Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Mehmed Elî Şulan: Em tenê aramiyê dixwazin

Ji aliyê Rawîn Stêrk 28-9-2017
Rûdaw

 

Mehmed Elî Şulan ango bi navê xwe yê naskirî Mehmedê Cizîrî, jiyana wî bi strana 'Rockabye' ku bi rêya bernameyek telefonî bi hunermenda navdar a Birîtanî Anne Marie re got hat guhertin. Ev strana wan tenê di youtubê li ser 12 milyon carî hate temaşe kirin.

 

Stranbêjê Cizîr Mehmet Elî Şulan, bi rêya bernameyekê telefonî li gel stranbêja navdara Brîtanî Anne Marie, duetek drist kiribû gihaşt hêviya xwe û li stenbolê beşdarî konserta wê bû.

 

Mehmet Elî Şulan got, ti caran ji Cizîrê derneketiye û û li wê derê mezin bûme naxwaze ji Cizîrê veqete.

 

Şulan diyar kir ku bavê wî dengbêj e, Bi saya wî kêyfa wî bi muzika kurdî re hatiye û ew dixwaze dûv bavê xwe here.

 

Stranbêje kurd destnîşan kir ku di heyam qedeyên Cizîrê de Xelk gelek pêrişan bû û Hêviya wî ew e ku êdî rojên wisa ew nebînin û ew tenê aştî û aramiyê dixwazin.


Mehmed Elî Şulan pirsên Rûdawê bersivandin.

 

Tu niha bi saya 'Rockabye' ku bi rêya bernameyek telefonî bi hunermenda navdar a Birîtanî Anne Marie re di nav ciwanan de gelek popular bûyî û ji nişka ve deriyek li ber te vebû. Tu xwe çawa his dikî?

 

 

Ez gelek kêfxweş bûme, dilê min şa bûye. Hinek tiştek hene mirov nikarin bîne ziman a min jî tiştek wiha ye. Ez naskirina Anne Marie re gelek kêyfxweş bûm. Ne tiştek asayî ye kesekî weke min ji bajareke biçûk ê weke Cizîrê bi stranbêja navdar a cîhanî Anne Marie stranekê bibêje. Ez hêj matmayî me. Ew stêrkek cîhanî ye, ez jî Cizîra Botanê me. Ev li ku derê û ez li ku derê, lê demek ku tiştên wiha çê dibin.

 

Tu dikarî hinek behsa zarokatiya xwe bikî… eleqeya te ya bi muzikê re çawa dest pê kir?

 

 

Ez di sala 1985ê li Cizîrê jidayîk bûye me û ti caran ji Cizîrê dernektî me û li wê derê mezin bûme.Bavê min dengbêj e, min guhdarî bavê xwe dikir. Li herêma herkes bavê min nas dike. Ez hêj biçûk min guhdariya bavê xwe dikir. Bi saya wî kêyfa min bi muzika kurdî re hat û  min jî got ez dûv bavê xwe herim. Zimanê me jî gelek xweş e.

 

Li Cizîra Botan tiştek taybet heye xelkê wê derê meraqan pir ser deverên derveyê Cizîrê nîne û gelek hez wê derê dikin û naxwezin ji wê derê derbikevein. Sedema vê yekê çi ye?

 

 

Botan axek pîroz e, destê me ji wê derê venaqet e. Cizîra Botan erdê me ye, warê me ye hemû tişta me ew der e. Hemû jiyana me Botan e. Bikin û nekin jî me nikarin ji Botanê dûr bikevin.

 

Beriya Anne Marie xebatên te yên li ser muzikê çi bûn, te çi dikir?


Karê min ê muzikê gelek baş bû, ez li welatê xwe bi muzikê re mijul dibûm. Ez û birya xwe yê sazvan Hacî û hevaleke din me heye bi navê Emir Yigit me bi hev re muzika xwe li cafeyan dikir. Xelkê Cizîrê dihatin guhdarî me dikir û gelek keyfan wan ji me re dihat. Mala wan ava be. Me jiyana xwe ni muzike berdewam dikir. Herwiha em li navenda ciwanan weke xwebexş zarokan ferî muzikê dikin. Em dixwazin zarok bipêş bikevin û muzik jî di jiyana wan de hebe.


Te li ser muzikê xwendiye yan perwerdeyî dîtiye?


Min tenê heta pola sêyê xwendiye, weke hûn jî dizanin salên 92yê rewşa Cizîrê çawa bû. Wê heyema gelek nexweşî hebûn, me nekarî xwendina xwe berdewam bikin.


Di dema qedexaya li ser Cizîrê de wa di nav wê top baranê de we dikarin hûn karê muzikê bikin?


Jixwe me nedikarî em derbikevin, çênedibî em sere xwe jî derbixin. Dema di hundirê malê de behna me teng dibû me dizanî em çi bikin. Me jî dest bi muzikê dikir. Ji derve dengên topan û çekan dihat me jî di male de li saza xwe dixist. Ma çi bikiriya, me dixwest em hinek xwe ji bîr bikin. 74 rojan em ji malê derneketin. Xelk gelek pêrişan bû. Hêviya me ew e ku êdî rojên wisa em nebînin. Bila rojên wisa neyên, bila biratî hebe bila aramî û aştî hebe, bila hevdîtinan bikin. Em rûmetiyê dixwazin me tiştek din naxwazin.


Te çawa biryar da tu li ser bernameya taybet a mobilê bi Anne Marie re duetê bikî?


Şeva wê rojê ez li kafê bûm me muzîka xwe çêkir. Paşê ez vegeriyam malê seat 10.00aan de şiyar bûm. Tu kes li malê nebû malbata min derketibû, min jî got ezê taştêyekî bo xwe amade bikim. Dema min taştê dixwar bi telefonê min temaşeyê Facebookê dikirin û ew bernameya bi navê Simule ket pêşiya min. Min sah kir ku tiştek cuda ye kêfa min jê hat. Dema min ceriband min lê nerî ku yekser Klama Anne Marie hat pêşiya min. Min jî beriya 6 salan di dema ez li ser rêya gund bûm stranek nivîsandî bû min lê nihêrî ku gellek bi ser hevûdu diçin û min jî dest pêkir got. Pişt re min avêt ser medyaya civakî û pir zû belav bû. Min ji bo hevalên xwe parve kiribû da ku bi kêyfxweş bibin. Min texmîn nedikir wisa belav bibe."


Haya Anne Marie çawa ji te çi bû?


Gelek xelkê ji stranê hez kir û bilav kirin. Piştî wê çar rojan di hemû qenalen de derket wê jî di hesabê xwe yê Twitterê de 3-4 caran RT kiribû. Min peyamek jê re avêt lê mixabin bersiv neda. Stêrka cîhanê ye normal e peyama min nebîne. Piştî 10 rojên din peyama min dibîne û spasiya min kir. Min jî spasi kir û wusa sekinî.


Anne Marie ji bo konsera li Stenbolê xwe çawa gihand te


Ji bo konserê peyam ji hesabên min yên  sexte (fake) re şandi bû. Min nezanî. Paşê kesên wan hesaban vekirine bi min re ketin têkilîyê û gotin: "Brayê Mehmed wa ye ji te re peyam şandiye dixwaze bi te re konserê saz bike." Min bawer nekir. Ez kenîm lê duvre min vekir min lê nerî ku ji hesabê min ê Înstegramê jî şandiye. Paşê min bawer kir.”

 

Cara pêşî min teklîfa Anne Marie red kir ji ber ku bilêta balafirê min nikare peyda bikim. Lê piştre ketim yedekê di rêza bilêtan de û min peyda bilet pyeda kir. Di jiyana xwe de yekem car li balafirê siwar bûm û berê xwe da stenbolê.

 

Beriya konsera bi Anne Marie re wê çi axivî we çi kir?


Ez çawa ji balafirê peya bûm-em heftê êvarî gihiştin- me prova mrova nekir. Em yekser çûn ser sehnê. Helbet berî wê em bi hev re hine axivîn. Me sohbet kir. Lê me prova nekir got ne hewce ye. Got: 'Ji xwe tu amadeyî.' Em wisa yekser derketin ser sehnê û me strana xwe bi hev re got. Ez berê derketibûm sehna lê ne wisa yê mezin. A rastî xweş bû."

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin :
343 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Malabadéya Silivan | 2017-10-19 5:32:52 PM
Herkes dizane ew ciye wéderé ti$tek núh níne.. Ka béje hún ci dikin jibuy Kurda? Hún weki meymuné " Ez nabínim, ez ti$tek nakim u ez nabizim" dikin.....
CIA: Em agahdar bûne Qasim Silêmanî  çûye Kerkûkê
| Duh vî demî 06:52 | (1)
Ka | 2017-10-19 3:51:40 PM
Ka serbazîyeke Kurda yekgirtî li kêderê ye ku vî miletê Kurd biparêze.Ka pêshmerge?!,Ka HPG,?!Ka YPG/YPJ ?! Guhê xwe vêcarê bidin merivek hejar û...
Heşda Şeibî li Xurmato 15 kurd şehîd kirin
| Duh vî demî 03:36 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 18-10-2017 | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 18-10-2017 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.171 seconds