Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Kurdistan

Kurdên Rojava gefên li ser Herêma Kurdistanê protesto kirin

Ji aliyê RÛDAW 2-10-2017
Rûdaw

Qamişlo (Rûdaw) - Kurdȇn Rojavayȇ Kurdistanȇ bi şahȋ ȗ ahengan gef û tehdiden herêmî û navdewletî li ser Basurê Kurdistan şermezar dikin.

 

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ESNK) li bajarȇ Qamişlo ahengeke mezin li darxist, di wê şahiyê de Ala Kurdistanê hate bilindkirin û dirûşm berz kirin.

 

Şahȋ ȗ ahangȇn kȇfxweşiyȇ bi serkeftina giştpirsiya Başȗrȇ Kurdistanȇ li bajarȇ Qamişlo yȇ Rojava Kurdistanê berdewam in ENKSê li Qamişlo li gel lidarxistina ahengekȇ, fişar ȗ gefȇn li ser Herȇma Kurdistanȇ pprotesto kir.

 

 Cȋgerȇ Serokȇ ENKSȇ Mehmȗd Mella ragihand ku vȋyana miletȇ kurd tu carȋ nayȇ şiknandin.

 

Mehmȗd Mella wiha got: “Ev gefȇn ku li ser milȇtȇ Kurdistanȇ dibe, viyana miletȇ Kurd ji wan gefan xurti re. Viyana miletȇ Kurd dȇ bi ser keve, ȗ ew nikarin tiştekȋ bikin, ji ber ku viyana miletȇ me bi serokatiya Serok Mesȗd Barzanȋ dȇ serbikeve.”

 

Ji aliyê din ve welatȋ kȇfxweş in, dȋlan ȗ govendê digerȋnin. Herwiha helbestvanekȋ temen mezin Qanȗna Dirȇj xwest bi rȇya helbestekȇ piştgirya Başȗrȇ Kurdistanȇ bike, ku dibȇje Kurd ji doza xwe li her çar perçȇ Kurdistanȇ naqerin.

 

Ciwan, zarok, kelmȇr û pȋrjinȇn Kurd bi hevre dikȇfxweşiya xwe nȋşan didin, jinȇn beşdar jȋ dibȇjin ȇdî xewna bav ȗ kalan ji sedȇ salan ve wan bi çavȇn xwe dȋt.

 

Welatiya bi navê Diya Şoreş jî anî ziman: “Dewleta kurdȋ xweş e, em hatine piştgirya xwe ji bo referandumê bidin xuyandin. Bijȋ Serok Berzanȋ, ev xewna hezar salȋ ye, bijȋ Kurd, bijȋ Kurdistan.

 

Tirkiya Ristem jî ragihand: “Em bi sedȇ salan li hȇviya rojeke wiha bȗn, em gelekȋ kȇfxweş in, ji bo herçar perçȇ Kurdistanȇ em dewleta Kurdȋ dixwazin. Her bijȋ ji Kurd ȗ Kurdistan, her bijȋ Mesȗd Barzanȋ.”

 

Kurdȇn Rojavayȇ Kurdistanȇ bi serkeftina giştpirsiyȇ bi aheng ȗ şahiyȇn ȗ girȇdana dȋlanan kȇfxweşiya nȋşan dan, ȇdȋ niha ew gefȇn li ser herȇma Kurdistanȇ jȋ di ahengȇn xwe de protesto dikin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

lolozano | 2018-04-14 2:23:38 PM
Ronakbîrê Hêja Ako!Destêwerdana PKKê di Kurdistana Suryê de,li detpêkê de,xizmet bo Rijîmê bû qezenc ji bo tedbîq kirina Felsefa Apo bû.Hîngê di dema...
Şer li gel hemûyan
| 11-4-2018 | (1)
rastgo | 2018-04-13 4:24:16 PM
Kak Romano, bi ya min cenabê te ev gotar bi shêwekî bêlayen û herwiha objektiv nivîsiye. Lê divê ez bêjim, wekî Amerika hertim azadiyê di parêze,...
Gelo xiyanet li Kurdan hat kirin?
| 12-4-2018 | (1)
Amed MOL | 2018-04-13 2:02:55 AM
Bibihurin.Lê, Hejmarê gelhe (Population-Nüfus) a Kurda 80 milyone! 20 milyon nine! Binêrin: Röportaja Kak Mêhdî Zana li Rudaw-meha Adarê.
Tirkiye zimanê kurdî ji bîlbord û tabloyên ser cadeyên Amedê jê dibe
| 13-4-2018 | (1)
Sileman Elali | 2018-04-12 5:06:16 PM
Di nerîna min de ev siyaseta go niha li suryayê tê xwyakirn yek ji lîstokên rusya û ayran nene û gereke hesabê vê yekê bidin ji bergo hikumeta suryê...
Rûsya: Peywendiyên me ligel Amerîkayê çalak in
| 12-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
1.016 seconds