Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Kurdên li Fînlandê piştgirî didin giştpirsiyê

Ji aliyê RÛDAW 1-9-2017
Kurdên li derveyî welêt piştgiriya xwe ya ji bo referandumê tînin ziman

Fînlanda (Rûdaw) – Gelek welatiyên kurd ên ku li bajarên Fînlandê û bi taybetî li paytexta wî welatî bajarê Helsinki niştecih in, piştgirî didin referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê.

 

Welatiyê bi navê Jîlwan Mecîd ji Rûdawê re ragihand: “Ev derfetek e û em dixwazin vê derfetê di demeke kin de bi dest bixin û êdî em jî bibin xwediyê dewleta xwe.”

 

Fayeq Etrûşî jî diyar kir, ku bi biryara giştpirsiyê gelek kêfxweş e û ji hemû kurdan xweste ku bi hev re dengê xwe bidin û destnîşan kir, ku ev ji bo gelê Kurdistanê fersendek e.

 

Kurdekî din ê niştecihê welatê Fînlandê Yeqûb Mihemed jî aşkere kir, ku bi şanazî ew amade ne ku bi dengê "Belê" beşdarî giştpirsiyê bibin.

 

Herwiha welatiyê bi navê Mecîd Heqîqî jî amaje bi wê yekê kir, erkê hemû kurdan e ku rewşa Başûrê Kurdistanê biparêzin û erkê hemû kurdan e ku hewl bidin ji bo pêkanîna dewleta kurdî.

 

Weke din hevjîna şehîdekî jî diyar kir: “Me ev qas enfal û şehîd dane, yên min bi xwe, zilamê min û sê birayên min şehîd in. Ez dixwazim di referandumê de deng bidim û dewleteke me ya serbixwe hebe.” 


Biryar e ji bo serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlonê de li Herêma Kurdistanê û li deverên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, giştpirsî were pêkanîn.  


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| Duh vî demî 01:12 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| Duh vî demî 08:20 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
0.578 seconds