Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Ozturk Yilmaz: Dewleta Kurdistanê nabe gef li ser Tirkiyê

Ji aliyê Rûdaw 28-8-2017
Ozturk Yilmaz
Ozturk Yilmaz

Cîgirê Seorkê Giştî yê CHPê Bo Karûbarên Pêwnediyên Derve û Serkonsulê Berê yê Tirkiyê li Mûsilê Ozturk Yilmaz di hevpevîneke taybet a li gel Rûdawê de ragihand: Em, Rêveberiya Herêmî ya Kurdî, di çarçoveya destûra Iraqê de weke statuyeke rewa dibînin. Em piştgiriya pêşxistin û berfirehkirina pêwendiyên Tirkiyê yên bi wê statuyê re jî dikin.

 

Ozturk Yilmaz derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de jî, ku biryare roja 25ê Îlona îsal birêve biçe, ji Rûdawê re ragihand, ku ew mafê serxwebûnê ji gelê Kurd re jî her weke hemû gelên diin bi rewa dibînin.

 

 

Ozturk Yilmaz di vê hevpeyvînê de bersiva pirsyarên Tora Medyayî ya Rûdawê dide:

 

Rûdaw: Weke ku tu jî dizanî di 25’ê îlonê de  li herêma kurdistanê dê ji bo serxwebûnê giştpirsiyek were lidarxistin. Weke partiyeke sosyal demokrat nêrîna CHP’ê çawa ye?

 

Oztürk Yilmaz: bi pêşanî ez dixwazim vê yekê bibêjim. Bi lêvkirina mijara serxwebûnê ya ji aliyê Birêz barzanî ve... em bi 2 şiklan vê yekê dixwînin. Ya yekem: ew dixwaze pêngavekê biavêje. Pêngaveke piştî serdema DAIŞ’ê... û bi rojevkirina meseleya serxwebûnê... lê sepandina vê yekê mijareke gelekî cuda ye. Bi ya me ew dixwaze di serdemeke din de jî vê yekê bi cî bike. Ya me. Nêrîna me diyar e. em piştgiriya yekitiya axa iraqê diparêzin. Bi ya me rêvebiriya herêmî ya kurdan li gorî destûra bingehîn a iraqê rêvebiriyeke meşrû ye. Em piştgiriya têkiliyên digel herêmê û pêşxistina van têkiliyan a di rêjeya herî bilind de dikin. An jî em piştgiriya bilindkirina rêjeya herî bilind a têkiliyên birayên me yên kurd ên li wê herêmê yên digel Tirkiyê, yên beşerî, siyasî, aboriyê dikin. Lê em dixwazin van tevan di nav yekitiya axa iraqê de pêk bînin. Herwiha civaka navnetewî jî bi heman awayî dinêre. Li gorî me dayîna biryara serxwebûnê ya bi yek alî ne rast e. Berberiyên cidî yên birêvebirina bexdayê hene. herwiha Yekitiya Dewletên Emerîka û aktorên din ên herêmê jî îtirazên xwe ragihandine. Ya din, meha borî ji UNAMI’YÊ, konseya ewlehiyê jî biryara vê yekê dîsa derbas bû û li wê derê jî her 5 endamên konseya ewlehiyê piştgiriya yekitiya axa iraqê kirin. Ev yeka heye. Yanî serxwebûn weke gel, mafê gelê kurd e an na? Helbet serxwebûn ji bo tevahiya gelan, ji bo gelên ku li benda azadî û serxwebûnê ne, maf e. Lê li aliyekî hiqûqa navnetewî heye. Yekitiya axa welatan heye. Rêgezeke pêkanîna karên wisa heye. Li gorî me bi Rastî jî wê ev yeka bibe sedema alozîyeke mezin li herêmê. Ya rast aloziyê dest pê kir jî li iraqê. Li gorî me pêkanîna giştpirsiyê ya bi gaveke wisa tûnd, bêyî raçavkirina dengeyên herêmî û hêmanên navxweyî him wê zirarê bide gelên herêmê, him wê zirarê bide aliyan û him jî wê zirarê bide welatan.

 

Hem li gorî peymana neteweyên yekbûyî û hem jî li gorî destûra iraqê ev yeka pêkan e. gelo li gorî we hiqûqa navnetewî rê nade vê giştpirsiyê?

 

Na. Di ti cihên destûra bingehîn a iraqê de xaleke weke “eger rêvebiriya herêma kurd bixwaze dikare biçe serxwebûnê” nîn e.

 

Yanî mafê giştpirsiyê nîn e di destûra iraqê de?

 

Na. Giştpirsî. Bi vî awayî. Mafê herêmbûnê dide. Ji bo parêzgehên di nav iraqê de. Yek an hinek parêzgeh dikarin werin gel hev. Yanî destûr ji bo wan mafê giştpirsiya herêmbûnê dide. Lê ev yeka di nava axa iraqê de pêk tê. Herwiha ev mafa rê nade ku ew herêm giştpirsiya serxwebûnê pêk bîne an neyîne.

 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Iraqê jî dibêje ji bo jiyana bi hev re ya digel iraqê me gelekî ber xwe da. Lê gelek meseleyên weke parvekirina butçeyê, bicîanîna xala 140 hene û me nekarî ku em van kêşeyan çareser bikin. Yanî Bexda naxwaze ku em van kêşeyan çareser bikin. Me jî li pêş xwe xêjî çûyîna giştpirsiyê ti rê nedîtin. Ti şans neman êdî. Di vê mijarê de hûn mafdar nabînin. 

 

Rast e. mafdar in. Yanî di butçeya Iraqê de para rêvebiriya herêmî ya kurdan sedî 17 bûn. Maweyekê mûçe nehatin dayîn. Helbet ev xeletiyeke rêvebiriya navendî bû. herwiha maweyekê bi serê xwe jî tevgeriya rêvebiriya navendî. Em vê yekê jî dizanin. Bi taybetî di serdema serokwezîrê berê Malîkî de di vî warî de gavên çewt hatin avêtin, ji perdeyeke bilinda axaftin hatin kirin. em dizanin. Herwiha em dizanin ku di warê dahatên pertrolê de, di warê mûçeya karmendan de kêşeyên mezin hene. Lê divê ew weke hincet ji bo veqetînê, qutbûnê neyên bikaranîn. Di vî warî de mirov mafê rêvebiriya herêmî ya kurdan qebûldikin. Lê gava ku mijar dibe veqetîn meriv dibêje ev yeka weke sedem tê bikaranîn. Meriv dibêje ev yeka tê îstismarkirin. Li vir helbet Iraq divê mafên herêmê, herêma ku di destûra xwe ya bingehîn de jî heye, bide. Divê nebe sedema ti derengiyan. Li wê derê di demên herî dijwar de, di demên herî dijwar ên iraqê de rêvebiriya herêmî ya kurd gelek penaber ezimandin, bi wan da xwarin û vexwarin. divê vê ji bîr neke. Ji ber vê divê riyeke aştiyê hebe. yanî divê bi awayekî biaxivin û rewşa niha jî derfetê nade vê yekê. Herwiha giştpirsî bi tenê di nava sînorên rêvebiriya herêmî ya kurdan de jî pêk nayê. Herêmên ku statûya wan weke herêmên bi niqaş tên hesibandin, herêmên ku statuya wan heta berfanbara 2007'an nehatî çareserkirin jî dihundirîne. Binêrin navçeyên Mûsilê jî dihundirîne, Kerkûkê dixe nav xwe. Xêjî Hewîceyê û navçeyên Diyalayê jî dixwe nav xwe. gava dinêrî ev tiştekî pir mezin e. Di wateya rast de iraqê... êdî ji rêvebiriya herêmî ya kurda bihûriye. Vediguhere tişkekî ku wê derê jî dixe nav xwe. ev jî dê bibe sedema aloziyên li herêmê. Em di vî warî de hişyariyên xwe dibêjin. Ez careke din dixwazim amaje pê bikim. Em piştgiriya têkiliyên digel rêvebiriya herêmî ya kurdan dikin. Gava ku ez li ser wê peywirê bûm min gelek caran got ez piştgiriya wan têkiliyan dikim. Min ji we re jî gelek caran ev yeka got. û di vir de, di vê mijarê de jî ez êdî nabînim ku ti berberî hebin. Lê bi ya min ti meşrûiyeta serxwebûn û parçebûnê ango gavavêtineke li dijî destûra bingehîn û hiqûqa navnetewî nîn e. Ez hêvî dikim ku ji vê biryara serxwebûnê vegerin. Li herêmê... Bexda jî daxwazên Erbîlê bi cî bîne. Di hinek mijaran de lihevkirin pêk were û dîsa aşitî pêk were. Nexwe piştî cejnê, yanî cejna qurbanê, her ku pêvajo nêz bibe wê kêşe zêdetir bibe. Bi taybetî di warê Kerkûkê de. Lewra hûn dizanin parêzgerê Kerkûkê Necmedîn Kerîm biryar dabû ku ala rêvebiriya herêmî li ba bixe. îtiraz ji bo vê yekê hatin. Dadgeha Iraqê ew wek nemeşrû diyar kir û pişt re jî 144 parlamenterên Iraqê necmedîn kerîm bi tometa tevgerîna li dijî destûra bingehîn a iraqê, bi tawana parçekirina Iraqê ji bo Serokwezîr Ebadî nameyek şandin. Piştî cejnê gava ku Ebadî ev name anî parlamentoyê, lewra li gorî destûra bingehîn a iraqê parêzger ji aliyê parlamentoyê ve ji kar tên deranîn, di danişînê de gava ku piraniya teqez pêk hat wê parêzgertiya necmedîn kerîm bikeve û ev jî tansiyoneke mezintir e ji bo herêmê. Tê wê wateyê ku alî dê xwe li hev tûj bikin.  ne hewceyî van e. Ne hewceyî van e yanî pêdivî bi gengeşeyeke wisa nîn e. li gorî fikra min ev ne ti rê ye.

 

Beriya referandûmê di navbera Erbîl û Bexdayê de hevdîtinek pêk hat. Lê ti lihevkirin pêk nehatin. Li gorî te Beriya 25'ê îlonê ihtimala lihevkirinê heye di navbera aliyan de?

 

 Li gorî min dibe ku hema jî ew pêk were. Yanî wê birêz barzanî baqilane... dawiya dawî birêz barzanî siyasetmedarekî baqil e û ew şertan baş dinirxîne û ji aliyê xwe ve ew dixwaze gava rast biavêje. Lê ji aliyê herêmê ve û ji aliyê dahatûya xwe ve... di maweyên kurt û dirêje de ji wî be ku dê ti bandor li ser wî nebin. Lê ev geşedan, geşedanine cidî yên ku dê wî bi xwe jî bixwe ber bayê xwe ne. Li gorî min divê Bexda di xala maqûl de raweste, digel Erbîlê têkiliyekê çêke û li gorî mafên rêvebiriya herêmî tevbigere bexda û divê rêvebiriya herêmî ya kurdan jî yekitiya axa Iraqê binase. Ev riya herî rast e. lewra hûn dizanin ev destûra bingehîn ji aliyê kurdan ve hate nivîsîn di sala 2005'an de. Yanî yên ku destûra bingehîn nivîsî û Iraq kirî rêvebiriyeke federal kurd bi xwe bûn. Yanî niha ji ber ku DAIŞ'ê pişta Iraqê şikand, ew lawaz kir, li Iraqê valahiyeke mezin derket gav avêtineke wisa dibe sedema xetereyên mezin. Binêrin. Ez ji we re behsa xetereyeke mezin bikim. Dê di gaveke nêz de operasyona Telaferê biqede. Piştî operasyona telaferê qediya dê artêşa Iraqê vekişînin û bînin binê kerkûkê artêşê û di nav wan de hêjmareke mezin a Heşda Şebî heye. Di rewşeke wiha de li gorî we pêkan e ku ti tişt neqewime? Yanî bêyî ku Iraq bi ti awayî midaxele neke ew wê berdewam bike? Gava ku kir, gava ku kir dê encamên wê çawa bin? Yanî wê ne tirsbar bin? Ez, ez vê dibînim. Min jî li wê herêmê dem bihûrand. Gava ku hûn li wir pir zorê li statûkoyê bikin û bihejînin encamên ku nayên xwestin derdikevin holê. Li gorî min dê ev bibe sedema koçeke mezin, ew ê bibe şerê ereban, tirkan, kurdan û heta tevahiya herêmê. Xema min ew e ku Ev ê bibe destpêka vê yekê û Birêz Barzanî jî siyasetmedarekî baqil e, siyasetmedarê salan e û li gorî min ew vê yekê jî dibîne.

 

 

Lidarxistina giştpirsiyê û derketina belê ya ji giştpirsiyê hema nayê wateya ragihandina serxwebûnê. Te jî got eger ku giştpirsî li dar bikeve jî dê serxwebûn hema neyê diyarkirin. We got em wisa difikirin. Fikra we ev e. Gelo bêyî ragihandina serxwebûnê, bi tenê lidarxistina giştpirsiyê dê çi encaman derxîne holê?

 

 

Niha birêz barzanî. Nedereke birêz barzanî ye di nava Iraqê de. Yanî li rêvebiriya herêmî ya kurdan. ev e: Di nava YNK'ê de yanî di nava partiya Birêz Talabanî de parçebûnek heye. Di Goranê de heye, aliyek heye. Eger di gel vê rewşê giştpirsiya serxwebûnê pêk bîne û ti gavan neavêje  dê wê çaxê ev aliyana wî rexne bikin. Gava ku gavê biavê jî dê wê çaxê ew aliyana bi awayekî fiîlî biqedin. Yanî di hundir rêvebiriya herêmî ya kurdan de hesabên gelekî cûrbicûr hene. binêrin çima necmedîn kerîm dixwaze giştpirsî pêk were? Niha Necmedîn Kerîm dixwaze bibe serokê Erbîlê û niha bêyî dengên Kerkûkê ango tenê bi dengên Silêmaniyê nikare vê yekê bike. Ji ber vê ew dixwaze vê yekê bike. Ji ber vê ew dixwaze tewera silêmanî û kerkûkê bi hêz bike û piraniya serhêjmarê bixe dest xwe û dixwaze derbasî wê derê bibe. Dînamîkên navxweyî yê vê jî hene.  Yanî ti tişt bi serê xwe pêk nayê. Her kes xwediyê hesabekî ye.

 

 

 

Birêz Yilmaz em ê sihbeta xwe berdewam bikin. Hûn helwesta desthilatiya AK Partiyê çawa dinirxînin?  Di navbera nêrîna CHP'ê û Ak partiyê de ti cudahî hene gelo?

 

Nêrîna AKP'ê ya vê mijarê, gava ku ez li nêrîna wezareta derve dinêrim dibînim ew dixwazin giştpirsî were betalkirin û dê encama wê ne-derbasdar were qebûlkirin. Ew wisa didin xûyakirin ku bila bêjin di hundir AKP'ê de nêrînine ji hev cuda hene. Lê gava ku em bi giştî bixwazin ka ew çawa dinêrin, em fêm nakin. Lewra em nizanin ew li ku disekinin. Jixwe gava hûn li AKP'ê dinêrin, AKP li tirkiyê nafikire ku ew Iraqê  bifikire. Li Tirkiyê hema hema bi awayê siyasî em êdî ketine qirika hev. Li Tirkiyê sîstem hate guhertin. Yanî ji bo wan derketina pevçûnan, çêbûna bê aramiyan eger giring bûya wê Tirkiye jî giring bûya. Ji ber vê yekê ez bawer nakim ku ew weke me di vî warî de xwedî xem bin. Min hewl da ku ez fikra me ji bo we vebêjim. Em li gorî destûra bingehîn a Iraqê rêvebiriya herêmî ya kurdan nas dikin û em dixwazin her cûre têkiliyan bi şerta parastina yekitiya axa Iraqê ya ji aliyê rêvebiriya herêmî ya kurdan ve, bi pêş bixin. Eger bêyî destûra Iraqê, bêyî pesenda Iraqê were kirin jî kêşe derdikevin holê. yanî  divê em rûnin di navbera bexdayê û erbîlê de kêşeyan çareser bikin û bi her du aliyan re jî têkiliyan bi pêş bixin. Xêza me ya giştî yekparçetiya axa Iraqê ye. Lê ev divê şikleke ku divê rêvebiriya herêmî ya kurdan jî mafên xwe bi dest xwe bixe, be. Nexwe wê bê aramî li wê derê jî çêbibin. Yanî wê yekê jî naxwazin. Yanî em naxwazin ku birayên me yên kurd ên li herêmê ji aliyê bexdayê ve werin perçikandin. ez wê jî bêjim.

 

Hikûmeta Tirkiyê ji hikûmeta kurdistanê dixwaze ku  giştpirsî were betalkirin. lê eger digel vê daxwaza Tirkiyê giştpirsî were lidarxistin, pêk were gelo dibe ku hikûmet ti kirdariyan (yaptırım) bisepîne?

 

Dê nederbasdar bihesibîne. Yanî dê bêje giştpirsî digel encamên xwe ne derbasdar e. gayrî meşrû ye û ne derbasdar e. 

 

Ji te be dibe ku ti kirdarî werin sepandin?

 

Yanî dê ne derbasdar be jixwe. Ji ber ku dê nederbasdar be ez bawer nakim ku bigihe asta kirdariyan. Yanî divê negihê wê astê. Yanî divê em li ser birayên xwe yên kurd ên li wê herêmê ti kirdariyan nesepînin. Yanî divê neçe wê astê. Wê çaxê wê ew ji hiqûqa biratiyê bibore. Yanî gava ku hûn dibêjin kirdarî, kirdariyên ku li ser Koreyê tên sepandin, ên li ser rûsyayê tên sepandin, van... Lîbya, kirdariyên li ser Qedafî hatî sepandin, ên li esat tên kirin tên gotin. Kirdariyên li ser îranê... Divê em negihin wê astê. Jixwe di bingeha vê axaftina min de jî ew heye. Yanî divê em bikaribin guh bidin xemên hev, bêyî ku em bigihên wê astê di nav sînorên hiqûqa biratiyê de têkiliyên xwe bidomînin û ev deynê stûyê tirkiyê ye ku divê ew pevketina di navbera bexda û erbîlê de safî bike. Yanî nayê qebûlkirin ku rêvebirinek mûçeyan nekaribe bide. Yanî nabe ku meseleyên pereyan bibe mijara şantajan. Lê ji aliyê din hûn bêjin Iraq lawaz ket, DAIŞ heye, haydê em veqetin jî nabe. Niha kontjoktûra, xala ku gihane ev e. Gava ku bexdayê pereyên erbîlê nedidan ti kesî bexda mafdar nedidît. Lê di şertên niha de jî fikra giştî ya civaka navnetewî yanî yekitiya axa iraqê, ew di heyameke wiha re derbas bû, wê trawma derbas kir. Yanî civakê hîn ew ji ser xwe neavêtine. yanî hîn jî li Hewîcê DAIŞ heye. hîn jî li erbîlê, hîn jî li telaferê DAIŞ heye û artêşa iraqê parçe parçe bûye. Li vir şer dike, li wir şer dike. Mirovan trawmayeke mezin derbas kirin. Di havirdoreke wiha de gava ku hûn serxwebûnê tînin rojevê ew bi awayekî cuda tê fêmkirin.

 

Yek ji mijarên ku CHP li ser zîzdar e jî Tirkmen in. Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesût Barzanî got em li vir dewleteke netewî dê ava nekin. Yanî got em dê tene dewleteke kurdan ava nekin.  Dewleteke ku li ser bingeha hemwelatitiyê, xwediyê pirzimanî, piroliyê ye ava bibe. Yanî ji we be ev ji bo Tirkmenan jî ne garantî ye?

 

Li gorî min, li gorî min wisa ye. Yanî hûn vê biryarê digel Tirkmenan distînin? Yanî we giştpirsiya li kerkûkê bi kê şêwirî û we biryar girt?

 

Hinek aliyên Tirkmen ên ku piştgiriyê didin jî hene...


Dinyayek aliyê ku pişgiriyê nade... Cepheya Tirkmenên Iraqê piştgiriyê dide ma? Ma ereb piştgiriyê didin? Yanî her tim dikarin wan bibînin. Binêrin ez ji nav operasyonan tême. Hûn her tim dikarin wan peyda bikin. Li her welatî hûn dikarin partî û komên piştgiriya serxwebûnê dikin, bibînin. Lê ew marjînal in. Yanî bi heman awayî hin komên ku li gorî wan divê rêvebiriya herêmî ya kurdan ji holê were rakin li iraqê hene. Peyda dibin. Ev pir, yanî rastiyan... em siyasetmedar in û em mirovine ku xwediyê kûrahiyekê ne. Hûn her dikarin wan peyda bikin. Lê gelo ew li rastiyan dikare were sepandin? Yanî di wê xalê de divê li ciyekî rast meriv raweste. Vê... eger ku bexda bêje ez rêvebiriya herêmî ya kurdan naxwazim. Ti kes dikare ti tiştî bibêje? Yanî bila ew serxwebûnê ragihîne. Ti kes dikare ti tiştî bibêje? Nikare bibêje? Yekitiya axa iraqê ye. divê iraq dengê xwe derxîne. lê li dij dernakeve. Lê niha bexda naxwaze. aliyên din jî naxwazin niha. Yanî bila bexda bêje me li hev kir. em vediqetin. Weke çek û silovakan.  Ti kes nikare tiştekî bêje. Wê mirov lê rêzgir bin.

 

Em bêjin digel her tiştî li wir dewleta serbixwe ya kurdistanê ava bû. Li gorî we ew dewlet ji bo tirkiyê wê bibe gefek an wê bibe mitefîkek?

 

Ez weke gefekê tênagihim. Ez weke gefekê nabînim. Ya rast ez kurdan ji bo tirkiyê wek gefekê nabînim. Ez bi tiştekî wisa bawer nakim. Yanî ez vê yekê aşkere dibêjim. Ez tenê dibêjim ji ber pevçûnên li herêmê biryareke wisa hiqûqa biratiyê, hiqûqa cîrantiyê têk dibe û wê ev jî bibe sedema pevçûna aliyan. An em dê çima em wan weke ewkê bibînin. Min ti carî wisa nedît. Heta gava ez li iraqê bûm. gava ku ez derbasî erbîlê dibûm min bêhtir rihet dikir. gava ku ez derbasî erbîlê dibûm qey min digot ez derbasî tirkiyê bûme. yanî vê ti caran... lê axaftina bêyî dîtina reelpolîtîkê tiştekî xelet e. Yanî yek, daxwaz hene. xwestin heye. Lê li aliyekî jî reelpolîtîk heye. Li wir artêşa iraqê heye û dibêje kerkûk bajarê min e. Dibêje diyala bajarê min e. Tuzxurmatû bajarê min e dibêje. Navçeyên mûsilê navçeyên min in dibêje. Lê hûn dibêjin ez dikim li vir giştpirsiyê bikim û serxwebûnê ragihînim. ez dibêjim ew ê bibe sedema pevçûnê.

 

Yanî avabûna kurdisantaneke li wir di heman demê de ma ne li berjewendiya Tirkiyê ye jî? Gava ku em bi çavê aboriyê dinêrin dîsa bazirganiyeke mezin heye li holê. Dîsa dê çavkaniyên enerjiyê di ser Tirkiyê re derbasî rojava bibin. 

 

Li wir ev heye. Bexda çi dibêje? Yanî bêyî ku hûn bi bexdayê re li hev nekin hûn nikarin vê meseleyê safî bikin. Bêyî ku hûn bexdayê re rûnin, bêyî ku hûn bi ereban re rûnin û bi aliyên din re hûn rûnenin û neaxivin kêşe derdikevin. binêrin. Doza me ya Kibrisê sedî sed meşrû û mafdar e. Lê bi salane em bi çi de ketine. Lewra xalek heye. ew ji aliyê konjonktûra navnetewî û ji aliyê hiqûqa navnetewî ve û ji aliyê pejirandina navnetewî ve divê li gorî wan parametreyan be ku civaka navnetewî gavan biavêje. Di warê Kosowayê de, ez dê mînakekê bidim. Kosowa ji sirbîstanê ji aliyê yekitiya ewropayê ve hate veqetandin. Qebûl kirin. Piştgirî danê. Sirbîstan li dij derket. dinya li aliyê kosowayê rawestiya û roja yekem 24 welatan qebûl kir. Tirkiye jî di nav de. hate qebûlkirin. yanî roja ku serxwebûn hate ragihandin 24 welatan qebûl kir. Ma niha heman tişt ji bo rêvebiriya herêmî ya kurdan heye?

 

Di vî warî de helwestên emerîka û yekitiya ewropayê çawa ne ji te be?

 

Ez jî wê dibêjim. Yanî di warê yekparçetiya axa iraqê de dinya bi rijd e. Gava ku sedem têk çû, gava ku li iraqê sîstemeke federal ava bû tevahiya dinyayê amaje bi yekitiya axa iraqê kir. Hîn meheke berê UNAMI'yê, min got... di biryara UNAMI'yê de jî yekitiya axê heye. Yanî xelk nikare mehekê şinve vê ji bîr bike û bêje em gihiştin vê astê. nabêjin.   ji ber wê min got. Yanî konjonktûreke wisa ecêb heye ku ev konjonktûr xwedî ciyekî ye. Li gorî min birêz barzanî mirovekî baqil e. Yanî di vî warî de, siyaset xwediyê gelek rêgezan e û li gorî min bi awayekî ew ê kêşeyên xwe çareser bikin. Yanî bêyî ku ti sorbûn bi tirkiyê re pêk werin têkilî wê pêştir... binêrin me wek nimûne di vê heyamê de, ti caran ew nedît. Yanî her tim yekitiya axa iraqê, axa iraqê û têkoşîna li hember DAIŞ'ê... yanî her tim em di ser van re çûn. Lê çawa ku bi car de serxwebûn hate rojevê dinyayê jî ev yeka pir qebûl nekir, Tirkiyê jî ev yeka pir qebûl nekir. lewra divê rojev ne ev be.

 

Te got em kurdan û kurdistanê wek gef nabînin. lê  hinekên ku weke gef dibînin jî hene. wek nimûne serokê giştî yê MHP'ê dewlet baxçelî dibêje divê giştpirsî bibe sedema şer. di vî warî de hûn çi difikirin?

 

Wele wê ji birêz, wê ji hikûmetê re dibêje. Serê hikûmetê jî bersiva wî dide. ew her tim rêhevalên hev bûn. Divê em wan ji hev re bihêlin.

 

Pirsa dawiyê. Bi taybetî ji kurdên herêmê ji bo AK Partiyê piştgiriyeke giring heye. me ev di giştpirsiya dawiyê de jî dît. Sedemeke vê jî têkiliyeke baş ya AK Partiyê ya digel herêma kurdistanê bû. Di vê giştpirsiyê de jî eger helwesta hikûmetê wisa berdewam bike û piştî giştpirsiyê têkilî xerab bibin li gorî te wê ev yeka li ser bijartina hilbijêrên kurd ti bandoran bike?

 

Ez, di van mijaran de divê li ewkê neyê nêrîn. Yanî li gorî min tevgerîna bi xemên polîtikaya navxweyî tiştekî ne rast e. Binêrin dîsa dibêjim. ez kurdan weke gef nabînim. ez rêvebiriya herêmî ya kurdan weke gef nabînim. ez wisa nabînim. ez nabînim. weke kesekî ku li wir xebitî ez nabînim. Yên ku wisa dibînin hene. dibe ku hebin. lê em nabînin. em piştgiriya afirandina hiqûqekê dikin. em piştgiriya avakirina hiqûqeke biratiyê dikin. Binêrin di warê bijartina hilbijêran de em li herêmê gelekî kêm dengan werdigirin. Lê di siyasetê de ya giring rawestana li ciyê rast e. Yekitiya axa iraqê niha ciyê rast e. ev nayê wê wateyê. gotina min yanî nayê wê wateyê ku têkiliyên digel herêma kurdistanê rawestînin û ewkê em nabêjin. berevajî bila werin pêşxistin. lê jixwe iraq xwedî sîstema federal e. ew federal e. Ne dewleteke ûnîter e. Di vî warî de jî divê meriv bikaribe ji perspektîfeke rast binêre. Divê ji ber vê yekê xemên polîtîkaya navxweyî, bijarteyên hilbijêran pir nebin xem. ji ber vê ez, rêvebiriya herêmî ya kurdan, hîn gelek heye ji vê riyê, di tirkî de gotinek heye dev ji vê eşqê  berde. lewra dê ev gelek kêşeyan çêke li herêmê. eger sibê hêzên herêmî têkevin wê derê, li wê derê bibin alî wê bibe sûriyeke ji îro xirabtir pêk bîne. Ne hewceyî vê yekê ye. jixwe herêm pir giran e. şert gelekî giran in. ev, eger ji bo birêz barzanî armanca misogertirkirina hilbijêrên xwe ye. Wî niha ev kir. Lê êdî dema rûbirûbûyîna bi realîzmê re ye. Realîzm jî pir tûnd e. Herêm pir tûnd e. Li wir 24 saet pir dirêj in. 24 saet pir dirêj in. divê meriv wê jî bizane ji bo biryardayînê.

 

Şîrove

 
 Seid Ferhad Seid Mistefa
Seid Ferhad Seid Mistefa | 29-8-2017
Xalo here "Rêya rast" pêşanê Zarokên xwe bide ne pêşana Gelê Kurd! Qedera 50-Million-Kurd ne di Destê te ye kû tu ji me re bibêjî çi rast e û çi xelet! A Dûyem jî em bi xwe ji te aqiltirîn û em bi xwe dizanîn kû çi rast û çi xelete! Rêfêrandum wê her were bi cîhkirin û bu Hêvîya Xwedê piştî Rêfêrandumê jî wê Serxwebûn were bangkirin, wêca çi hûn razî bin çi jî nerazî!
rastgo | 30-8-2017
Min guhdarî li birêz Yilmaz kir. Wi di hevpeyvîna xwe de hertim behsa qanûne biratiyê dikir, carna shîret li serokatiya Heremê Kurdistanê dikir, carna behsa aqilmendiya wî dikir. Lê tekez dikir, ku divê Kurd dev ji referendûmê berdin. Ev bi rastî jî mirovekî pir pozbilind û qurre ye. Mirov dizane bîrûbochinê nijadperestiyê li gel wî hene. Bidaxe hinek pirs yên tûj û bê tirs jê nehatin kirin. Mesele: Chima mafê Tirka yê dewletbûnê heye, lê yê Kurda qasho nîye. Nexwe Kurd bila hertim kole bimîn in. Yezdanê dilovan Kurda ji regezperezê wîha biparêz e.
rastgo | 31-8-2017
Birêz Yilmaz, we chi zû ji bîr kir, ku hun bi saya serê Kurda ji Asya Navîn hatin û ji Melezgirtê derbasî Kurdistanê bûn. Herwiha we chi zû ji bîr kir, ku Kurda (bidaxe!) berjewendiyên we di Sherê Cihanê yê Yekemîn de li gel we parêztin. Ma Kurda di Sherê Qibris de (1974a) jî li gel we sherê Yunan nekir? Vêga jî neft û ava Kurda we li ser piya dihêle. Nexwe Kurda (bidaxe, zor bidaxe) hertim ji safiya xwe berjewendiyê we paraztiye. Bila ev jî ji Kurdên nishtimanperwer re bibe ders û guhar!!!! Keda Kurda li we, mirovên pozbilind û nijadperest, ne helal be.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.609 seconds