Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Nameya dayikên Srebrenica bo jinên Kurd

Ji aliyê Nawzad Mahmoud 1-8-2016
Munira Subasic
Munira Subasic

Sarajevo (Rûdaw) - Di apartmanekê de ku hêj şûnwarên gule û teqînên şerê beriya 20 salan li ser diyar in, çend jinan sê odeyên biçûk girtine û her roj li wir dicivin. Çavên her jinekê ji wan jinan ji mirov re dibêjin ku tu niha li hember kesekê yî ku hemû malbata wê bûne êzingê şer û cengê. Li wir jinek rûniştiye û ji hemû jinên din kêmtir diaxive, lê biryara dawî ji bal wê derdikeve.

 

Munira Subasic, ji ber dosyeya komkujiya dora 100 hezar hevwelatiyên xwe bi destê artêşa Serbiya, ku hêj piraniya dîmenên bixwîn li ber çavên wê ne, li gelek welatên dinyayê geriyaye û serdana Iraq û Herêma Kurdistanê jî kiriye.

 

Munira dilxweş e ku tiştê pêwist bû bikin, kirin “Niha ez dilxweş û razî me ji karê xwe. Nihêniya serkeftina me ew e ku em teslîm nebûn û em li ser barandina rondikan tenê neman. ”

 

Li seranserê Bosna û Herzegovîna rêxistina Munira naskirî ye. Ew çend jinên ku ji ber nebûna budce û hejariyê, hêj ne dikarin kirêya xaniyê xwe bidin û nanekî bixwin ku zikê wan têr bike, çîroka damezrandina rêxistina xwe wisa vedibêjin ku sala 1997 ku nû toz û tirabêlka şer veniştibû, hejmarek ji dayikên Srebrenica ku kur û keç û hevjînên xwe ji dest dabûn, biryar dan komeleyekê damezrînin û kar bikin da çîrok û trajediya xwe ji hemû cîhanê re vebêjin:

 

 “Spas ji dayikan re, ev 20 sal e em kar dikin û emê karê xwe dewam bikin. Em pir razî ne ji karê xwe. Çimkî bi rêya me welatên Yugoslavya Berê li ser wan bûyerên ku hatin serê me diaxivin. Welatên cîhanê hemû derbarê cînosîda Srebrenica dizanin û wê şermezar dikin.”

 

Ji ber ku hêj li Bosnayê, serkirdan nikariye nakokiyên xwe ligel serkirdên Serbiya û Krwatiyayê bidin aliyekî û em sîbera dubarebûna şer dibînin, em bêdeng bûn ku dosyeyan bilivînin, lê guvaşên berdewam ên Munira û hevkarên wê, ligel kesûkarên qurbaniyan bihêztir bûn ku bi wê perdeyê bê nuxumandin “Mêr û zarok û bira û xwîşkên me kuştin û destê xwe dirêjî kesûkarên me kirin, dûre dema em ji cînosîdê rizgar bûn, da em nîşanî hemû cîhanê bidin ku keçên me hatine hetikandin û mêrên me hatine kuştin, me dengê xwe bilind kir. Bi awayekî fermî bi rêya Wezareta Dadê me xwe tomar kir û me dest bi kar kir bo eşkerekirina rastiyan û bidestxistina dadmendiyê bo zarokên me.”

 

Tawanên Srebrenica li ser asta navneteweyî wek komkujî tên naskirin. Munira dibêje: “Em çûne gelek welatan û em bi gelek berpirsên navneteweyî yên mezin re axivîn. Em ji dil û canê xwe diaxivîn. Me hinek kes rexne kirin û me spasiya kesên hêja jî kir.”

 

Li gor Munira ne girîng bû endamên rêxistina wê xwendewar bin an na, lê wê dixwest lehengî û berxwedan bawernameya wan be.

 

Srebrenica ew bajarê ku Munira û hevkarên xwe beriya şerê Bosnya û serbiyan tê de dijiyan, 8 hezar kes tê de bi komkujî hatin qirkirin. Lewra îro navdartirîn monumenta qurbaniyan li wir e û her sal jî di meha tîrmehê de merasîmên bîranînê li wir tên lidarxistin. Di wan salan de hêzeke leşkerî ya holendiyan jî li wir hebû, lê ev hêz ne tenê nebû xilasker, lê bû temaşevanekî bêdeng ê şer tevî ku karîbû lîstikê biguhere.


 


Doz li dijî Holendayê vekirine

 

Piştî wê hevrikiya 20 salî ya ku kirin ji bo birina girevê ji Serbiyan, Munira û hevkarên xwe dixwazin giliyê Holendayê bikin û wê bibin pêşber dadgeha navneteweyî “Me dozeke yasayî li dijî NY û Tabûra Holendiyan vekir. Par holendiyan bi neçarî berpirsiyariya kuştina 300-500 ciwanan li stûyê xwe girt. Lê em dixwazin ew li hemû rastiyan mikur werin.”

 

Munira me dibe odeya xwe. Dîwar hemû bi wêneyên wan çalakiyan hatine nuxumandin ku wê û hevkarên xwe di van çend salan de encam dane. Bajar û paytextên cîhanê ku li hana wan hatine, di wêneyan de bi serokên diyar re diaxive. Wêneya Munira û tîma wê bi Serokê Berê yê Amerîkayê Bill Clinton û Sekreterê Berê yê NY Kofi Anan û çend kesayetiyên din ên cîhanê re li ser dîwêr tên dîtin.

 

Di qorziyeke din a dîwêr de, çend navek nîşanî me didan ku bi destên xwe neqişandine û navên kur û zarokên wan ên kuştî jî tê de hene “ew hemû hatin kuştin, em naxwazin xwîna wan ji bîr bikin.”

 

Şîretan li jinên Kurd dike

 

Zanyariyên şêniyên Bosnayê li ser karesatên ku rêjîma berê ya Iraqê anîne serê şêniyên Başûrê Kurdistanê heye. Lê ew ji Enfalan bêhtir, derbarê Helebceyê dizanin.

 

Munira di van salên dawî de hatiye Başûrê Kurdistanê û karbidestên hikûmeta Herêma Kurdistanê û hinek nûnerên qurbaniyan dîtiye, lê ji şêwaza karkirina kesûkarên qurbaniyên Kurdistanê nerazî ye û dibêje “Ez dixwazim bi rêya we nameyekê ji dayikên Kurdistanê re bişînim.”

 

Naveroka nameyê ew e ku êdî jinên Kurd giriyê xwe rawestînin û li şûna wê dakevin qada kar “Xwe wek rêxistinekê birêkûpêk bikin û guh medin siyasetmedarên xwe. Nebin pezê kesî û bi gotina siyasetmedaran nekin. A ku dihêle cîhan guhdariya we bike ne siyasetmedar in, lê hûn bi xwe ne. Pêwist e hûn li rastiyan bigerin û bi xwe bawer bin. Hûnê bi vî rengî biser kevin.”

 

Herçiqasî dosyeya Enfalê ji hêla parlamento û dadgehên Iraq û Herêma Kurdistanê ve bi fermî wek cînosîd hatiye naskirin, Swêd û Brîtanya jî li cînosîda gelê Kurd mikur hatine, lê haya Munira ji vê mijarê nebû “Li her cih û demekê, cînosîd bê naskirin em pêşwaziya wê dikin. Îcar ew cînosîd li dijî kîjan neteweyê û di qezenca kîjan neteweyê de be ferq nake.”        



 

Nîşankirin :
951 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.406 seconds