Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Xelkê Amedê: Bo serxwebûna Kurdistanê em bi can û malê xwe ve amade ne

Ji aliyê SERKAN İNCE 4-8-2017
Xelkê Amedê derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê de, nêrînên xwe ji Rûdawê re vegotin.

Amed (Rûdaw) - Giştpirsiya Serxwebûna Başûrê Kurdistanê rojeva sereke ya Bakurê Kurdistanê ye. Bi taybetî xort û nifşên nû bi germî pêşwazî li mijara  serxwebûnê dikin.

 

Giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê di nav xortên Bakurê Kurdistanê de jî bi berfirehî tê gotûbêjkirin. Hêviya serxwebûnê wekî xewn û xeyala sed salan ji dapîr û bapîran wan ji wan re mîrate maye.  Ev hesreta bi sedên salan ewqas mezin bûye ku hinek ji gêncan serxwebûn û dewletbûnê wekî ´ava jiyanê´ bi nav dikin.

 

Niha êdî ne tenê li malan, belku li kafe û qehwexaneyên Bakurê Kurdistanê jî gotûbêj li ser serxwebûna Kurdistan û astengiyên li pêşberê wê tê kirin.

 

Tîma Rûdawê ya li Amedê li ser giştpirsiya Başûrê Kurdistanê nêrîna xelkê sivîl û asayî yê Amedê û Bakurê Kurdistanê wergirtiye.

 

Hevniştimaniyê bi navê Ferîd Oncel li ser wê yekê ji Rûdawê re axivî û got: "Dewlet av e, em jî masî ne. Masî bê avê nikare jiyana xwe berdewam bike. Em masî, bin av wekî dewletê ye. Em jî ava xwe dixwazin jiyana xwe dixwazin."

 

Diyar e law û xortên vê serdemê ji ezmûnên tal ên sedsala borî ders wergirtine. Lewra bi qasî xeynên serxwebûnê ji astengiyan jî agahdar in û li gor riyên çareseriyê jî dîtine.

 

Besra Çalişir dibêje: "Astengiya herî mezin a li pêşberî serxwebûnê dagirkerên Kurdistanê ne. Tirkiye û Îran dikarin ji bo serxwebûnê astengiyan derbixin. Nikarin bi eşkera bi navê xwe bikin dê bi Iraq û Sûriyê bikin. Ji ber ku êdî ev dewletana xera bûne. Dikarin li ser navê wan li ser serê Kurdan terorê bibarînin. Dema şer, di dema şerê tund de jî dewlet tên çêkirin. Em jî dikarin dewleta xwe çêbikin."

 

Li Amedê ji her çîn û tebeqeyê hevniştimanî piştgiriya xwe ji bo serxwebûna Başûrê Kurdistanê tînin ziman.


Cengîz Amed dide xuyakirin: "Îro çawa dilê Birêz Barzanî Kurdistaneke serbixwe dixwaze, yê me teva jî dixwaze."

 

Herwiha Hulya Once jî dibêje: "Ji bo Kurdistan ava bibe em bi malê xwe, bi canê xwe amade ne; her core fedekariyê bikin."

 

Hevniştimanioyê bi navê Abdûllah Bozkûş jî ji Rûdawê re diaxive û dibêje: "Ev hêvî û daxwaz û xeyala Şêx Ehmedê Xanî ye. Xeyala Mele Mistefa Barzanî ye. Xeyala hemû serokên me ye. Xwedê hez bike di 25ê Îlonê de gelê me yê Başûrê Kurdistanê di giştpirsiyê de bêjin ´erê´."

 

Îbrahîm Xelikan jî nêrîna xwe wiha tîne ziman: "Ez dibêjim bila em bi ser bikevin, hema bila ew ruh û giyanê min jî li ser biçe."

 

Li gor nifşên nû yên Kurdistanê çavkaniya hemû êş, derd û kulên kişandine bê dewletbûn e. Lewra serxwebûnê wekî tişteke efsûnkirî dibînin.

1959 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.5 seconds