niha jî meşq û rahênan berdewam dikin lê ji bo bi çek kirina pêşmerge ti biryareke demdirêj nîne.

 

DAIŞ ji piraniya axa Sûriyê hate derxistin. Peywendiyên Hevpeymaniya Navdewletî û HSDê di paşerojê de dê çawa be, ku tê gumankirina Amerîka piştî têkçûna DAIŞê wan piştguh bike?

 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pevpeymanên me yên li Sûriyê ne. Wan bi çelengî şer kirin û gelek qurbanî dan. Wan nêzîkî 4 milyon kes ji navçeyên bin destê DAIŞê rizgar kirin. Bêguman hê jî şer heye û heta DAIŞ bi temamî bê xilaskirin jî dê şer berdewam bike. Çekdarên DAIŞê hê jî xwe li dolên nêzîkî rûbarê Feratê veşartine û şer dikin. Armanca me jî ew e, ku li wan navçeyan tevan de DAIŞê têk bibin.

 

Rejîma Sûriye û Îranê plan dikin li Reqa û Dêrezorê şerê HSDê bikin. Eger ev senaryo pêk were gelo dê Amerîka piştgirî bide HSDê?

 

Em nikarin pêşnîniyê derbarê senaryoyênpaşerojê bikin. Rastî ev e, ku di şerê têkbirina DAIŞê de em pabendê piştgirîdana HSDê ne. Hevpeymaniya Navdewletî xwe ji pevçûna li gel Rûsyayê dûr digre, ku piştgiriyê dide rejîma Sûriyê. Emê li ser vê mijarê jî helwesta xwe bidomînin û dê bala me piranî li ser şerê DAIŞê be.  

 

Helwesta Amerîkayê ya derbarê bûyera Kerkûkê de çi ye? gelo Amerîkayê ji bo sekinandina êrîşan hişyarî daye Bexdayê?

 

Amerîka rewşê dişopîne û hêzên Iraqê û pêşmergeyan han dide da ku ji bo çareseriya pirsgirêkan rê û rêbaza guftûgoyê hilbijêrin.

 

Amerîkayê ji bilî şermezarkirina êrîşên Bexdayê ti xeteke sor ji bo êrîşên Bexdayê daniye? Gelo Hewlêr ji bo Amerîkayê xeta sor e?

 

Iraqî bi xwe dê biryara li ser paşeroja xwe bidin. Bi baweriya Hevpeymaniya Navdewletî gotûbêjên niha rêya herî baş in ji bo iraqî bikarin derbarê paşeroja welatê xwe de dengê xwe bidin. DAIŞ astengiya herî mezin e, ku pêşiya vê diyalogê digre. Çimkî stratejiya vê rêxistinê çandina nakokiyan e di navbera grûbên cuda yên Iraqê de. Ji lewra jî beşdarbûna me ya herî mezin a ji bo peşeroja Iraqê, têkbirina DAIŞê ye. Em dixwazin behsa wê yekê jî bikin, ku Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlekariya Iraqê nîşan dane dema bi hevre kar dikin  dikarin bi rehetî bi ser DAIŞê de zal bibin. Di operasyona Mûsil, Tilefer û Hewîceyê jî de em ev yek dît. Niha karê serke yê Hevpeymanan ew e, ku li Iraqê alîkariyê bide hevpeymanên xwe da ku DAIŞê li deverên dawîn ên Enbarê jî têk bibin.  

 

Gelo di warê şandina çek û teqemeniyan de Amerîka dê hevkariyên xwe yên ji bo pêşmerge berdewam bike?

 

Ji sala 2014ê ve Hevpeymaniya Navdewletî perwerde û rahênan daye 22 hezar pêşmerge û ew çekdar kirine. Heya niha jî perwerdeya hêzên kurdî berdewam dike. Derbarê dayîna çek û teqemeniyan de jî ti biryareke demdirêj nîne.

 

Çavê hikûmeta Iraqê li Pêşxabûrê ye. Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku par û berjewendiya Amerîkayê li wê xala sînorî heye. Helwesta Amerîkayê ya derbarê Pêşxabûrê de çi ye, gelo ti berjewendiyeke wan heye?

 

Xalên sînorî yên Iraqê mijareke nîştîmanî ye û divê bi di nav pêvajoya siyasî de ew bi xwe biryarê li ser bidin. Bala Hevpeymanan li ser têkbirina DAIŞê û misogerkirina aramî û ewlekariya demdirêj a xelkê Iraqê ye.

 

Di êrîşa ser Kerkûkê de mîlîsên şîe roleke sereke wergirtin. Amerîka li nifûza Îranê ya li herêmê çawa dibîne û plana Amerîkayê ya li hember zêdebûna bandora Îranê çi ye?

 

Me bi berdewamî tekez kiriye, ku divê hemû hêzên çekdar ên Iraqê di bin fermana Serokwezîrê Iraqê de bin û di çarçoveya berjewendiyên gelê Iraqê de kar bikin.

 

Di serdemekê de kurdan xwe weke hevpeymaneke bawerpêkirî yê Amerîkayê didîtin. Lê hest dikin, ku Amerîkayê careke din îxanet li wan kiriye. gelo ji bo ji holê rakirina vê hest û hizrê ti planeke Amerîkayê heye?

 

Em beşdarbûna bi çelengî û zîrekî ya Hêzên Pêşmerge ya ji bo şer bilind dinirxînin. Çimkî wan bi wêrekî ji bo berevaniya Iraqê û hemû cîhanê li dijî terorîstên DAIŞê şer kirin. Weke beşeke sereke ya hêzên Iraqê me piştgirî daye pêşmerge. Em hikûmeta Herêma Kurdistanê û ya Iraqê pal didin da ku bi hev re kar bikin û nakokiyên xwe bi şêweyekî aştiyane çareser bikin da ku em tev de bikarin terorîstên DAIŞê têk bibin, foksa me jî li ser ewlekariya demdirêj a tevahiya Iraqê be.

 

 

Şîrove

 
MSD21 | 15-11-2017
Li gorí ku min xwend u té derxist, ewé dís Kurdan bifro$in. Amerika u welatén rojava ji buy bercewendíyé xwe dikare díya xwe jí bifro$e!!
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
645 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.203 seconds