Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Serkonsulê Îranê bo Rûdawê: Nêçîrvan Barzanî dikare piraniya girêkan veke

Ji aliyê RÛDAW 23-1-2018
 Sadulla Mesûdiyan
Sadulla Mesûdiyan

Silêmanî (Rûdaw) – Serkonsulê Îranê li bajarê Silêmaniyê Sadulla Mesûdiyan di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê dibe ku Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ji Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re gotiye dive mafên yasayî yên hemû neteweyên Iraqê bi taybetî Kurdan bên parastin.


Sadulla Mesûdiyan da zanîn ku ji bo vê mebestê jî Serokkomar hemû dîplomatên Îranî rasipardine daku ji bo nêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê hemû hewlên xwe bixin tevgerê. Mesûdiyan, projeyeke mezin a veberhênanê jî eşkere kir û got: “Kompanyayeke Kurdî bi behayê nîv milyar dolar veberhênanê li parêzgeha “Kurdistanê” dike.”


Birêz Mesûdyan di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Rûhanî de, birêz Rûhanî dibêje: “Sermayedarên Îranê ji pêşxistina jêrxana aborî ya Kurdistanê re amade ne.” Ew şensên aborî çi ne ku Îran an herdû alî dikarin tê de kar bikin, an di pratîkê de dikare çi were kirin?


Ez dê amajeyê bi mînakeke berçav bikim ku heta çend rojên dahatû hevkariyeke aborî ya du alî û gelek bisûd tê ragihandin. Dibe ku amajeya birêz Serokkomarê Îranê bo hevkariyeke wiha be. Rojên dahatû û dibe ku her di hundirê vê hefteyê de, veberhênanek bi bihayê nêzîka nîv milyar dolar, ji aliyê bazirgan û kompanyayeke Kurdî ve li parêzgeha Kurdistanê (Sine) ya me were kirin. Encama wê jî ji sedî sed bo Herêma Kurdistanê vedigere. Kargehên pola ku li Herêma Kurdistanê ya Iraqê çalakiyên wan hene, dema ev proje bikeve kar wê demê maddeya xav ji Îranê bi nîvê nirx tînin Herêma Kurdistanê.


Hun dikarin naveroka vê surprîza aborî ji me re zelaltir bikin?


Min xwest vê nûçeyê ji veberhênerên Iraqî re rabighînim, ev proje di berjewendiya pêşveçûna Herêma Kurdistanê de ye, wate Kurdistana Iraqê. Loma min xwest vê agahiyê bidim we. Projeya Kargeha Îsfendî, li navçeyeke navbera Sine û Seqiz pêdiviyên kargehên pola yên Herêma Kurdistanê dabîn dike. Berhemên wê bi nîvê nirx dê bo kargehên hezin ên Herêma Kurdistanê bê firotin. Bi vêna jî maddeyên xav erzan bi dest kargehan dikeve û ji bo paşeroja aborî ya Herêma Kurdistanê jî gelekî baş e. Ji aliyekî din ve Komara Îslamî ya Îranê di çarçoveya vê veberhênanê de li parêzgeha Sine derfeta kar bo çend hezar kes çêdike. Hun dizanin baştirîn kevirê hesin li kanên welatê me hene. Li Iraq û Herêma Kurdistanê kevirê hesin nine û berhemê vê kargehê bi nirxekî erzan bo Herêma Kurdistanê ya Iraqê tê firotin.


Rola Îranê di gotûbêja navbera Hewlêr û Bexdayê de çiye?


Serdana birêz Barzanî bo Tehranê rûpelekî nû bo peywendiyên navbera me vekir. Peywendiyên me yên bihêz, germ û gelekî kur ligel hikûmeta Herêma Kurdistanê hene, lê bêguman nêzîkkirina nerînên navbera Hewlêr û Bexda, pêkanîna rêkeftineke maqûl dikare guhertinan di paşeroja peywendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê de bike. Komara Îslamî ya Îranê dikare wek aliyekî nerînan nêzîkî hev bike û bibe navbijêndi navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê de. Di vî warî de rola xwe dîtiye û rol dibîne jî ku li gor destûra Iraqê Hewlêr û Bexda nêzîkî hev bibin. Di nêzîk de encamên vê navbijêniya me derdikevin hole û xelkê Kurdistana Iraqê sûdê jê dibînin.


Birêz Rûhanî ji Nêçîrvan Barzanî re got: Di çarçoveya destûra Iraqê de piştgiriya garantîkirina hemû mafên gelê Kurdistanê dikin. Gelo nerîna Îranê bi zelalî ji aliyên Şîe yên Iraqê re hatiye gotin?


Ji sedî sed birêz Rûhanî ji birêz Nêçîrvan re got ku di çarçoveya destûra Iraqê de divê mafê yasayê yê hemû neteweyan û bi taybetî Kurdên Kurdistana Iraqê parastî bin ku tarîxeke qedîm û kûr ligel vî welatî heye. Bêguman hewlên me jî di vê çarçoveyê de parastina maf û berjewendiyên yasayî û destûrî yên Kurdên Iraqê dibe. Ji bo vê mebestê jî em hewl didin. Serokkomar ji hemû dîplomatkarên du aliyên me re gotiye ku di vê çarçoveyê de her çi be bikin û her wiha jî dibe.


Daxwaza hikûmeta Îranê ji bo parastina sînoran ji Herêma Kurdistanê çiye?


Di civîna berêz Barzanî û berêz Şemxanî û berêz Rûhanî de çend pirsên taybet bi ware ewlekariyê hatin gotûbêjkirin. Bendewariya xwezayî, yasayî û cîrantî ya mezin a Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê jî ew e ku sînorên me parastî bin û hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû hewldanên xwe bo parastina sînoran bixe tevgerê. Bi cidî rûbirûyê wan kesan bibin ku li ser sînorên me yên hevbeş êrîşî leşker û sînorên me yên parastî dikin. Di vê mijarê de hest bi berpirsyariya pêwist bikin. Wek agahdar in di çend hefteyên borî de bi rêya sînorên Herêma Kurdistanê terorîstan êrîşî çend parêzvanên me yên sînor kirin û canê xwe ji dest dan. Bendewariya me ew e bi awayekî berpirsyarî berê xwe bidin parastina aramiya sînoran. Ji ber di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê de ye û rolekî serekî dibîne bo pêşxistina peywendiyên aborî.


Niha tenê hêzên Iraqî û Heşda Şabî li navçeyên cihê nakokiyê Xaneqîn, Kerkûk û cihên din dimînin, Pêşmerge li wan deran nemane, nerîna we li ser vê mijarê çiye? Li gor we baş e ku bi hevbeşî ligel Pêşmerge ew navçe bên birêvebirin an wek niha be?


Temaşe bike wek ji navê xwe jî diyar e navçe cihê nakokiyê ye, baştirîn şîret bo çareserkirina rewşa wan navçeyan, heta wê dema Maddeya 140ê tê cibicîh kirin, hêzek li wan navçeyan hebe ku bi pileya yekem parastina aramî û xelkê wan bajaran bike, bi baweriya min çareserkirina vê ne zehmet e.


Pêşmerge li wan navçeyên cihê nakokiyê hebin ku piraniya wan Kurd in baş e an rewş wek niha be?


Bêguman eger em berê xwe bidin Iraqa yekparçe, li Iraqa yekgirtî nabe di navbera hêzên çekdarî de ti guman û derzek hebe. Ez piştrast im di çarçoveya destûra Iraqê de eger şiyan werin bikaranîn çi Pêşmerge, çi polîsên federal û çi artêşa Iraqê bi awayekî yekgirtî li navçeyên cihê nakokiyê bin di berjewendiya welatê Iraq û xelkê Herêma Kurdistanê de ye. Hêvîdar im ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Turkmen û neteweyên din hêzeke yekgirtî were pêkanîn û berevaniyê li ax, niştimanê xwe, Herêma Kurdistanê û navçeyên cihê nakokiyê bikin û bi hevahengiyeke bihêz di navbera Hewlêr û Bexdayê de ev pirs were çareser kirin.


Tehran çawa berê xwe dide hewlên siyasî û dîplomatîk ên Nêçîrvan Barzanî ku niha li navçeyê dest pê kiriye?


Hêvîdar in zûtirîn dem hikûmeta Herêma Kurdistanê bi îstîqrar bibe û hewlên birêz Nêçîrvan Barzanî bo başkirina peywendiyan, bo zêdekirina jihevfamkirinê ligel Bexda û welatên cîran bigihe encamekê. Serdana wî bo Îranê ku her di vê çarçoveyê de bû, gelekî bisûd e. Birêz siyasetvanekî lêbihurîn e bi başî dikare piraniya girêkan bi sebir û xweragirî veke û çalakiyên wî bikevin berjewendiya xelkê Kurdistanê. Hêvîdar im di paşeroja siyasî ya vî welatî de demokrasî û dengê xelkê axaftina yekem bike û bi hilbijartineke herî baş hikûmeta dahatû ya Herêma Kurdistanê, berjewendiyên xelkê bi başî bibîne û dabîn bike.


Niha peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê nebaş in, Îran çi dike ji bo baştirkirina peywendiyên wan herdu aliyan, gelo careke din deriyên sînor tên girtin?


Bêguman sînor nayên girtin û lê berfirehtir dibin. Me hewl da Bexdayê razî bikin daku sînorên me yên yasayî bên vekirin û hersê sînorên me jî vebûn. Bi wan mekanîzmayên ku lê difikirîn, bi hêviya xwedê roj bi roj peywendiyên siyasî û aborî berfirehtir dibin. Li Silêmaniyê bi armanca berfirehkirina wan peywendiyan, piştrastkirina ku peywendiyên me yên ligel Herêma Kurdistanê serekî ne û berjewendiyên mezin li xwe digirin, di çend mehên borî de me pereyên taybet bi vîzeya Îranê bo xelkê Herêma Kurdistanê kêm kir.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| 16 demjimêr berê | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| Duh vî demî 03:06 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
0.219 seconds