Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

KERKÛK - Aliyên siyasî bo hilbijartinan dest bi gotûbêjê kirin

Ji aliyê RÛDAW 1-8-2017
Ala Kurdistanê li bajarê Kerkûkê
Ala Kurdistanê li bajarê Kerkûkê

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê PDK di parlamentoya Iraqê de, Şaxewan Ebdullah ragihand, ku gotûbêjên navbera aliyên siyasî yên Kerkûkê bo birêveçûna hilbijartinan li wê parêzgehê dest pê kiriye.

 

Nûnerê parêzgeha Kerkûkê li parlemantoya Iraqê, Şaxewan Ebdulla ji Rûdawê re ragihand, ku bi navbeynkariya Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî ji îro ve gotûbêjên derbarê sazkirina hilbijartinan li Kerkûkê di navbera pêkhateyên parêzgehê de dest pê dike.

 

Endamê Komîteya Yasayî di parlemantoya Iraqê de, Emîn Bekir jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got, ku madeya 37  a yasaya hilbijartinan xala sereke ya nakokiyê di navbera aliyan de ye û tekez kir, ku ew madeya yasayî gefeke mezin bo ser proseya hilbijartinên li Kerkûkê ye.

 

Heta niha aliyên siyasî yên Kerkûkê di derbarê encamdana hilbijartinan li wê Kerkukê de li hev nekirine û gotûbêjên navbera aliyan jî berdewam in. 

 

Kurd tekez dikin, ku divê hilbijartin li Kerkûkê bê encamdan, lê Tirkman û Ereb bi behaneyên cuda daxwazê dikin, ku divê taybetmendiya rewşa Kerkûkê li ber çavan bê girtin.

 

Tirkman daxwaza  pêdeçûna bi tomara dengderan û dabeşkirina postên rêveberiyê li parêzgehê dikin û Ereb jî tekez dikin, ku heta tevahiya deverên parêzgehê ji destê DAIŞê neyên derxistin, nabe ku hilbijartin li Kerkûkê bihê encamdan.


Ji ber nakokiyên siyasî yên navbera aliyên siyasî yên parêzgehê, ew du xûl in ku hilbijartinên parlamentoyê û encumenan li Kerkûkê nehatine sazdan.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2017-09-19 6:43:14 AM
Alî Bapîr Selefiyekî islama radikale. Heta kesê wek wan hebin, ti kes pisht nade Kurdistanê!!!!
Bernas | 2017-09-19 8:51:13 PM
Gelo oldarî tê wateya xizmekarî û koledarî ya neyaran? Hemû olderên gelên din bi navê ol xizmeta gelê xwe û welatê xwe dikin. Hemû welatperwer in....
Seidî Pîre li ser aktîvkirina parlementoyê bersiv da Elî Bapîr
| 19-9-2017 | (2)
Bernas | 2017-09-19 8:25:13 PM
E..., nepoxa/balona Tirkíyé édí teqíya. Kesek nema ku bi wan re bibin şîrik bona dorpêçkirina Kurdistan, ku wan di van duh rojên dawî qaldikir....
REFERANDUM - Serokê Fransa: Em nabin rêgir li pêş proseyeke demokratîk
| Duh vî demî 09:15 | (1)
Kan hún jihîkmet û zîrekiya xwe nîşan bidin | 2017-09-19 7:42:40 PM
Ka hun ji zírekbuna xwe ní$andin.Pirsgrékén Iraqé cuye hatiye li ser milé Kurdan maye? Hún jí zanin mesele ci meseleye. Hún ji buy Irané $uré xwe...
Erebistana Siûdî: Bila Barzanî hîkmet û zîrekiya xwe nîşan bide
| Duh vî demî 01:09 | (1)
Gîwar | 2017-09-19 4:04:00 PM
Her bijî ji birêz Berhem Salih re! Gorran û Komala îslamî te ji xwe re bikin nimûne! Ev refarandûm ne pirsa partîyan e, pirsa nistîmanê ye! 
Berhem Salih: Ez bi serxwebûna Kurdistanê re me
| Duh vî demî 06:32 | (1)
0.5 seconds