Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Serokwezîr Barzanî: Em dê heftiya bihê cardin li Bexdayê bicivin

Ji aliyê RÛDAW 25-1-2018
Rûdaw

Davos (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Davosê di hevpeyvînekê de ji Rûdawê re ragihand, civîna wî ya li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li Davosê civîneke baş bû û got, heftiya bihê ew dê cardin li Bexdayê bi hikûmeta Iraqê re bicivin.

 

Nêçîrvan Barzanî herwiha da xuyakirin, helwesta Herêma Kurdistanê derbarê pirsgirêkên li gel Iraqê de zelal û aşkere ye û got, ew dixwazin pirsgirêkan di çarçoveya Destûra Iraqê de çareser bikin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha behsa civînên xwe yên li Davosê yên bi rayedarên welatên cîhanê re jî kir û diyar kir, ku civînên wî li Davosê serkevtî bûne.

 

Rûdaw: We li gel Serokwezîrê Iraqê civîn pêk anî û piştre jî li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê, we behsa çi kir û hûn li ser çi rêkevtin?

 

Nêçîrvan Barzanî: Me komek civîn li kevana Korbenda Davosê pêk anîn, me civîneke kurt hebû li gel birêz Serokwezîr Ebadî, îro jî me civîn hebû li gel Wezîrê Derve yê Amerîka. Di van du civînên giring de ku du civînên giring bûn, me behsa wan karan kir, ku heta niha hatine kirin û ew komîteyên ku hatine damezrandin di navbera her du aliyan de ku behsa firokexane û mûçe hatiye kirin, behsa bendavan hatiye kirin, me her di vê civînê de biryar da ku em civîneke din bikin bi taybet li ser mijara petrolê û em rêkevtin ku di heftiya bihê de civînekê bikin, ji bo ku em bigihîjin hin çareseriyan. Em nikarin li bendê bin ku bi civînekê hemû pirsgirêk werin çaresekirin, pirsgirêk mezin in, her ji niha ve heta ku digihîje hilbijartinan, dibe ku em hinek mijarên giring ên weke firokexane û mûçeyan çareser bikin.

 

Sibê civîna we dê li gel kî/ê be?

 

Me rojane civîn hene û sibê jî em dê hin civînên din pêk bînin.

 

Encama civînan çawan bû?

 

Civînên me bi şêweyekê giştî gelek baş bûn, ev konfrans derfetek e ji bo ku bikarî li gel aliyên din û ewên ku beşdar in, di kevana konfransê de hevdîtin û civînan bikî. Çaverêya wê yekê nakî ku tişteke mezin hebe, lê belê giring ev e ku bikarî xelkekê bibînî û nêrîna xwe bînî ziman.

 

Niha Bexda bi çi awayî mûçe û bi taybet vekirina firokexaneyan çareser dike? Serokwezîrê Iraqê gotiye ku hûn rêkevtine ku hemû petrola Kurdistanê radestî Bexdayê were kirin?

 

Ya ku di beyannameya wan de hatiye bi rastî dûr e ji rastiyê, me bi ti şêweyekê behsa wan tiştan nekiriye û me gazinde jî li wan kir, ku nedibû hûn wê daxuyaniyê bidin, çimku bi rastî me behsa wan tiştan nekir û ti mijar ji wan mijaran nehat beshkirin. Gelek mixabin ku bi wê şêweyê belav kirine. Helwesta Herêma Kurdistanê gelek zelal û aşkere ye, Herêma Kurdistanê dixwaze ew pirsgirêkên ku hene, di çarçoveya Destûra Iraqê de çareseriyan ji wan re bibîne, pêştir me gotiye û niha jî em tekez dikin, û li gel serokwezîr jî me bi heman awayî axivt.

 

Giringiya civîna we li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê di çi de bû?

 

Civîneke giring bû, me behsa wan pêngavan kirk u heta niha me li gel Bexdayê avêtine, wî jî got ku derfetek e baş e ji bo ku em behsa wan tiştên dawiyê li gel Bexdayê jî bikin û hêviya wê yekê hebû ku em bigihin encamekê.

 

Tê gotin, ku reng e Ebadî li gel Trump bicive, gelo civîneke wisa heye? Gelo we jî civîna li gel Serokê Amerîkayê di bernameya xwe de heye?

 

Ez agahdarî vê civînê nînim û me ti bernameyek nîne ji bo civîna li gel Donald Trump.

 

Bi van nêzîkan hûn dê bigihin encamekê li gel Bexdayê? Gelo pêwîst bi civîneke din dike?

 

Em hêvîdar in ku li gel Bexdayê bigihin encamê, em ti derfetekê ji dest nadin, jib o ku em bikarin bigihin encamekê ku di berjewendiya gelê Kurdistanê û gelê Iraqê de be.


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.641 seconds