Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Berpirsekî Tevgera Bedir: Kurd dê dengên xwe li Kerkûkê bidest bixin

Ji aliyê RÛDAW 16-4-2018
Kerîm Nûrî
Kerîm Nûrî

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Fraksyona Fetih û serkirdeyê rêxistina Bedir Kerîm Nûrî rewşa ewlekariyê ya Kerkûkê li hember namzedên Kurd ji bo kampaniya hilbijartinan rêgir nabîne û di wê baweriyê de ye ku di hilbijartinên 12ê Gulanê de Kurd dengên xwe li Kerkûkê bidest dixin ku niha 8 kursiyên Kurdan ji parêzgeha Kerkûkê bo parlemana Iraqê hene.

 

Di derbarê îdîayên ku behsa berendambûna serokê rêxistina Bedir Hadî Amrî bo serokwezîrtiya Iraqê dikin, Kerîm Nûrî red kir û got, her danûstandinek derbarê posta serokwezîr de berî birêveçûna hilbijartinan ne rast e.

 

Derbarê destêwerdana welatan li Iraqê, Kerîm Nûrî hêvî kir ku ev yek bandorê li ser Iraqê nake û dibêje, mafê welatan e ku pêgeha wan ên erênî li Iraqê hebe, lê ne mafê wan e destêwerdanê di karûbarê navxwe yê Iraqê de bikin.

 

Kerîm Nûrî ku heyameke dirêj yek ji fermandeyên pilebilind ê Heşda Şeibî bû pirsên Rûdawê bersvindin.

 

Tê gotin piştî hilbijartinan Hadî Amîrî dê ji bo serokweziriya Iraqê bibe namzed. Amîrî ku Îran piştgiriya wî dike gelo dixwaze bibe namzedê serokwezîriyê?

 

 

Her danûstandinek derbarê posta serokwezîr de berî birêveçûna hilbijartinan ne rast e. Lewma pêwîst nake mirov zêde behsa vê mijarê bike. Divê me xwe li piştî hilbijartinan bigrin. Ji nav hevpeymaniya hilbijartinan namzedek dê bê destnîşankirin.

 

We di navbera xwe de em mijar gotûbêj kiriye?

 

Na. Divî ev mijar piştî hilbijartinan bê nirxandin.

 

Di hilbijartinên vê carê de rikeberiya di navbera şieyan de li gorî hilbijartinên berê dijwartir e. Ev yek dê bandoreke çawa li ser avakirina kabineya nû bike?

 

 

Rikeberiya di navbera şieyan de rewşeke asayî ye. Çawa di navbera Kurd û sunne rikeberiyek heye di navbera şieyan de jî heman rikeberî heye. Demokrasî vê yekê dixwaze û divê wîsa jî be. Tişta girîng ew e ku aliyê rikeberiyê yê yasayî û rewiştî neyê binpêkirin. Asayî ye di çarçoveya demokrasiyê de rikeberê hebe.

 

Pêşbiniyên te derbarê dengên herêmên Kurdistanî yên derveyê îdareya Kurdistanê de çi ne?

 

Bêguman encamên her hilbijartinekê heye. Hilbijartin tê wateya ku aliyên siyasî baweriya dengdêran bistîne. Nabe zextên siyasî li ser dengdêran bê kirin. Herkes xwediyê fikir û ramana xwe ye. Ez di wê baweriyê de me ku Kurd dê dengên xwe dîsa li Kerkûkê wergirin.

 

 

Aliyên siyasî yên Kurd dibêjin ku li Kerkûk û herêmên din Kurdistanî yên derveyê îdareya Kurdistanê nikarin bangeşeya hilbijartinan bikin. Gelo ev yek dê bandorê li ser encamên hilbijartinan bike?

 

Ev yek ne rast e. Aliyên Kurd li herêmên navborî dikarin bangeşeyê bikin û çalakiyên xwe jî saz bikin. Heger niha li Kerkûkê rewşeke taybet a ewlehî hebe jî ev yek li ber ewlehiya dengdêran nabe rêgirî. Em di van hilbijartinan de hêvî dikin ku rêjeyeke bilind beşdariyê bike.

 

 

Nûrî Malîkî behsa piraniya siyasî ya li kabineyê kir. Di vê mijarê de çi dixwaze?

 

 

Pêwîst e hûn vê pirsê ji birêz Nûrî Malîkî yan berpirsekî Hevpeyamniya Dewleta Yasayê bikin.

 

Hadî Amirî ligel hikûmeta piraniyê ye?

 

Ez bi xwe yek ji endamê tevgera Hadî Amirî serokatiya wê dike me. Bêguman ramên wî jî di vê mijarê de hene. Dibe ramanên wî ji yên me cudatir bê lewma me nikarin minaqeşeyan ser karekê bikin ku kesekî din pêşniyar kiribe.

 

Rayedarên amirîkî dibêji Îran destêwerdanê li hilbijartinên Iraqê dike ku aliyê nêzîkî wan serbikeve. Tu ji bo vê yekê çi dibêjî?

 

 

Washington û Tehran hevû tohmetbar dikin. Ev hêvîdarim karîgerî li ser Iraqê nebe. Tirkiye, Îran û welatên Kendavê destêwerdanê dikin. Mafê welatan e ku pêgeha wan ên erênî li Iraqê hebe, lê ne mafê wan e ku destêwerdanê di karûbarê navxwe yê Iraqê de bikin. Em dixwazin welatên herêmê û welatên navnetewî alîkariya Iraqê bikin.

 


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)
0.515 seconds