Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Serokê tirkmen: Li Kerkûkê ji bo alozî derbikevin dê hewl bidin

Ji aliyê Ayser ÇINAR 17-9-2017
Abdulkadir Barzîrgan
Abdulkadir Barzîrgan

Serokê Giştî yê Partiya Reform a Tirkmenî Abdulkadir Barzîrgan got, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sala 2015ê ji bo mafê kurdan, tirkmenan xiristiyan û pêkhateyên din bi destûra bingehîn a Iraqê bê parastin gelek hewl da.

 

Serokê Giştî yê Partiya Reform a Tirkmenî Abdulkadir Barzîrgan diyar kir ku artêşa Iraqê dê 23yê îlonê dest bi operasyona navçeya Hawiceyê bike û got: “Em di 25ê îlonê de diçin referandumê lê ew di 23yê vê mehê de dest bi operasyonê dikin. Ev nîşanên xirabiyê ne, dê hewl bidin alozî li Kerkûkê rû bidin.”

 

Abdulkadir Barzîrgan herwiha destnîşan kir ku Tirkiye ji ber biryara giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê dê ti mueyîdeyan neke.

 

Serokê Giştî yê Partiya Reform a Tirkmenî pirsên Rûdawê yên derbarê rojevê de bersivand.

 

Komek parlamenterên li Parlamentoya Iraqê ji bo hilweşandina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dest bi komkirina îmzeyan kirine û dixwazin li bajêr “Rewşa Awarte” ragihînin. Tu ji bo vê yekê çi dibêjî:

 

Mafê parlamentoya Iraqê nîne Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hilweşîne. Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi biryara xelkê Kerkûkê hatiye vekirin. Lewma mafê Mafê parlamentoya Iraqê nîne Encûmena hilweşîne. Min ne bawer e ku li bajêr Rewşa Awarte bê ragihandin. Vê yekê ji bo ku biryara referandumê bê betalkirin dikin, lê dê sernekevin.

 

Li Kerkûkê duh teqînekê rû da. Dibe ku di vê heyama giştpirsiyê de bûyerên bi vî awayî çêbibin?

 

  

Ji bo ku li Kerkûkê alozî derbikevin hinek amadekariyan dikin. Em di 25ê îlonê de diçin referandumê lê ew di 23yê mehê de dest bi operasyonê dikin. Ev nîşanên xirabiyê ne, dê hewl bidin alozî li Kerkûkê rû bidin. Gengaz e ku bûyerên wîsa derbikevin.

 

Tu kesekî ku siyaseta Tirkiyê ji nêzîk ve dişopînî, bi te Tirkiyê dê ji ber biryara giştpirsiya serxwebûnê li dijî Herêma Kurdistanê mueyîdeyan bike?

 

Di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Tirkiyê de ji berê ve peywendiyên biîstikrar hene. Me wekî Partiya Reform a Tirkmenî her tim ev yek xwestiye. Peywendiyên baş di berjewendiyên herdû aliyan de ne. Tê gotin Tirkiyê dê deriyên sînorî bigire lê bi min vê yekê nake. Tirkiye heger tiştek bikirya dê heta niha kiriba.

 

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got ew dê 22ê Îlonê di civîna Encumena Ewlehiya Netewî (MGK) de biryara xwe bi zelalî bidin…

 

Min ne bawer e peywendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê bigihî asteke dijwar. Ev giştpirsî ne bi tenê mafê kurdan e, di heman demê de ev mafê tirkmen, ereb, suryaanî, xiristiyan û hemû pêkhateyên din e. Birêz Mesûd Barzanî sala 2015ê ji bo mafê kurdan, tirkmenm xiristiyan û pêkhateyên din bi destûra bingehîn a Iraqê bê parastin gelek hewl da. Wê demê em jî li wê derê û ligel wî bûn.

 

Lê Rêveberiya Navendî ya Iraqê yek ji wan mafan bi cih nekir. Minak ti caran muçeyên pêşmerge nedan. Hêzên Pêşmerge ti caran ji aliyê Iraqê ve cidî nehatin dîtin herwiha ti caran alîkariyê leşkerî nedan pêşmerge.

 

Iraqê heta ku dest danî li ser alîkariyên hevpeymaniya navdewletî yên di şerê dijî DAIŞê de şandine ji pêşmerge re. Bi ser de jî di sala 2014ê de butçeya Herêma Kurdistanê bi temamî qut kir. Roja 7 Hizêranê Birêz Mesûd Barzanî ligel aliyên siyasî yên di hikûmet û parlementoyê de civiya û biryara dan roja 25ê îlona îsal referandum bo serxwebûna Kurdistanê bi rê ve biçe. Bi tenê Tevgera Goran û Komeleya Îslamî ya Kurdistanê piştgiriya vê biryarê nekirin.

 

Goran û Komel çima piştgiriyê nakin?

 

Çimkî li ser wan zextên cidî hene. Îran û Iraqê fişarê li ser wan dike. Heta ku Iraq di bin bandor û zextên Îranê de ye. Lewma li dijî giştpirsiyê derdikevin.

 

Tirkmenên li Başûrê Kurdistanê dijîn bi giştî çawa li giştpirsiyê dinêrin? Piştgiriya giştpirsiyê dikin?

 

Tirkmenên Kerkûkê jî di nav de tevahiya tirkmenên li Kurdistanê dijîn piştgiriya referandumê dikin. Guh nedin her daxuyaniyan, tevahiya xelkê Kerkûkê piştevaniya referandumê dikin. Li Kerkûkê tenê Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) û partiyên girêdayî wê li dijî biryara giştpirsiyê derdikevin. Ev yek jî ne di destê wan de ye. Siyaset e…

 

Di navbera Hêzên Pêşmerge û milîsên şiê yên Heşda Şeibî de car caran rageşî rû didin. Heşda Şeibî ji bo Herêma Kurdistanê gef e?

  

Îran piştgirî û rêveberiya Heşda Şeibî dike. Ev hêz her çend bi ser Wezareta Parastina Iraqê ve bin jî, lê ji aliyê Îranê ve têne beralîkirin. Heşda Şeibî di vê proseyê de ji bo Kerkûkê gef e. Di 23yê îlonê de li navçeya Hawiceyê ya Kerkûkê operasyon dest pê dike û dibe ku Heşda Şeibî li Kerkûkê bibe sedema aloziyan. Bê guman em naxwazin tiştek wiha derbikeve.

 

Hinek alî dibêjin referandum dê bê paşxistin…

 

Beriya çend rojan Amerîka, Birîtanya, Fransa û Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku referandum bê paşxistin. Lê li hemeberî vê yekê ti garantiyan nadin me. Em jî dê referanduma xwe pêk bînin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| 22 demjimêr berê | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| Duh vî demî 03:36 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 18-10-2017 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 18-10-2017 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.625 seconds