Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Îro yasaya serokatiya Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin

Ji aliyê RÛDAW 2-4-2019
Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya îro de, xwendina duyem ji bo projeyasaya sererastkirina Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê dike.
Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya îro de, xwendina duyem ji bo projeyasaya sererastkirina Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê dike.

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e îro piştî nîvro Parlamentoya Kurdistanê, bi armanca encamdana xwandina duyem ji bo projeyasaya sererastkirina Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê û sererastkirina şêweya hilbijartina serok heta pesendkirina destûrê, bicive.

 

Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê hemû parlamentar vexwandine ku beşdariyê di civîna îro de bikin, ku biryar e demjimêr 3ê piştî nîvro bê lidarxistin.

 

Roja Şemiya derbasbûyî, Parlamentoya Kurdistanê xwandina yekem ji bo reşnivîsa sererastkirina Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê kiribû.

 

Têkildarî vê mijarê, Berpirsê Ragihandina Fraksyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê, Pêşewa Hewramanî ji Rûdawê re ragihand: “Em dixwazin civîna Parlamentoya Kurdistanê bi şêweyekî asayî birêve biçe û em dê hemû hewldanan bidin da ku Fraksyona YNKê beşdarî civînê bibe. Acendaya civînê jî xwendina duyem ji bo sererastkirina reşnivîsa Projeyasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê ye.”

 

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku heta niha li ser pişkên xwe di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi PDKê re negihîştiye rêkevtinê, heta niha beşdarî di civînên Parlamentoya Kurdistanê de nekiriye. YNK ku niha daxwaza posta Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê jî dike, ragihandiye ku beşdarî di civîna parlamentoyê ya ji bo xwendina duyem ji bo sererastkirina Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê de jî nake.

 

Parlamenterê Fraksyona YNKê li Parlamentoya Kurdistanê, Rahî Rahber Îbrahîm ji Rûdawê re da xuyakirin: “Em beşdarî di civîna Parlamentoya Kurdistanê de nakin, ji ber ku em li gel aliyê yekem û serkevtiya hilbijartinan negihîştine rêkevtina dawî.

 

Ew parlamenterê YNKê herwiha dibêje, mijara posta Serokatiya Herêma Kurdistanê, mijareke niştimanî ye û divê hemû alî li ser şêwaz û mekanîzma hilbijartinan serokekî bo Herêma Kurdistanê kok bin ku hemû alî li ser razî bin.”

 

Tevî ku rêkevtinek di navbera herdu partiyan de hatiye îmzakirin, lê heta niha gotûbêj û danûstandinên PDK û YNKê yên di derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de negihîştine ti encamekê.

 

Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya jimare 3 de ku roja 30ê Adara 2019 hat lidarxistin, xwendina yekem bo reşnivîsa sererastkirina Yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê kir. Li gor sererastkitinê, heta dema ku destûrek ji Herêma Kurdistanê re tê danîn, Serokê Herêma Kurdistanê dê ji nav parlamentoyê ve bê hilbijartin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2019-04-12 5:50:59 AM
Bi Xwedê Hevalê Nasir, bi Hizra min Kurd Ceza bi Kesê nadin ji xeyrî xwe nebe! Zor tiştekê seyre ku 40-50-Million nikarin/naxwazin yan ji nizanin xwe...
Gelê Kurd ceza da HDPê, wê jî ceza da AK Partiyê
| 11-4-2019 | (1)
Piştewan | 2019-04-08 10:20:00 AM
Gelo Ruhanî bi xwe jî, ji xwe û van gotinên xwe bawer diket?!!
Ruhanî: Eger bendav nebana dê bi hezaran kes xeniqîban
| 8-4-2019 | (1)
Merwan | 2019-04-08 6:33:13 AM
Hey gidî xayîn Dinya, War yê Kurdane, Deng yê Kurdane, Lê rêvebirin ya Dagirkerê Tirkane? ! Ka biratiya gelan li kûderê ma? !!!!!!
Li Amedê HDPê heta niha tenê şaredariyek wergirtiye
| 8-4-2019 | (1)
kurdekê berdidin kurdê din | 2019-04-04 9:28:40 PM
Tirk pişta kurdekê berdidin kurdek din...Ma kurd seyê (KUÇIKÊ) Tirkane?! çawa dixwazin wusa peywendiyê li gel wan dikin. REFERANDUM ne PKK û PYD...
Çavuşoglu: Em peywendiyên xwe yên li gel Hewlêrê asayî dikin
| 4-4-2019 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat 31-3-2019 |

Li tevahiyê Tirkiyê proseya dengdanê bidawî hat

Piştî bidawîhatina dengdanê, proseya cudakirin û Zêdetir
Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin 28-3-2019 |

Li Silêmaniyê roja jidayîkbûna Zerdeşt Pêxember hat pîrozkirin

Peyrewên Zerdeşt Pêxember jidayîkbûna wî weke Zêdetir
0.156 seconds